Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Keçekê Teza Xwe li Dor Konê Reþ Amade Kiriye

 


Cemþîd Bagokî

  Keçekê bi navê Semîra Mistefa qutabiya (Zanîngeha Rojava Fakulteya Wêje/ Beþa Ziman û Wêjeya Kurdî), teza xwe li dor Konê Reþ û berhemên wî bi navê: (Min Konê Reþ Evîndarekî Welat Dît/ كونى ره ش عاشقاً للوطن), amade kiriye ji zanîngehê re..
Semîra Mistefa di pêþgotina teza xwe de li dor bijartina xwe ji Konê Reþ wiha dibêje:
"Di rêka çavpêketin, hevpeyvîn û xwendina pirtûkên mamoste Konê Reþ re, min demek dirêj pê re derbas kir, ta ku min xwe gîhand van agahiyan. Di encam de min çîroka nivîskar û hezkerekî ziman û kultûra Kurdî ji nêzîk ve nas kir.. Mala wî ava be, wî jî negot na û daxwaza min qebûl kir.. Di encam de min Konê Reþ mîna evîndarekî welat dît.. 


  Em baþ dizanin ku mamoste Konê Reþ, di bîr û raya kurdî de mirovekî gelek naskirî ye û bi xebatên xwe yên hêja, di dilê me teva de konê xwe vedaye.
Dibe ku Konê Reþ ji lêkolînên wiha mezintir be, lê ev ji min hat.. Ev karê min yê pêþiye û eger min mafê wî bi temamî ne avêtibe ser kaxezê, bi hêvî me ku hin di pey min re karibin wî mafî lê vegerînin. Ez, Konê Reþ di warê ziman û kultûra Kurdî de wek deryayekê dibînim.."  
  Naveroka Teza Semîra Mistefa li ser zîlana van dergehan digere: (Diyarî, Spasî, Naverok, Pêþgotin, Konê Reþ: Çîroka Nivîskar û Hezkerekî Ziman û Kultûra Kurdî, Konê Reþ kî ye?, Konê Reþ û Hezkirina Zimanê Kurdî, Konê Reþ Naznavê Xwe Ji Kû Aniye?, Konê Reþ û Malbata Bedirxaniyan, Berhemên Konê Reþ Yên Çapbûyî, Konê Reþ û Naveroka Hin Pirtûkên Wî, Encam, Jêder).
Hêjaye gotinê ku Semîra Mistefa li dor naveroka 20 pirtûkên Konê Reþ sekiniye, her pirtûkak daye naskirin û nimûneyek jê aniye. Ev yekemîn care ku wiha lêkolîn li dor nivîskar Konê Reþ têne kirin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark