Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ziman Kurd Rzgirtin ji Nivskar Derw Xalib re

 


Konê Re

   Îro, bi helkeftina roja zimanê dayikê me (Birek ji nivîskar, rewenbîr, siyasetmedar û rojnamevan) serdana mala mamoste Derwêê Xalib kir. Û wek rêzgirtin ji kar û xebatên wî re di ber zimanê Kurdî de, me spasiyên xwe jêre pêkê kir..
Derwêê Xalib yekemîn kurdê Sûriyê ku li ser zimanê Kurdî tê girtin, zindankirin û cezekirin. Ew di roja (13/01/2009) de, ji rex hêzek ewlekariya a bajarê Qamilo ve hat girtin û di roja 15/01/2009 de, dîsan eynî hêza ewlekariyê, girtin ser mala wî, pirtûkxaneya wî tevdan û gelek pirtûk û destnivîsên wî bi xwe re birin.. Di roja 17/01/2009 an de, eynî hêzê çend hevalên wî yên ku pere di Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî kar dikirin girtin wek: Fewazê Kano û Zekî Ismaîl Xelîl girtin.. Pitî çendakî hevalên wî hatin berdan paê ew jî hat berdan.


Derwêê Xalibê Derwê ki ye? Nivîskar, zimanzan û rewenbîrekî kurd e. Ew di sala 1945 an de li gundê Tileîra êxan, nêzîkî Qamilo, çêbûye. Xwendina xwe li bajarê Qamilo û Hesekê xwendiye, xwendina bilind di endezyariyê de li Fransa û Çikoslovakiya bi dawî aniye. Ji xwendekaranên kurdên sûriyê yên pêîn bû ku çûye Ewropa ji bo xwendinê. Hejaye gotinê ku ew û Mûsa Anter pismamên hev in.
Ji pirtûkên mamoste Derwê ku hatine çapkirin:
- Lêkolînek berfireh bi zimanê erebî, di bin nave (Ebyat Xanî)de sala 1998 an.
- Jiyana Min A Kurdî: Bîranînên  rehmetî Dr. Nûreddîn Zaza, ji frasnsî wergerandiye Erebî, sala 1997 an.
- Elfabeya Celadet Û Pîvana Pêwistiya Tîpan Di Zimanê Kurdî de, Qamilo 2007
Hem jî gelek destnivîsên wê hene, ji bil hunandinên wî yên helbestî..
Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî:
   Ev komît di roja15/07/2003 an de, ji rex mamoste Derwêê Xalibê Derwê ve li Qamilo hatiye avakirin, bi taybetî ji bo fêrkirina keç û xortên kurdan, da ku zimanê bav û kalên xwe jibîr nekin û di warekî kurdî de xwedî bibin... Tevî ku  Derwêê Xalibê Derwê dijwariyên zor çetîn dîtine û dibîne, lê her di coga parastina zimanê kurdî de berdewam e.. Û wiha her sal agirt û qutabiyên komîtê zêde dibûn, kec û xort, ji hezkerên peyva kurdî  li dor kom dibûn..
   agirtên ku di bin sîbera komîta fêrbûna zimanê kurdî de xwe fêr dikin, di pênc qunaxan re derbas dibin, ew qunax jî evin: Seretayî, serbestî (bi du korsan e), rênivîs û rêzimanî.
   Vê komîtê 5800 bawernameyên seretayî yên fêrkirina zimanê kurdî li qutabî û agirtên herêmên ku kurd lê dijîn û bajarên ku kurd lê hene belavkiriye, wek: Qamilo, Amûdê, Dêrikê, Serê Kaniyê, Helebê, amê û Beyrûtê.. Hem jî vê komîtê belavokek bi navê ZIMAN û kovarek bi nave ZAR diweand:
Ziman:   Ev belavoka ZIMAN di bin vê durimê de dihat weandin: (Zimanê te nasnameya te ye) û (Fêrbûna Kurdî mercê serekî yê gelperweriyê ye) û di nav kurdên Binxetê de belav dibû. Anku belavokek rewenbîrî û mehane bû. Rêvebirî û amadekirin ji rex Derwêê Xalibê Derwê ve bû. Hejmara pêîn (1), Ji belavoka Ziman, di 12 adara 2004an de hatiye weandin, hejmara dawî (32)an di Berfbaranbara 2008 an de hatiye çap û bûye.
Zar: Ev Kovar jî rewenbîrî Civakî bû. Ji weanên  Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî bû û di bin berpirsyariya mamoste Derwêê Xalibê Derwê de amade û çap  dibû. Hejmara (0) di adara 2008 an de derketiye. Hejmara (1) di meha êlûna 2008 an de derketiye, hejmara (2)an di Berfbaranbara 2008 an de çap û belav bûye.
Mamoste Derwê evîndarê zimanê kurdî ye û wek ku evîndar e karekî bêdeng dike..

Qamilo, 24/02/2018

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark