Konê Rež
Bi min xwež e ku em îro bi hev û din re 24
saliya koçkirina Apo Osman Sebrî bibîr bînin. Di rojek mîna (11.10.2017)de,
berî 24 salan apo Osman Sebrî ji nav me barkiriye.. Ew di sala 1905an de li
Kurdistana bakur çêbûye û di sala 1993an li Žamê çûye ber dilovaniya Xwedê û li
gundê Berkevirê, nêzîkî Derbasiyê hatiye vežartin. Sed mixabin, ku roja îro di
ser 25 rêxistinên Kurdên sûriye hene û tev ji bin kurkê wî hatine der, rojekê
yek ji wan neçûye serdana gora wî û kulîlkek li ser gora wî dananiye..!
Bi helkeftinê bi min xwež e ku ez helbestvaniya Osman Sebrî raxînim ber çavan: Wek ku ez serwextî jiyan wî me, bi tenê çend berhemên wî yên wêjeyî hatine çap kirin: Bahoz û Derdên Me/ 1956, vê pažiyê jî Bersiva Hoženg/ 1977. Di sala 1991ê de jî, rehmetî Hemrež Režo, helbestên wî di dîwanekê de li Almaniya dane çap kirin.. Li gor xwendina min ji helbest û gotarên wî re û li gor ku helbesta kurdî a nûjen bi wežana kovara Hawarê û helbestên mîr Celadet, Dr. Kamiran Bedirxan û Qedrî Can destpêkiriye, ez Osman Sebrî di pey Qedrî Can re dibînim, ango berî Cegerxwîn. Ji ber ku Bahoza Osman Sebrî berî Kîme Ez! a Cegerxwîn çap û belav bûye. Eger Cegerxwîn bi dîwana xwe Kîme Ez/ 1973, wek helbestvanekî nûjen hatibe nas kirin, Osman Sebrî berî wî bi gelekî, ji heyamê Hawarê ve wek helbestvanekî ku li ser žopa Qedrî Can dikulkulî, hatiye naskirin. Lê di baweriya min de herdu jî (Cegerxwîn û Osman Sebrî) ji kilasîkan e û pirek qewînin di navbera kevin û nû de. Ji ber ku pirraniya helbestên wan kilasîkî ne, bi tenê hin caran nûjen hunandine.. Eger Osman Sebrî di hunandina helbesta nûjen de berdewam kiriba, bêguman wê, ew mîrê helbesta kurdî a nûjen ba berî Qedrî Can.. Lê mixabin siyasetê ew di nav pêlên xwe de revand û wiha dûrî wêje û toreyê ket… Dawî ez dikarim bibêjm ku hersê jî (Qedrî Can, Osman Sebrî û Cegerxwîn), di warê helbesta nûjen de žagirtên mîr Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan in, ewên ku serwextî nûjeniya toreya Ewropî bûn û wan žagirtên xwe bi wê nûjeniyê fêr kirin…Wek wefadarî ji bîranîna wî re, ez ve helbesta wî ya ku bersiva Qedrî Can daye, ji bîranîna wî re dikim diyarî:
|