Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: SALA NÛ…. Û PIRSINE VEKIRÎ

 


Vejîna Kurd

Nêzîkî heft salan e ku rewþa þer, pevçûn, bombebarankirin, wêrankirin, û talankirina gund û bajaran navnîþana herî berz û beloq li ser xaka Sûriyê ye, û di rewþa herî baþ de, milet di gola dorpêçkirin, buhabûn, hejarî û kêmbûna pêdiviyên jiyanê yên rojane de digevize.
  Di dema ku, devê birîna miletê Sûrî, kurd jî di nav de, hîn nehatiye hev, kela ceng û êrîþên hovane bi ser Rojavayê Kurdistanê de careke din dirje, nijadperest û xêrnexwazên Kurdan nameya mejiyê xwe ji miletê Kurd re diyar dikin.. û bi hemû awayan destdirêjiyê li ser xaka wê ya pîroz dikin.


Ji aliyekî ve gefên dewleta Tirk a ku navçeya Efrînê ji xwe re kiriye armanc, tank li dora wê civandine û armanc dike ku aramî û hêminiya wê têk bibe û hemû destkeftiyên kurdan ji holê rake. Li aliyê din jî  Eniyên El Nusra û komên ku pê ve girêdayî, bi bombebarankirinê, êrîþî gundên ku, li baþûr û rojhilata navçê dikin û di encamê de pir welatiyên sivîl birîndar dibin, hin jî jiyana xwe ji dest didin. Lê, miletê me, li hemû deverên Kurdî, pîlan naskiriye, û gihaye wê baweriyê ku, armanca wan neyaran ne tenê çandina tirsê di dilê gel de ye, lê mebest û daxwaza wan a sereke ew e ku, bingeha hebûna Kurd bidin ber talankirinê û herweha nexþeya Kurdistanê ji riwê zemînê rakin. Lewre jin û mêrên kurd li hember wa pîlana qirêj derketin û serî hildan û tîrêja berxwedanê li hemû deveran çîk da. Ango, bi gotineke din, em dikarin bêjin ku, dîroka gelê Kurd li Sûriyê, di van çend salên dawî de navnîþaneke nû li xwe kir.  Li gor bûyerên ku, qewimîne, û li gor xiþm û bêtarên ku bi ser miletê kurd de hatine û hîn jî tên de, hin pirs di derbarê kar û xebata tevgera Kurdî de xwe nûjen dikin.. Ma gelo ewê kengî li gor demê xwe biguhêrin; û li paþ xelkê xwe û pêdiviyên qunaxê nemînin ..? Ma gelo ewê kengî zanibin ku dem ne dema þerê navxweyî û nakokiyên partiyan e, dem ne dema ezezî û rastiya min û þaþîtiya te ye? kengî wê bêjin ku îro, piþtî ku, bi hezaran þehîd û birîndar bûn qurbana vê xakê, dem bû ya yekîtiya gel û  ajotina pirsa Kurdî bi ber ronahiyê de ye?!!
  Di nêrîna me de, ev pirs û hin pirsgirêkên din, di warê daxwaz û çareserkirina pirsa Kurd de, vekirî ne û bi xurtî li bersivekê digerin.. Ma gelo bersiv di nav rûpelên sala 2018an de heye?!!

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark