Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Dirūtineke bź ta di Qapūtź tev pīne de

 


Bavê Zozanê

Qapût çîroka Nikolay Gogol e, ku di dawiya sala 1841yê de bi dawî bûye. Bi rastî vê çîroka kin cîhan tev hejand, ku wisa bi zelalî dûrî romansiyetê civata Rûsî serhevde û vekolîn û wêne kir.
Berevajî žêweyê wê demê, Gogol karîbû ser jiyana rojane ya perîžanan bi herî hûrikî bisekine, wisa jî ser xewnên wanî rewa ji bo jiyaneke herî xwež yên ku timî rastî keleman dihatin, nivîsand.
Dibêjin ku çîrok hê ku wek destnivîs bû û ta serdema niha jî, yek ji kûrtirîn nivîsên Gogol tê jimartin .Vêce hevokek herî navdar li ser vê çîrokê belav bûye ku dibêje (em tev ji bin Qapûtê Gogol derketine).


Nivîskarê Fransî Milkiyor Dîfocoz li ser zimanê nivîskarekî Rûs ew hevok tomar kiriye, lê ežkere nekiriye bê ka kî ye. Ya herî nêzî rastiyê dibêjin ku Dostoyevsky (1821-1881) ev hevok gotiye. Hinî din dibêjin na, xwediyê wê Turgenev e (1818-1883).

Kî ev hevoka giranbiha gotibe ne xem e, lê bêguman ew hevok dide xuyanîkirin bê ka çiqasî akama Gogol li ser wêje û toreya Rûsî heye, ku ew bi xwe nola yek ji pêžengên damezerênerên dibistana rasteyeqîn di toreya Rûsî de hatiye binavkirin.

Nivîskarê navdar ê žorežvan Aleksander Herzen (1812-1870) gotibû ku Qapût danerekî herî bi gewd e.

Roman bi gelek zimanan hatiye wergerandin. Min jî bi zimanê Kurdî ew wergirandiye, lê hîn destnivîs e û li benda çapê ye.

Naverok

Karmendek di rêvebirgeheke fermî de kar dike, herî belengaz û perîžan e, tu kes hay jê tune ye, karê wî yê sereke nivîsandin e.

Belgename û palpižtan û her tižtê ku ji wan re gerek e û yên ji wan re ne gerek e jî jê re davêjin bo ji wan re binivîse –çiku wê demê alavên nivîsandinê û kopîkirinê nebûn.

Xewna karmendê me (Akakî Akakîvîç) a yekem û dawî ew bû ku bikaribe Qapûtekî nuh ji xwe re bikire, qene xwe ji serma zor a Petersburgê biparêze, çiku qapûtê wî yê kevin tev pînekirî ye, riziyaye, hew tê lixwekirin.

Ji xwe serma û barana wî welatî di wan qulên qapûtê wî ve bê rêdan derbas dibûn, tevlî ewê bahoza tûj li mêjiyê hestiwên Akakî disekinîn.

Lewma divê xwe ji gelek xwarin û vexwarinan û žîvan mehrûm bike qene karibe bihayê Qapûtekî nuh kom bike, û xwedê terzî (Petrovîç) raserî kesî neke. Akakî dît û xwedêyo bera kes nebîne.

Dawî û pižtî rojiyeke bêhempa Akakî karîbû bi zor û heft kotekan bihayê Qapûtekî nuh komk bike, lewma di cî de berê xwe da bal terziyê bêol Petrovîç, wisa pižtî demeke kurt Qapûtê  xwe yê nuh wergirt.

Bo vê bona herî mezin -žêraniya qapûtê nuh- hevalên wî yên kar ew vexwendin mal wek žahiyek mezin jê re çêkirin. Akakî bi kêf û ižq tevlî qapûtê xwe yê nuh berê xwe da mala hevalê xwe…ji kêfa qapût niza bê ka çilo giha wir.

Dawiya ževê Akakî vegeriya malê, di rê de çetan ew žêlandin û qapûtê wî jê standin, (xewna wî ya sade) žikandin.

Pižtî gelek cihan, çû bal yê herî mezin qene giliyê xwe libalê bike, lê vegerand: Te nîvê ževê li wan celdan çi dikir, karmend ji qehra serma mirinê ew girt û neberda.

Çîroka Akakî li welêt hemî belav bû, wisa wek bawek pêve zêdekirin ku yekî mirî ji nîvê ževê û pêve, çi kesê ku li celdê dibînê qapûtê wana ji wan dike, gelekan ev bawe bawer kir, ta biryarek fermî derket  ku divê yê mirî bi çi awayî  mabê bê girtin.

Nerîn

Gogol bi saya serê vê çîrokê bû torevanê jiyana jînwarî (realîst) û bi saya serê Gogol jî wêjeya Rûsî bo hêzek giranbiha ya madî û materyal dikarîbû rêjîma koletiyê riswa bike wisa jî wê biguhêre.

Žêweyê ku Gogol çîrok pê nivîsiye žêwekî gelêrî ye, kula dilê milet nîžan dide, gotinên wî herî nêzî civatê ye, lê bi žêwekî herî hestyar nivîsiye.

Di vir de gotina apê romannivîsê Sûdanî Tayib Salih tê bala min ku ser biraziyê xwe wisa digot: (Eyin gotinên wî wek yê min in, tižtekî ne normal nabêje, çima ev qas milet wisa heyranê wî ye ez vê nizanim?) dêmek raz ji xwe di vir de ye.

Ez bi xwe jî heyranê qapûtê Gogol im, ji beriya bîst û pênc salan zêdetir jî û ta niha jî her çile qapûtê Gogol tevli wan hemî pînên pêve tevlî wan berîkin qul ez li xwe dikim, çiku ne žil dibe û ne jî ew berîkê qul ji mirovatiyê vala dibin.
Lehengê çîrokê: Tê xuyanîkirin ku naveroka çîrokê hemî li ser bûyerekê tenê hatiye hûnandin, bûyereke bê žax û pel e, wisa lehengê wê jî yekî bi tenê ye, ew jî ne wek lehengê romanên din e, ango lehengê me ne dirêj û çavžîn e, yan jî ne xwedî hêzek taybet e ku dikare goka zemînê bi destekî  tenê hilgire. Ji xwe evê hižt ku Gogol bi serkeve çiku tižtekî beloq di lehengê xwe de nedanî, tenê em dikarin bêjin ku lehengekî ne lehenge ti hêza wî bo berberiyê tune ye, nikare xwež xwe binaskirin bide.

Lê tižtê balkêž tê de hestê wî yê herî naz e ku dixwaze di civateke mirovatî ya wekhevî de bijî.

Ji xwe lehengiya wî ji vir dest pê dike ku dixwaze bibe mirov, daxwaza wî ya vežartî û azeweriya wî ew bû ku milet wek mirov divê dan û standinê pê re bikin, wek her kesekî din.

Bi rastî carna dilê yekî bi lehengê vê romanê dižewite ku ewqas xelk mafî wî dixun û carna jî mirov jê aciz dibe jê diengire ku çima wisa qels e û nikare berevaniya xwe bike.

Bêtara Qapût  ew e ku li rastiyê digere, ew rastiya ku leheng jî lê digere. Gogol  bi xwe jî bi lehengê  xwe re di wê  civata  Rûsî de lê digere,  ew civata dijî hev û divê ku Gogol wê nebî jî.

Terziyê ku leheng çû balê bo pînekirina qapûtê xwe ew nêzî vê rastiyê dibû. Lê Gogol ew tev bi destê xwe kontrol kiribûn qet nedihižt ku kes ji wan ji rêya xwe derkeve.

Bi rastî nivîsandin ser qapût û Gogol bi dawî nabe, bi dehên rûpelan jê re divê û hîn jî kula dilê mirov rehet nabe. Bi kurtî qapût wênek biçûk ji vê cîhana mezin e ku dihêle mirov timî ne di rehetiyê de yan jî di bêbaweriyê de anjî di windabûnê de bimîne ku wisa çîrok bi dawî hat ku ta niha jî yê mirî qapûtê wan ji wan dike...ku dawî (režkê ževê) ji wan kesên ku li pey diçin ji nižka ve disekine û dibêje: (we xêr e ma hûn li bêtaran digerin?)

Li vir nivîskar hinekî ji mendînê derketiye bal bi xeyal ve çûye dema ku yaxîbûna   wî mirovê tev hest di rewanê wî de berz kir wisa jî ma girêdayî bi qapût ve. Ku tižtê Akakî nikaribû di jiyana xwe de bike, rewanê wî pižtî mirinê pêk anî, tola wî hilanî.

Jiyan bê guman herî  berdewam e,  çîroka me bi xwe jî heroj dubare dibe ne tenê bi bûyerên xwe ve jî belê bi kûrbûna xwe ya mirovatî jî wisa ji bi wa mafên windakirî jî ku bê sûç hatine birîn..

Dawî

Gogol xwediyê rewanbêjiya mest dikarîbû ku kesên xwe biafirîne û bi rengekî tinazî wan bikar bîne, evê jî akamek mezin giran ser nifžên pažî ji torevanên Rûs kir tevlî Dostoevsky lê ew baž nehat fêmkirin di pir cihan de, vê jî tesîr lê kir nemaze ku ku ew herî naztirîn berhest bû, lewma jiyana xwe ya dawî bi azar di navbera sinç û olê de derbas kir.

Bêguman wek me got Gogol tevî Pužkin ji yekemîn damezrênerên dibistana jînwarî (realîst) di tore û wêjeya Rûsî de tên jimartin.

Helbet Gogol (1805-1852) nivîskarekî welatparêz bû bi hemî wateyan wisa jî di vê pêžbirkê de dide pêžiya Pužkin.

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark