Samî Mela Ehmedê Namî
Gelo Rezoyê Osê di
pirtûka xwe ya bi navê ”Berhemên Rezoyê Osê Koma 1 , rûpel 16”, de çi daxazê li
nivîskar û rexnevanên zimanê kurdî dike?.
Rezo dibêje:
… Eger em dixwazin
pêþketinekê diyar û berçav têxin wêje, çande û tora Kurdî de /bi kêmanî zaravê
Kurmancî /, divê em bi hev re hiþk bin, lê ji hev re ne serhiþk bin. Divê bi
hiþkî gewre û dilekî mazin li rexne û rexnegirtinên hev binerin û wan bi
dilxweþî, bi dilþadî wergirin, Ji ber ku gava pêþî di riya pêþketina torevanî
de, bi vî rengî dest pê dike.
Lê eger em bi bihntengî û sergermî bi hev re bimeþin, wê firaza me ne paqij be, wê qezincên me beyhode bin û wê ziyanên me jî pir û mezin bin. Em in, hêvî, em in mûjde, di vê taristana toreya Kurdî de. Belê. Li gor kar û zanîna xwe, em dikarin vê taristanê, bi mûm û findan, ji hev bela bikin. Lê divê ku em, vî agirî, di þerên beranî de, bi bedena xwe nexin. Îro roj karin hêja, di vê riyê de, dibin. Lê mixabin ku xav û xil, ji ber ku bê semyan in, dimînin. Loma "Pezê bê þivan diterqe" û ” Hespê bê reþme nayê ber bêr”. Wilo jî, ”Ava cobaran nekevê makeciwê, winda dibe”. Belê, divê em xwe ji warê bêsemyanî û windakirinê derxin… Rezoyê Osê Di esmanê wêjeya kurdî de Rezoyê Osê bi pênûs û nivîsandinên xwe weke stêreke geþ zindî maye û wê bimîne.
|