Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Di 29 Saliya Kokirina Mihemed xo de, rola w di parastina ziman pxitina muzka Kurd de

 


Konê Re

  Bi vê helkeftê ku di roja 9/3/2018an de (29) sal di ser koçkirina Mihemed êxo derbas dibe, bi min xwe e ku ez rola Mihemed êxo di parastina ziman û pêxitina muzîka kurdî de diyar bikim. Bêguman rola Mihemed êxo di parastina zimanê kurdî û pêxitina muzîka kurdî de zor mezin e. Wî jî wek nifên pêiya xwe; Aramê Dîkran, Seîd Yûsif û Mehmûd Ezîz zimanê kurdî parast û stran û muzîka kurdî ji kilasîkiyê rizgarkir, pêde bir, bi awazên nû xemiland û bi guhdaran êrîn kir.. Erê bi rêka wî jî, stran û muzîka kurdî, derbasî qunaxeke nû bû. Tevî temenê wî yê kurt (41sal), wî karîbû bi rêka muzîka kurdî, peyva kurdî a resen bi guhdaran bide hezkirin, êraniya zimanê kurdî bi rêka awazên xwe yên nû belav bike û xwe di her çar perçeyên Kurdistanê de bide naskirin..


 Ji rexekî din ve, wî karîbû bi rêka stranên xwe, di wî heyamê xerab de, di navbera salên1970-1989an de, hestê netewî kurdî di nav kurmacîaxêfan de belav bike. Ew salên çetîn û dijwar di jiyana kurdan de. Salên ku gelek bobelatên seyr hatin serê Kurdan, wek anîna ereban nav kurdên Binxetê di sala 1974an de, Derba Everîn di 12 êlûna 1980 î de, qirkirina Barzaniyan di sala 1983an de, Enfal û Helebçe di sala1988an de û wiha ta bi mirna wî di sala 1989 an de.. Ji ber ku ew ji xwe pitrast bû û xwedî nameyeke netewî bû, xwedî helwesteke Kurdistanî bû.. Wî bi mêranî û cegerdarî stranên xwe digotin.. Û bi bawerî û dûrdîtinî gotinên stranên xwe dibijartin û wiha helbestên gelek helbestvanên netewî, ku bi kêf û ahiyên gelê xwe re dikeniyan û bi ê, birîn û derdên gelê xwe re digiryan, kirin stran.. Di baweriya min de ji ber vê yekê û ji ber dengê wî yê henûn û awazên tembûra wî a dilovan, cemawerê kurd jî hezê kir û stranên wî bûn wek dermanê birînê ji birîndarên welat re û her wiha ji evîndaran re jî..
 Di sala 1965 an de, dema ku ez di sinifê heftan de bûm, hunermend Mihemed êxo jî di eynî dibistana Elerûba de dixwend û her wiha hunermend Aramê Dîkran jî. Hingê destpêka Mihemed êxo û lêdana tembûrê bû. Lê Aramê Dîkran hem bi temenê xwe û hem bi hunermendiya xwe jê mezintir bû û di nav xelkên Qamilo de naskirî bû. Wî ahengên dîlan û evbuhêrkên xelkên Qamilo xwe dikir.. Lê Mihemed êxo nû dabû ser rê.. Gelek caran Aram û Mihemed êxo di hewa dibistanê de qerfên xwe bi hev dikirin.. Carekê ji bo berçavka Mihemed êxo her yekî ji me qutabiyên dibistanê 5 qirû an 10 qirû, wek alîkarî ji bo berçavka wî dane hev.. Di sala 1966 an gelek ji hevalên me yên Ermenî di gel malbatên xwe çûn Hayistanê. Di wê salê de Aram jî di nav wan de ji Qamilo barkir û çû Armenistanê..Yezdanê dilovan herduyan; Mihemed êxo û Aramê Dîkran bi dilovaniya xwe ad bike.
 Konê Re, Qamilo, 08.03.2018

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark