Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji dîroka kurdî / kesayetî û helwest.. Xelek 24 .. Zanyarê Kurd Mela Idrîs Bedlîsî .. Rawêjkarê sultanê osmanî Selîmê yekemîn

 


Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer
 
(Cih û jînenîgarî)
Mela Idrîs, di serdema osmaniyan de, navdarekî Kurd bû, navê wî li gel bûyereke dîrokî giring, ku sala (1515z) qewimiye, hevbest e; mebesta me ji wê bûyerê ew e, ku wî pêşewayên mîrnişîn û êlên Kurd ên xweser bi otonomiyan bin sîbera dewleta osmanî  de bawerkirin dan. Berî em jînenîgariya wî dinerin, ka em bajarê Bedlîsê binasin.


Bajarê Bedlîsê: Bajarê Bedlîsê li navenda îyaleteke bakurê Kurdistanê ye (li goşeya rojhilat/başûrê Tirkiyê dive) û îyaleta Wanê dikeve navbêna wê û başûrê Kurdistanê. Zanyariyên li ser vî bajarî, ku di destên me de ne, em ji dîrokzan mîr Şeref Xan werdigirin.
Navê vî bajarî (Bedlîs)e ne (Bitlîs)e,Iskenderê Mekdonî, sala (331bz) li ser riya talana împeretoriya farisî, tê re derbas bû, heyam û xweşikiya ba û ava wê li kêfa wî hat, vê lomê wî ferman da rêvebir (Bedlîs) da keleheke zor hêzdar li wê deverê ava bike, û ew keleh bi navê (Bedlîs) binav kir. Lê mîr Şeref Xan nade xuyakirin, ku rewşa bajêr, berî avakirina kelehê ҫawa bû; gelo cihekî vala û kes lê nebû bû? Yan gundek, an bajarek bû? Navê wê ҫi bû?

 
(Şûna bajarê Bedlîsê di nexşeya Tirkiyê de)

Riyeke bazirganî û leşkerî giring di Bedlîsê re derbas dibe, û Azerbeycanê, Amedê, Mûsilê, Kîlîkiya û delavê derya ya Spî pev re girêdide, û du ҫiyayên hêzdar jî derdora wî dipêҫin. Keleh di navenda wî de li ser ҫiyakî ava bûye, û sê sûrên wê hen in. derbenda kelehê li tevayê rojavayê Asiyayê bêhempa ye, deh mirov dikarin rê li ber hezar hêrişkeran bigirin, û nehêlin ew derbasbin hundirê wê, û ji ber ku cihê 
(Dîmenekî keleha Bedlîsê)

Mîr Şeref Xan dibêje jî, nişteciyên bajêr Kurd û Ermen bûn, û piraniya neşteciyên gundewaran Kurd bûn, û nişteciyên Bedlîsê wêrek û camêr in, bi camêrî mêvanan pêşwaz dikin, li her gundekî, hema ji du – sê malan be jî, ku Kurdên misilman he ne, mizgeftek hatiye avakirin, û her mizgeftekê îmamek û azanbêjek jî he ye, nimêja komel tê de dibe, û niştecî jî mercên îsalamê bi cih tînin. Bedlîsê gelek zanyar jî peyda kirin.

 
(Bedlîsa nû di dema zivistanê de)

Hukumdarên Bedlîsê bal bi ser avakirina mizgeft, dibistan, tekiyên sofînizmê, xan, serşok û qentereyên avê de kişandin, li bajêr (21) qentereyên avê hatine avakirin, hemî jî ji latan hatine avakirin, bo xelkê di ser wan qentereyan tevbigerin, da astengî nekevin ber ҫûn û hatinê, û dibistanên wê bi xwendekarên zanistên olewerî dagirtî nin, û mamosteyên wan jî zana û rewanbêj in, ji hêla zanînên olewerî û zanistî de karînên wan bilindin, û her weha gelek ҫêkernasên xwedî karînên payebilind jî li vî bajarî hen in.
Jînenîgariya Mela Idrîs:
Navê wî Idrîs kurê Husameddîn Elî ye حُسام الدين علي, ji bajarê Bedlîsê ye, jê re dihate gotin (Mewlanaمولانا ) û (Idrîs El-Hekîm / Idrîsê pendiyar), li bin helbestên xwe nasnav (Emîrek) datanî, di nava malbateke dîndar, ku giringî dida zanîn û sofîtiyê de mezin bû, bavê wî Mela Husameddîn mezinekî rêbaza Nûrbexşîyê bû (navê vê rêbazê ji navê Mihemd Nûrbexş êمحمد نوربخش  ku sala (1465z) miriye, hatiye birin), ew jî rêbazeke sofîtiyê ye, di navbera rêbaza şîe û ya sûnne de ye, û bermayên Yezdaniyê jî tê de he nin. Pirtûkên Mela Husameddîn yên olî û sofîtiyê bi zimanê erebî he nin, pirtûka “Camîî tenzîl û teiwîl جامع التنزيل و التأويل ” û pirtûka “El-Kenz El-Xefî fî Beyan meqamat Essofîالكنز الخفي في بيان مقامات الصوفي ” ji pirtûkên wî ne. Di nivîsên fermî de jêhatî bû, di dîwana dewleta (Aq qoyunlo / Berxikê spî) de karmend bû. 
Me dîroka rojbûna wî di jêderan de nedît, heye ew di salên şêstiyên sedsala (14z) de ji dayikê bûbe, ji ber ku  jînenîgariya wî dide xuyan, ku ew nivîskarê dîwana sultan Yeqûb Bin Ozonê Aq-qoyunlo bûيعقوب بن حسن أوزون آق قويونلو , yê ku di navbera salên 1479 – 1490 z hukumdar bû), ev yeka jî dide xuyan, ku ew wê hîngê gihîştî bû, li ber destên bavê xwe hîn Qur-anê û zimanê erebî û zanistên olî bû, û paşê jî xwendina xwe li dewleta Sefewî bi dawî hanî, di nivisandina nameyên fermî yên dewletê de jêhatî bû, navdengiya wî ya wêjeyî li gelek deveran deng veda bû.
Mela Idrîs cara pêşî nivîskarê (sekretêr) sultan Yeqûb Bin Hesen Ozonê Aq-Qoyunlo bû, û pileya fetwayê bi dest xist, û di karê xwe de hilkişî pileya (nîşancî) ango (hilgirê muhrê), ev jî bi qasî pileya (Wezîr / şalyar) bû. Dema dewleta Aq-Qoyunlo li hember Şah Simaîlê Sefewî  اسماعيل الصفوي gêr bû, ew tev li Şah Siamîl bû, û pileya Muhurdar (hilgirê muhrê) bi dest xist; ew jî bi qaserî pileya (nîşancî) bû.

 
(Şah Simaîlê Sefewî)

Mela Idrîs, bi sedema polîtîka Şah Simaîlê Sefewî ya şî-îperest, dest ji karê xwe yê li ba wî dikir, berda. Berî vê jî wî nameyek bo sultanê osmanî Bayezîdê duwemîn بايزيد الثاني (1481 – 1512z hukumdar bû), bi navê sultan Yeqûb Aq-Qoyunlo nivisandibû, şêweyê nivîsîna wî li xweşiya sultanê osmanî hatibû, û hewl da, ku wî bîne ba xwe, vê lomê sultan Bayezîdê duwemîn ew hanî ba xwe, û sala (1502z) nivisandina dîroka dewleta osmanî terxande wî, wî jî pirtûka “Heşt bihişt” nivisand. Ev pirtûk ji nêzîk heyştê hezar malikên (xêz) helbestî pê tê.

 
(Sultan Bayezîdê Duwemîn)

Di serdema sultan Bayezîdê duwemîn de, Mela Idrîs di gelek pileyên fermî de kar kir, û di serdema sultan Selîm kurê Bayezîdê duwemîn de navdengiya wî bilind bû, vê lomê sultan ew ji xwe kir rawêjkar (şêwirmend), û piştî cenga Ҫaldîranê (1514z) ew bi xwe re bir cenga dij dewleta sefewî, û talana weltê Şamê û Misirê (1516, 1517 z), û pileya (dadgerê artêşêقاضي العسكر) bi dest xist, û sultan jî ji bo metirsîtirînên karên dewletê, yên rêvebirinê û leşkeriyê û polîtîkê bi wî dişêwirî. Mela Idrîs ev rewşa xwe bi kar hanî, û pêşewayên Kurd ber bi xwe da hanîn, ji ber ku ewana rêza kesayetiyên olewer digirtin, bi ser de jî Mela Idrîs karînên leşkerî jî di karên, ku jê dihatin xwastin de, diyar kirin, û hin caran dibû serkêşê artêşa osmanî li hember dijminan.

(Sultan Selîmê Yekemîn)

Mela Idrîs xweziyên polîtîkî mezin hebûn, heye (belkî) ku ҫavên wî li hukumdariya hin îyaletan, an jî li pileya şalyariyê bûn, lê xizmetkariyên wî yên pir û giring ew negihandin wan xweziyan, vê lomê ew bêhêvî bû, û hest kir, ku neheqî lê bûye. Ev rewşa wî ya derûnî di helbestekê de, ku bi zimanê farisî (wê hîngê zimanê wêje bû di dewleta osmanî de) nivisand, diyar bû, tê de ji sultan Selîm re dide xuyan, ku tawanbar bûye, û wê xwe bavêje bextê Şah Simaîlê sefewî. Malika dawî ya wê helbestê vê wateyê dide: Kesê, ku kanîbû hilkişiya ezmanê zanistan, ҫawa li payebilindiya Idrîs mukur nayê?!
Vê lomê sultan Selîm xeyidî, û ferman derxist, ku ew ji Misirê bo Îstanbulê, bi geştiyeke cenganî, were bidûrxistin. Li Îstenbulê guh nedane wî, ta ku sala (1520z), di pey mirina sultan Selîm re bi kurtedemekê  ew jî mir, û di hewşan mizgefta (Zeyneb Xatûn)ê de ku efreta wî Zeyneb Xatûnê ava kiribû,  hate gorkirin.
Mela Idrîs pirtûkên curbecur he nin, hinek ji wan: Pirtûka “Heşt bihişt” ku jê re “Tarîxa Al Osmanتاريخ آل عثمان ” jî tê gotin, û pirtûka (El-Heywan /الحيوان Sewal), û “Selîmname” ku hem helbest e, hem jî pexşan e, tê de jînenîgariya sultan Selîmê yekemîn nivisandiye, lê bi dawî nehanî, û pirtûka “Mîr-atulcemal / neynika ciwaniyêمِرْآة الجمال ”. Ji bo dîroka mirina wî boҫûnên cuda he nin, û tê gotin, ku ew sala (1520z) an (1524z) mirî.
Jêder:
1.El-Emîr Şerefxan Bedlîsî: Şerefname, rû 544-546, 549, 553, 573.
2.Simaîl El-babanî: Îdah El-Meknûn, 3/352, 458.
3. Hacî Xelîfe: Keşfuzznûn, 1/281, 283.
4. Dr. Se-idî Osman Herûtî: Kurdistan we El-Împeretoriyye El-Osaniyye, rû 49-52.
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark