Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: PKKź ū tźgeha “bakur-bažūr”

 


Hoženg OSÊ
 
Ji sala 1990î heta 2002an, bi dehan kadroyên xort û keç yên binxetî "Kurdên Sûriyeyê" di nava PKKê de hatin kužtin û "tasfiye kirin" bi bihaneya ev kes "xayîn in, cudaxwaz in, perçebûnê di nava rêxistinê de çêdikin û di navbera kurd û Kurdistanê de tekez bikin û sînorên perçeyên Kurdistanê kûr bikin û têgeha bakur û bažûr di nava rêxistinê de belav dikin...û hwd". kengî ev tawanbariyên bêserî, bêbinî û bêdawî dihatin bikaranîn? Tenê dema kadroyên binxetî nerazîbûnên xwe di derbarê bikaranîna zimanê tirkî ji aliyê kadroyên serxetî (bakurî) ve, didan nîžandan. Yan jî dema kadroyên kurdên Sûriyê dipirsîn: Em jî PKK û apocî ne, lê çima tenê kurdên serxetî berpirsên payebilind in?.


Tawanbariya "belavkirina têgeha bakur-bažûr" êdî bûbû benîžtê devê gelek kesan. Kî ji kê nerazîbana, vê tawanbariyê bi wî ve pelçîm dikir. Ya herî xerab û pîs ku PKKê di nava kadroyên binxetî de hest û rewžeke polîsî peyda kiribû ku her yek li ser hevalên xwe yên din sîxurî û "casûsî" bike, da ku xwe bi partiyê bide qebûl kirin ku apocîkî ji dil e û kadroyekî/ê girêdayî partiyê ye û ne "bölgeçiye" herêmperest e.
Bi rastî, di wan çaxan de 1990-2000, yê ku têgeha bakur-bažûr di nava endamên rêxistinê de çand, PKKê bi xwe bû. Mînak, pižtî ku kampa "Bekaê" li Lubnanê, sala 1992an hate girtin, PKKê 2 kampên ležkerî, di bin žopandin û çavdêriya istixbaratên rêjîma Sûriyê de, li Žamê çêkirin, yek bi tirkî, li gundê "Žebi`a" li ser rêya firokxaneya navnetewî a Sûriyê bû, kampa din jî qažo bi kurdî, li bajarokê "Sehnaya" bû. Kadroyên ku li kampa "Žebi’a" perwerdeya xwe bi zimanê tirkî didîtin û kadroyên li kampa "Sehnaya" qažo perwerdeya xwe bi zimanê kurdî didîtin. Öcalan û piraniya berpirsên PKKê yên payebilind li kampa "Žebi`a" diman. Baž e, ev kiryar tê çi wate yê? Gelo nayê wateya perçekirin û cudakirina bakuriyan ji bažûrî û rojavayiyan?
Min di nivîseke xwe de berî niha jî gotibû: Dema Öcalan hat revandin û girtin, konseya serokatiya PKKê hat avakirin, ji 7-8 kesan pêk dihat, hemû serxetî (bakurî) bûn, yekî tenê jî ji nav wan ne ji kurdê Rojava, Bažûr û Rojhilat bû. Ma ev tê çi wate yê?
Pižtî ewqas sal ji žerê li dijî têgeha "bakur-bažûr" û pižtî ewqas kes bi vê tawanbariyê, PKKê ew kužtin, hema salek di ser girtina "Serok Apo" re derbas nebû, Öcalan ji PKKê xwest xwe "fesih" bike û navê xwe biguhere û çar partiyan girêdayî xwe damezirîne. Wê çaxê, konseya serokatiya PKKê peywera avakirina van partiyan da, Osman Öcalan jî, PYD û PÇDK avakirin û ji bo bide diyar kirin bê çiqas "rêz û rûmetê" ji gelê rojhilatê Kurdistanê re digire, Osman Öcalan çû navê destgirtiya xwe (ku pižtre bû hevjîna wî, û hevdû berdan jî); Jiyan, li partiya kurdên rojhilat kir: "Partiya Jiyana Azad a Kurdistan - PJAK". ango eger Jiyan li binxetê bana, dibe ku Osman Öcalan navê "Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)" bikira Partiya Jiyana Demokratîk - PJD. Lê mala Xwedê ava Jiyan ne ji binxetê bû.
Bi gotineke din; pižtî PKKê, PYD çêkir û pižtî çîroka "Žoreža Rojava" da pêž û "xweseriya demokratîk" li rojavayê Kurdistanê da nasîn, wan hemû kadroyên binxetî-rojavayî, ku bi tawankirina belavkirina têgeha "bakur-bažûr" hatin kužtin, divê PKK lêbûrîna xwe ji wan žehîdan, yeko yeko bixwaze.
Gelek hevalên min ku gerîla bûn, ji min re gotin di salên 90î de, dema pirs derbarê žervanekî/ê; "Ev kî ye? Ji kû ye?" dihat kirin, eger ji bažur ba, digotin: Bažûriye, ji rojhilat ba, digotin; ji rojhilat e, lê ji rojavayê Kurdistanê ba, digotin "sûryelî ye." Heta niha jî, têgeha "sûryelî" di nava PKKê de tê bikaranîn.
Berpirsekî payebilind yê PKKê heye navê wî Riza Altûn e. Ev camêr, gotineke wî ya pir naskirî li ser kurdên binxetê heye. Altûn wisa dibêje: "Kurdê herî baž û saxlem yê li Sûriyê, ez dikarim wî bi 100 dolarî bikirim". Hemû kevne PKKiyên ji binxetê yên "sûryelî" vê gotinê bihîstine û baž dizanin bê Altûn û yên din çi dianîn serê kadroyên kurdên ji Sûriyeyê. Lê derbarê van nêzîkatiyên çewt û ne baž, en Riza Altûn û PKKê nûnertiya kurdên serxetê dikin. Yê nûnertiya kurdên serxetê dikin, nivîskarên weke Firat Cewherî ne. Dibe ku nivîskar û romanûsekî weke Firat Cewherî nizanibe bê di nava PKKê de çi bi serê kadroyên kurden binxetê hatiye kirin, yan jî nizanibe bê PKKê çi bi serê kurdên binxetê aniye, lewma di nivîsa xwe a 12.06.2017an bi sernivîsa "Rojava" de bi wîžêweyê xwež û camêrane li ser vî bežê Kurdistanê axiviye û nivîsandiye. Ji bo ku Cewherî yan jî nivîskarekî/ê din ji serxetê rewža me û tižtê ku PKKê aniye serê kurdên binxetê baž nas bike, divê ev nivîskar, binxetî bin û çend sala di nava PKKê de mabin, da ku rastiyê bibînin û janên "Rojava" baž têbighêjin û nas bikin.
--------------
Jêder: rojnama Basnews
 

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahī Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark