Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Hevkariya partiyên kurdistanî yên Elmaniya (HEVKARî) piştgiriya biryara encamdana rêfrandumê ya ji bo serxwebûna Kurdistanê dike

 


Partiyên siyasî yên Herêma kurdistana Federal di roja çarşemê, 07-06-2017, di civînekê de bi amadebûn û serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê berêz Mesûd Berzanî, li ser destnîşankirina rapirsina giştî (rêfrandom) ya derbarê sexwebûna kurdistanê, ango ji Îraqê cudabûnê biryareke dîrokî standin û roja 25 Ilonêsebtember 2017 wek roja referandumê eşkere kirin. 


 Ev biryara û referanduma di heman demê de, safîkirina deverê veqetandî yên ku hetanî niha ne di bin desthilatariya Hukumata Herêmê da bûn jî, hildide nava vê çarçowa referandumê.
 
Em Hevkariya partiyên kurdistanê li Elmaniya-(HEVKARî) bi yekcarî piştgiriya vê biryara dîrokî ya partiyên siyasî ya ji bo encamdana rapirsiyê derbarê serxwebûna Kurdistanê û cudabûna wê ji Îraqê dikin. Em tekez dikin ku ev biryar pêngavek dîrokî ye, ber bi bidestxistina mafê çarenivîs yê gelê kurdistanê yên rewa diçe. Damezrandina dewleteke serbixwe wek tevaya gel û netewên cîhanê yên azadîxwaz mafekî siruştî û rewa ye. 
Em wek HEVKARî daxwaza piştgiriya vî mafê rewa ji bo Başûrê Kurdistanê ji tevaya gelê kurd û partiyên herçar parçeyên kurdistanê dikin. Heman demê de em bangî Cîvaka Navdewletî (NY) û tevaya hukumatên dewletên demokratîk dikin, ku piştgiriya vî mafê rewa ji bo gelê me yê Başûrê Kurdistanê bikin.   
Gelê kurd yek ji kevintirîn gelê navçeyê ye û xudanê roleke dîrokî ye di warê avakirina şaristaniya navçeyê û misogerkirina aştî û seqamgeriyê di navçeya rojhilata navîn de. Ji bo vê şaristanî û tevjîyanê bi hezaran pêşmerge şehîd daye hêjî dide. Di berxwedana ji bo azadî û serxwebûnê, ji bo jîyaneke wekhev gelê kurd tim û tim bi jenosid, komkujî, sergonkirin û birçûbûnê ve rûbirû maye. Îro jî bo azadiya xwe di çeperên dijberiya rêxistina DAIŞê ya terorîst, ya ku ji bo tevaya cîhanê û mîrovatiyê bûye gef û metirsiyeke mezin peşmergên Kurdistanê berxwe didin. Ev berxwedana ji bo tevaya cîhanê ye û hêjayî alîkariyeke mezin e.  
 
Herwiha, em wek Hevkariya partiyên kurdistanê li Elmaniya (HEVKARî), piştgiriya biryara partiyên siyasî ya ji bo dubare aktîvkirina parlemanê kurdistanê û çareseriya pirsgirêkên siyasî dikin, ji bo peydakirina zemînekî berfireh ji bo rêkeftina biryara niştimanî û terxankirina bizavên zêdetir ji bo başkirina rewşa jiyana xelkê kurdistanê û çareserkirina qeyrana abûrî ya fermanberên hikûmeta herêmê.
 
Di heman demê de, em supasiyeke bêsînor arasteyî pêşmergên qehreman dikin, ku ew li pêxema azadiyê û nexşîna sînorên kurdistanê bi xwîna xwe dikişînin û bi ked û xwîna hezaran şehîdan dane.  
Em gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê jî silav dikin û bi hêviya ku, roja 25 Ilonê 2017 bibe şahiyek niştimanî ji bo pêşî lê vebûna Kurdistaneke serbixwe, azad û demokratik.  Dubare, em tekez dikin, ku bimînin emek û wefadar ji gelê xwe re, ji şehîd û ji pêşmerge û ji malbatên şehîdan re û bi destekî kar bikin û hemû bizavên xwe terxan bikin ji bo serxistin û serkeftina vê pêngava pîroz. Em carek di ji bo vê biryara dîrokî ya biyekdengî tevaya partiyên xwe  û kêmneteweyên başdar pîroz dikin. 
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark