Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Helbestvan Cano Şakir û dîwana Şeva Tirsê.. Pira di navera Penaberiyê û Welat de

 


 Konê Reş

Doh, bi dîtina gelek heval û hogiran kêfxweş bûm. Di nav wan de helbestvan Cano Şakir.. Piştî ku me xatir ji hev xwest, camêr dîwana xwe a dawî (Şeva Tirsê) diyarî min kir.
Berî kêlîkekê min xwendin dîwana wî bi dawî anî û hema dêrekt min dest bi van çend gotinan kir:
Cano Şakir yê ku di sala 1974an de li gundê Til Xatûnikê çêbûye, xwendina seretayî li gund, navendî li Tirbespiyê bi dawî aniye û pêre xwe di nav çand û hunerê de dîtiye, ta ku di sala 1997an de derketiye Elmaniya û wek penaberekî jiyana xwe lê derbas dike. Belê her ew bi ziman û kultura bav û kalên xwe ve girêdayî maye û di encam de du pirtûkên wî di weşanxaneya (AR)ê de hatine weşandin: Dîwana (Rojava) û komek çîrok bi navê (Rêwîtiya Ber bi Avê). Belê sebaretî vê dîwana wî (Şeva Tirsê), eva ku di nav destê min de ye, berhema wî a sêyemîn e, ew jî di weşanxaneya Arê de, sala derbasbûyî 2015 hatiye weşandin.


 Bi xwendina helbestên vê dîwanê re, ji min ve diyar bû ku Cano Şakir bi bedena xwe li Elmaniya ye, lê her ew bi huş û xeyalên xwe li welat e, nikare dûrî Til Xatûnkê, Tirbepiyê û Qamişlo jiyana xwe a normal derbas bike.. Vêca di helbestên xwe de bi hewildane ku xwe bike pirek di navbera penabiriyê û welatê xwe de.. Bê rawestan hewildide ku herduyan dike yek! Di baweiya min de ev hewildana wî, ji reseniya wî ye, ji eşqa welatê wî ye û ji welatperweriya wî ye..
Ji xwe hewcedariya me bi kesên wek wî welathez heye, berî gelek kesên din. Ez ji dil serketinê ji helbestvan Cano Şakir re hêvî dikim û hêviya berdewamiyê jê dikim.
Qamişlo, 24/12/2016

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark