Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Dr. Ehmed Nafiz Beg Zaza.. 1899 – 1968 Bijîşk û Wekatparêzê ku nayê jibîrkirin

 


Konê Reş/ Qamişlo
 
   Dr. Ehmed Nafiz Beg, yek bû ji wan têkoşer û welatparêzên kurdan yên ku navê wan tucarî nayê jibîrkirin di nav gelê kurd de û bi taybetî di nav kurdên Cizîrê de. Ji ber ku ew ji yên pêşîn bû di warê dermankirina xelkê Cizîrê de, wî ji tevan bêtir tilivên xwe li ser cihê êş û birînên xelkê danîn, di demekê de ku yên weke wî bijîşk  pir kêmbûn, mirov dikare bibêje ku nebûn. Belê vê dawîyê, piştî dor 30 salî ji hatina wî, du bijîşkên din ji kurdan di nav kurdên Cizîrê de peyda bûn, wan jî xwest li ser rê û şopa wî Dr. Nafiz bilivin, herdu jî ji zarok û nevîyên ew nifşê ku bi Dr.


Nafiz re heval û hogirbûn yek
Dr. Qasim Miqdad Cemîl paşa Diyarbekirî bû (di 13.10.1992/ an de li bajarê Qamişlo çûye ber dilovanîya zxwedê). Yê din Dr. Dara Arif beg Ebas bû. Van her sê doktoran, tev hêza xwe berdan ser saxlemî û rehetkirina can û bedenên xelkê Cizîrê bi tev nijad û netewên ku tê de dijîn, ji Kard, Ereb, Ermen û Siryan ve.
   Bi jîr û zîrekîyên xwe derman ji wan re danîn, û bi hezaran ji xizan û belengazan, ji destê nexweşîyên wek: Sorik, Xwirî, Tîfoîd, Melarya û êşa zirav parastin . . .
   Bêgûman Dr. E. Nafiz pêşewayê bijîşkên kurdên Cizîrê bû, di heyamê wî de qet bijîşk di nav kurdên Cizîrê de peyda nedibûn, hem jî, ji yên ku di pey re hatin zîrektir û zanatirbû, û bêtir bi êş û nexweşîyên xelkê Cizîrê dizanîbû. Ew xelkên ku ji ber nexweîşyên kirêt û gemurî bi hezaran dimirin.
   Di wî heyamî dûr de Dr. Nafiz xwe li nav xelkê Cizîrê girt û bi hezaran ji mirinê parastin. Her roj bi dehan zikqelaştin ji nexweşan re çêdikir, tevî ku zikqelaştin ne ji karê wî yê bijîşkî bû, belê ji neçarî bi wî karî jî radibû, ji ber tinebûna doktorên taybetî.
 
Dr. Ehmed Nafiz Beg Zaza Kî bû?
 
   Dr. Ehmed Nafiz beg kurê welatparêzê kurd Yusif Begê Zazî bû. Yusif Beg mirovekî kurdperwer û zîrek bû. Hem jî, halxweş û têr bû. Di warê olî de jî, zana û birewer bû. Li bajarê (Paxir Madenê) cîwar bû. Ew bajarê ku dikeve nav  bera wilayeta Diyarbekirê û Alezîzê de.
   Di dawiya çerxê 19an de, sala 1899an xwedê kurek dayê, navê wî kir/ Ehmed Nafiz /. Wî ev kurê xwe bi dilovaniyeke mezin xwedî kir.. Li bajarê Madenê û Diyarbekrê bi xwendin û zanîn da, ta ku xwendina xwe ya seretayî û orte kuta kir. Belê ji bo xwendina bilind û bi taybet xwendina bijîşkiyê, ew rêkir Stenbolê. Wiha Ehmed Nafiz xwendina xwe di bijîşkiyê de li Stanbolê kuta kir û lê jî, tevlî kerwanê welatparêzên kurdan bû. Bi wan re hevkarî di komel û bizavên kurdî de kir û têkilî bi piraniya welatparêzan re ava kir, nemaze malbata Cemîl Paşa û Dr. Fuad Hacî ibrahîm Efendî û hin ji Bedirxaniyan.
   Belê piştî ku Mistefa Kemal di cenga Yûnan de bi serket û ew mafê ku ji gelê kurd re, di peymana (Sîver) de, hatibû dan, di peymana / Lozan / de, di bin lingan de windakir, di wê hingê de sala (1923), bi navê Komala / Azadî / komaleke li Diyarbekirê hatibû avakirin, Dr. Ehmed Nafiz yek bû ji lebatên wê, hem jî bijîşkê leşkerî bû, di alayeke Tirkan de.
   Dema ku  Şêx Seîdê Pîranê, dest bi serhildana xwe kir, Dr Nafiz jî, digel bav û mirovên xwe beşdarî şoreşê bûn, lê mixabin şoreş beravêtî derket û bi hovitî xelekên kurd hatin kuştin, surgûnkirin û bi hezaran jî, hatin ajotin zindanan. di nav wan de Dr. E Nafiz û bavê xwe bûn.
   Di sala 1928an de, Dr. Nafiz wek gelekan ji welatparêzên kurdan ji zindanê hate der.. Tev heval û hogirên wî, ji bilî yên kuştî, binxetî Sûriyê bibûn û di komeleya Xoybûnê de kar dikirin.. Vêca wî jî dilkir ku xwe bi wan bighîne, nemaze piştî ku şoreşa Agirî jî, bi hovitîdi sala 1930ê de hatibû perçiqandin û serokên wê xwe li îranê girtibûn.
   Vêca ji neçarî, Dr. Ehmed Nafiz bi destê birayê xwe yê biçûk (Nûreddîn) girt - Hingî temenê Nûredîn 11 sal bûn- û di 1ê ilona 1930ê de derbasî Sûriyê, bajarê Helebê bû.
   Di wê hingê de jî, navbera hikumeta Fransî di Sûriyê de û Tirkan xweş bibû, û li ser daxwaza Tirka hikumeta Fransî piraniya welatparêz û rewşenbîrên kurdan li Şamê kom kiribûn, da ku dûrî sînorê Tirkiya bin.
   Vêca bi alîkariya wan kurdên surgûnkirî li Şamê, hikumeta Fransî rê dan Dr. E. Nafiz û birayê wî Nûreddîn (Dr. Nûredîn Zaza), bi çûna Şamê. Wiha ew jî li Şamê bûn mêvanê welatparêzê kurd (Elî axa Zilfo û Hisn Beg Îbiş Zaza ) û tevlî kerwanê welatparêzên kurdên surgûnkirî bûn wek: Mîr Celadet Bedir Xan, Ekrem Beg û Qedrî  beg kurên Cemêl paşa, Haco û kurên wî, Qedrî Can, Hemza begê Miksî, Memdûh Selîm Wanlî û Mistefa û birayê wî Bozan şahîn htd û di wê hingê de Dr. Nafiz bû endamek ji endamên (Xoybûnê).
    Belê piştî wê rûniştina bi zorê di Şamê de, bi dor salekê, fransizan rê dane wan kurdên surgunkirî bi vegera cih û warê xwe, bi şertê ku dûrî sinorê tirkiyê bin. Di hingê de Dr. Nafiz kilînîkek (bijîşkxaneyek), li Şamê, taxa Arnûs vekir. Û di rex karê xwe bijîşkiyê re serokatiya (Civata Arîkariyê ji Bona Belengazên Kurdan li Cizîrê) dikir. Di eynî wan salan de birayê xwe Nûreddîn di dawa mîr Celadet Bedirxan de sinet kir.. (Her ku ez diçim serdana Mîrzade Sînemxan Celadet Bedircan li Hewlêrê û behsa Dr. Nûreddîn Zaza dibe, ew dibêje: Kirîvo wilo û wilo.. Navê wî nabêje.. Bi tenê dibêje Kirîvo..) Ew civata ku li Sûriyê, di serê havina 1932an de, ji rex welatparêz, şex û axayên kurdan ve hatibû damezirandin. Hingê Dr. Nafiz serokê civatê bû li Şamê û li Cizîrê Hesenê Haco bû. Armanca wan ji avakirina wê civatê ku alîkariya wan kurdên birçî û tazî bikin, ewên ku ji ber tirkan revyabûn sûriyê.
   Di dawiya sala 1932an de, Dr. Nafiz bû bijîşkê hikumeta fransî û li gundê Eyndîwerê, nêzîkî sînorê tirkiyê û iraqê û kilînîkek lê vekir, da ku xelkên wê herêmê derman bike. Berî wî bi dor salekê, mamoste Hemza begê Miksî jî, li Eyndîwerê dibistaneke kurdî vekiribû ji bo zarokên kurdan fêrî ilm û zanînî û zimanê kurdî latînî bike. Dema ku kovara Hawarê di 15ê gulana 1932an de ji rex mîr Celadet Bedirxan ve li Şamê çap û belav bû, hingê Dr. Nafiz di (Quncika bijîşkî) de nivîsand û bersivên xwendevanên Hawarê yên tenduristî vedigerand.. Di du hejmaran de babetên wî hatine belavkirin. Di hejmara dudyan de, 1ê hizêrana sala 1932an de, di stûna feqehan di bin navê (Ta, Tawî û Tabir), û di hejmaran sisyan de, 15ê hizêrana sala 1932an di Quncikî Bijîşkî ni navê (Nexweşî û Dermankirin). Evin çend gotin ji nivîsandinek wî ya bi nave (Nexweşî û Dermankirin):
(Di bakurî suriyê de ji Cizîra Mîr Şeref heta rojavayî Cerablisê bi sedan gundên Kurdmancan û eşîrên kurdmanc hene ku bê diktorin, hêj tu dikror pê li wan nekirye. Hecî nexweş dikevin bi destên tebîbê kurdmancî têne derman kirin, carna lê kêm diçin bajaran û xwe nîşanê diktoran dikin.. Tebîbên kurdmancî, ev diktorên ha tiştan dizanin ko carinan bi kêrî nexwşan tên. Lê ne her gavê..).
Hawar, jimar:3 / 1932



  Di wê hingê de, Dr. Nafiz dihat naskirin wek bijîşkê Hawarê, hem jî bijîşkê Mîran û ji doktorên kurdan yê herî pêşîn e ku bi kurdiya latînî nivîsiye. Û Ta roja iro kem bijîşkên kurdan di vî warî de wek wî hene, tevî ku va salên dirêj derbas dibin.
   Dr. Ehmed Nafiz bi sincên xwe yên xweş û welatparêziya xwe a zêde, hişt ku tev heval û hogir hez wî bikin û dostaniyê pêre bajon. Vê yekê hişt ku cihê wî di dilê piraniya wan de çêbibe. Ta ku seydayê Cegerxwîn di helbesteke xwe de ji mîr Celadet Bedirxan re wiha dibêje:
Begê min serwerê min, ey Celadet
Şahê min, rêberê min pir edaled
…..   …..   …..   ……
Ji Nafiz beg bipirse ey begê min
Derman çiye ji bo derdê dilê min?
Birîndare ji ber daxa welate
Gelo derman heye jêre li ba te..
Hawar, jimar: 9/1932
Mela Ehmedê Namî jî, di derheqa pesnê Dr.Nafiz de wiha gotiye:
Bijîşkê xweş fîdakar û hinermend
Birûska hikmeta te çû Semerqend
Tû fexra miletê Kurdî delalo
Were sahtê bike derdim hevalo
Dixum sûndê bi Xanî, hem Cizîrî
Bi Hacî Qadir ê Koyî û Herîrî
Bi Kep û lêvê Cegerxwîn – bavê Xurşîd
Bi Zerdeşt û bi Cama destê Cemşîd
Me dilsojek nedîbû xayrî Nafiz
Yekî dî jî, Celadet begê Hayiz
Bese Namî çiqas pesnan dibêjî
Ji wan bêhtir hevalê te dibêjî
Çiko lawe ciwane pir delale
Dilovane bi can û mal û hevale
 (Ji dîwana Namî: Dazwazname, 1986)
   Di destpêka salên 1940î de, Dr. Ehmed Nafiz xwe li bajarê Qamişlo girt û têde kilînîkek vekir, bi şev û roj êş û nexwşiyên xelkên Cizîrê bi derman dan zanîn û her heftiyê, roja pêncşemê diçû bajarê Amûdê da ku xelkên wê herêmê jî, derman bike û wan ji nexweşiyên ku wê demê pir belav bûn, bi parêze. Ew nexwşiyên wek: xurî, Sorik, Êşa zirav, Tîfo û Melariya..
   Ta ku helbestvanên kurdan yê gelêrî jî, helbest avêtin ser halê xwe û zîrekiya Dr. Nafiz di dermankirinê de û gotin:
Derdê min pir girane
Çi derdekî yemane
Ez çûm ser textor Nafiz
Çi textorkî xemane
Bi derdê dila zane
Wextê li pîkê min nerî
Go: Wa Hisênkê Omerî
Êşa Tîfo li te dane
Derdê te pir girane…
   Di destpêka salên 1950î de, Dr. Nafiz jineke filleh bi navê Medam Ivon ji xwe re anî. Ji wê jinê sê zarok ji wan re çêbûn, kurek û du keç: kur navê wî Cem e, miha li bajarê Qahîre dimîne, keçek navê wê Hulya ye, niha li Keneda dimîne, jina yekî filleh e û keçek bi navê Leyla, niha li Beyrûtê dimîne.
   Di salên 1960î de, Dr. Nafiz nexwş dikeve, ji ber nexweşya xwe mala xwe bardike Helebê û li wir kilînîkek vekir, belê vê paşiyê nexweşî lê zor dike, vêca di sala 1968an de ji bo dermankirina canê xwe dice Beyrûtê, nexweşxaneya Amerîkî, lê mixabin, têde, Xwedê canê wî yê nazik distîne, bê ku kes ji dost û hevalên wî li ber serê wî hebin. Belê kebaniya wî (Medam Îvon), daxweazên wî bi cî anîn. Ew daxwazên ku her gav jêre digot; Divê ez li gundê Dugirê bême veşartin.
Kebaniya wî, termê wî ji Beyrûtê anî Helebê û ji Helebê tev heval û hogirên wî serwextî mirina wî kir. Xelkên Cizîrê jî, bi tev neteweyên ku têde dijiyan, ji Kurd, ereb, ermen û siryan ve, çûn pêşiya termê wî û ew birin gundê Dugirê, (Ku dikeve rojhilatî Qamişlo de bi dor 30km), spartin xaka sar û cemidî, di rex heval û dostên wî de wek: Haco, Abdulrehman axa Eliyê Ûnis, Hemze Begê Miksê, Haci Mûsa Begê Xuwêtlî, Hesenê Haco, Arif beg Abbas..hwd
   Wek ku me got, Dr. Ehmed Nafiz Beg, ji doktorên kurdan yên pêşîn bû di Suriyê de, hem ji yê pêşî bû di warê nivîsîna bi zimanê kurdî latînî de.
   Di roja iro de, nexweşxaneyek di bajarê Qamişlo de bi navê wî heye, hem jî bi dehan ji xelkên Cizîrê navê wî li zarokên xwe kirine û hêj nav û dengê wî di nav xelkên Cizîrê de belave. Sed rehmet li giyanê wî bibare, buhişt cî û warê be.
 
Jêder û perawîz:
1 – Tev hejmarên kovara Hawarê, tevî pêşgotina Dr. Nûreddîn Zaza.
2 – Dr. Nûreddîn Zaza, (Kurdên nejbîrkirinê: Hemze Begê Miksî), kovara Hêvî, hejmar 7/ 1990, Parîs
3 – Dîwana Namî: Daxwazname, Stokholim, 1986, rûpelê35-36
4 – Min ji devê van kesan nûçeyên derbarî Dr. Nafiz sehkirin û sûde ji gotinên wan ditiye ji bo vê nivîvê:
Mecîdê Haco, yek ji hevalên Dr. Nafiz bû, Şekîb yek ji hevalên kurê Dr. Nafiz bû, û mamoste Samî mela Ehmedê Namî..
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark