Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Sihbetek xweþ Li dor Amûdê bi Seydayê Saadeddînê Seyda re

 


Konê Reþ

  Bajarê Amûdê..! Amûda Bavê Mihemed..! Bajarê ku di destpêka çerxê 20`an de dergehê wê ji xwîniyên serhildana Bedlîsê/1913`an, mehcirên Hesenan û Heyderan/1914`an, Ermenî û Siryaniyên fermana/1915`an, Þêx û Melayên xwînî ji serhildana Diyarbekirê/1925`an re, vekirî bû.. Amûda ku Axayên wê (Ibrahîm Axa û biraziyê wî Seîd Axa) û tev malbatên wê ve, bi sîngek fireh pêþwaziya miþextî û mehciran kirin.


  Ji bo bêtir agahiyan li dor Amûdê, di roja 16/7/2018`an de, digel Dr. Mustafa Henê (Henîfê) çûm Amûdê, Amûda Bavê Mihemed, serdana Seydayê Saadeddînê Mela Abdulletîfê Seyda kalemêrê zane, rastgo, welatperwer û xweþik.. Û min çend pirsên panoramî li dor Amûdê û xelkên wê jê kirin. Wî jî, nemerdî nekir, bi dilekî fireh bersiva pirsên min dan û li wan zêde kir..


  Seydayê Saadeddîn pesnekî baþ da malbatên Amûdê yên dêrîn wek malbata Axê (Ibrahîm Axa û biraziyê wî Seîd Axayê Deqorî), malbata Heciya (Hecî Abdullah), malbata Silîva, malbata Henê (Henîfê), Kamil, Kero, Þiwêþ, Mandiya, Qirno, Gun Reþ, Seyid Elo, Ezebiya.. Û ronahî ber da ser merdî û dilfirehiya xelkên Amûdê ji mehcir û miþextiyên re.. Nexasim ji Þêx û Melayên ku ji ber zilm û zora kemalîstan revyan bûn û xwe li Amûdê digirtin wek; Ibêdellahê Hêzanî (Seydayê mezin) û birayê wê Mela Fethellah, Mela Abdulletîfê Mela Ibrahîm, Þêx Ehmedê kesk, Þêx Zahirê, Þêx Beþîrê Hamidî, Þêx Sebxetellahê Hamidî, Seydayê Sedeqe, Þêx Mecîd.. Û ji min re got; du dibistan li Amûdê hebûn; dibistana (Henefiya) û (Þafeîya), di wan dibistanan de gelek cûreyên ilm û zanînê dihatin dersdan wek: Camî, Mintiq, Belaxe, Muxtesir Ma`anî, Bînaa Elesas (Ilmê Serfê) û icaze nedihat dank ku zimanê Farisî nizanîbana..
  Li dor cixrafiya Amûdê jî, ji min re qala Girê Þermola, Girê Amûdê (Kemaliyê), Newala Xasa (Kanîkuriyê), Çemê Zeraê, Xanî Sorê, Qelaçê Silokevirê, Newala Necara kir.. 


  Bêguman di vê çûna min î Amûdê de, Seydayê Saadeddînê Mela Abdulletîfê Seyda baþ bala min kiþand.. Belê balkiþandina mezin ku ta roja îro, hîn du ode li Amûdê hene: Odeya mala Emo ji malbata Heciya û odeya malbata Henê. Ev herdu ode, wek heyamê berê, bi kulavan raxistî ne, civat di wan de digerin, qehwe û çayê li mêvanan digere.. Bê TVê ne.. Ji aþ û bajar ve qal û qult bi Kurmancî têne gotin.. Min odeya mala Henê dît û pê kêfxweþ bûm, bi hêvî me rojekê odeya mala Emo jî bibînim. Bi rastî, van herdu odeyên ku temenê wan dor sed salî ne, hinekî hêviyên min geþ kirin ku hîn em bi xêr in..!
Not: Hêjaye gotinê, Seydayê Saadeddînê Seyda di sala 1926`an de li gundê Sefihê Çaçan hatiyê dinyê. Ew kurê Mela Abdulletîfê Seyda ye, yê ku di piþt Seydayê xwe Ibêdellahê Hêzanî de, melatiya mizgefta mezin li Amûdê kiriye.
Qamiþlo 20/7/2018

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 8


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark