Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Panoramek ji Zaroktiya min

 


Konê Reþ

  Min zaroktiyek zor çetin, hiþk, gincirî û serberdayî, wek piraniya zarokên nifþê xwe, di nav toz û tirabêlka gund de derbas kir.. Di bin tirs, þîret û berwerdeya bav, dê û herdû pîrikên xwe de, min rojên xwe derbas dikirin.. (Pîrka min Sara an (Osena Nirsîsyan) ya ku bi koka xwe Ermenî bû û pîrka bavê min Nûra Keye). 
  Hingî piraniya me zarokan bi tena kirasekî bûn. Kirasê gelekan ji me qetyayî û bi pîne bûn.. Gelek ji me pêxwas bûn, her yek ji me qewsikek di qirika wî de daliqandî bû, dengê xiþxiþa xar û kaban ji bêrîka me dihat.. Li gor werzên salê me bi lêstik û yariyên kurmancî dikîst.. Her demsalek lîstik û yariyên wê hebûn.


  Di biharan de, em bi dayikên xwe re diçûn bêrîvaniyê û ji wan fêrî navê pincarên biharî yên ku têne xwarin dibûn wek: Harik, Tolik, sersipîk, kereng, xerdel, pîvok, qinêber, çavgank û penîrok û yên mayî.. digek ku me bi lîstikên têvel li ser bênderan û navtarên gund de dilîst. Hin caran me bixwe yarî û lîstik çêdikirin û bi wan dilîst; me li ser piþkoka û keçika li ser morîka dilîst.. Li ser peravên golên avê yên ku av di wan de dima ta bi dawiya havînê, me xanik û pêkerên ajalan ji heriyê çêdikirin.. Di gola tehtikên gundê Sada de, li besta Zixur, wek piraniya nifþê xwe ez fêrî avjeniyê bûm.. 
  Erê, ji ber cehalet û nezaniyê, min zaroktiyek bi qeyd û bend di nav berberî, çavnebarî û zikreþiya gundîtiyê de derbas kir..  Zîrevaniya rez û dexlên me ji ziyan û sewalên gundiya bikim.. Nêzîkî sînorê Serxetê û herdû þivên hesin nebim, da ku mayîn bi min de neteqin û cendirmeyên tirko tivinga bernedin min.. Siqêf û dijûnan ji zarokên cîranan re nedim, rêzgirtinê ji mirovên xwe û pîrejin û kalemêrên gumd re bigrim.. Û nerim mala filankes, bi zarokên bêvankes re nelîzim!
  Me zarokên gund, ji ber betalî û valabûnê, zêrevaniya hev dikir; diziya hev dikir, gelaciya hev dikir.. Gelek caran em ji hev dixeyidîn, çavreþî hev dibûn û di derhal de, em li hev dihatin û me hez hev dikir.. Ji betalî me çavnêriya wan rêkên ku dihatin gund dikir; kî hat gund, çû mala kê.. kî ji gund çû Qamiþlokê.. 
  Divîbû her sibeh, taþtiya karkeran bibim Besta Zixur.. Di çinîna dexlan de, divîbû avê ji palevaniya re bibim nav dexila çinînê û alîkariya palevaniya di danheva qefalên sap û çêkirina gidîþan de bikim.. Piþtî ku sap dihat ser bênderê, divîbû di gêrekirina wî sapî de li cencerê siwar bim ta ku gêran bi dawî bibe.. 
  Bi tenê xweþiya wê zaroktiya min, bi kûçikê min (Qesab) re derbas dibû; dema ku ez bi rêkê de diçûm, dida pey min, xwe bi min ve digihand û hin caran bi min ve radibû, li pêþiya min dibeziya, pey çûkan diket, kêfa min jî, ji kêfa wî re dubare dibû..
  Min zaroktiyek qurquçandî, ne wek zaroktiya ku niha tê xwestin derbas kir.. Zaroktiyek bi pirsyan e.. Di nav wê zaroktiya serberdayî û irf û adetên Kurmancî de, me di dibistanên Erebî de xwend û em fêrî zimanê Erebî bûn..
Qamiþlo, 22/11/2017

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.85
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark