Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Ala

 


Cankurd

Gelek ala we pir hildan 
We çavêd gel jî pê kildan 
Hema dawî we çi anî? 
 Li Efrînê li Kobanî 
Tenê ala gelê Kurdan  
We kir qurban, we kir erzan 
Belê ev jîn ger û çerx e 
Gelê Kurdî ne tim berx e


Ew ê rabe wekî shêran 
Bi pêshmerge û pir merdan 
Ji bona xwe, wekî hercar 
Bi vîn û hêz û yek biryar 
Ew ê ala xwe hilde jor 
Ewên xayîn bike sershûr
 Gelê Qazî û Barzanî  
Ji bo ala serî danî 
Ji boyî wê didin xûnê 
Li Shengalê, li Efrînê 
Li Botan û Mahabadê 
Li Farqîn û li Amûdê 
Nebên ew ket di xefka me 
Dibe kole ji bona me 
Ew ê rabe bi hêrs û zor 
Kesên xayîn... herin axûr. 
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark