Merwan Berekat
Biskên badayî
Bi bihna beybûnan
Bîrvebirin î... tu
Biriwên bazdayî
Bilbila beyaran
Barînnaz î... tu
Bangîna berdayî
Bagera birînan
Balkêþa bê yî... tu
Bi bejina bûkanî
Bawiþka buharan
Berbangnew î... tu
Binefþa li benê
Baweþîna bextan
Bedenbedew î... tu
Bexþ û bextxweþî yî
Banoka birînan
Bêje beya kê yî... tu?