Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Seîd Yûsiv û Doktoraya Rûmetê ji Navenda Çanda Almanî li Beyrûtê

 


Konê Reþ

  Berî çend rojan navenda çanda Almanî a navdewletî li Beyrûtê, dîploma Doktoraya rûmet û rêzgirtinê dane hunermendê Kurd Seîd Yûsiv.. Di diplomê de wiha nivîsandine: (Wek kesayetiyekî giring, em rêzgirtinê ji karê wî re digirin ku wî karîbû giyanê hezkirin, bexþandin û nirxê mirovahiyê di cîhana huner û çandê de belav bike..)
  Wek ku diyare hunermend Seîd Yûsiv  ne tenê dengbêj û awazjene, belê ew helbestvanî çelenge jî.. Piraniya stranên wî ji helbestên wî ne û dor 8 dîwanên wî hene, ji wan bi tenê dudo hatine çapkirin..  Ew di nav gel de bi navê (Mîrê Tembûrê) hatiye naskirin û bajarê Qamiþlo bi navê stranek wî hatiye naskirin: (Qamiþlo bajarê evînê)..


  Ji 50 salî ve û bi berdewamî ew û strana kurdî bi hev re dijîn û bi hev re hatine hunandin..  Mîrê tembûrê Seîd Yûsiv di sala 1947an de li Qamiþlo hatiye dinyê, li Qamiþlo mezinbûye, lê xwendiye û jê dest bi hunerê kiriye.. Niha jiyana xwe di navbera Qamiþlo, Beyrûtê, Viyenayê de derbas dike..
Belê, bêguman ev xelat ji encamê ked û westandina hunermendê me ye, lê rola zimanê me û kultura me jî têde pir mezin e.. Dawî dibêjim: Bijî zimanê Kurdî, bijî Mîrê tembûra kurdî hunermend Seîd Yûsiv û sed carî ev xelat li bejin û bala te pîroz be.. pîroz be.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark