Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Mele Nuredîn Yekta : Kurdên Bakur ji netewa xwe pirr dûr in

 


Hevpeyvîn Bi Mele Nuredîn Yekta re
 
Amadekar: Cankurd   /  11.11.2016
 
Hêja Mele Nuredîn Yekta, di serî de wê bo gelek xwendevanan baştir be, ku tu bi xwe, ji wan re xwe bi kurtî bidî nasîn, ji aliyê ramanî, siyasî û wêjevanî ve, de fermo birayê delal.
 
Ez 24 ê Adar a sala 1957 li Bakurê Kurdistanê, li bajarê Mûşê hatime dunyayê. Min di şeş saliya xwe da dest bi xwendina medresê kir. Dûvra min dibistana seretî li gundê xwe xwend û derketim medresan. Bi xwendina medresan ra min Îmam-Xetîb jî xwend. Sala 1978 anda li bajarekî me Kurdan bûm îmam.
Dûv ra ji ber meseleyên siyasi gelek caran hatim binçav û sirgûn kirin û ceza dane min. Va bû 20 sal e ku li Almanya dijîm.


 
Pirs 1: Bo çi ev partî, Partiya (HAK), û di nav gelê Kurd de gelek part û saziyên dî hene, ku mirov dikane di nav de cîh bigire. Tu li ser partiya we piçekî şirove bikî wê baş be?
 
Di Tirkiye û di Bakurê Kurdistanê da, gelek partî û rêxistin hene, lê em rastî rêxistineka taybet ji bo Kurda nahatin. Derê hemî rêxistinan ji endamîtî û berpirsiyartiya Tirkan ra vekiriye. Heya hinek ji wan bi Tirkan tên îdare kirin, hinek ji wan ji boy çepên Tirka aciz nebin navên Kurd û Kurdistanî bikar naynin.
Yên îslamî jî dîsa berpirsiyarî ji Tirk û Kurdan pêktê.
Ku mirov bi kurtî bêje, partiyên Kurda yên sosyalîst girêdayê sosyalîstên Tirka, yên îslamî jî hevalên Tirka ne. Çi biryar werin dayîn, gerek riza Tirkan jî pê hebe. Mixabin tu Tirkekî ne bi federalî ne jî bi serbixwetiya Kurdistanê razî nabe. Li cem herî qencên wan jî mafên kollektif nadin Kurda.
Bi vê minasebetê, me xwest ku em rêxistinek ji Kurda avabikin. Serbixwe be, girêdayî bi tu dewlet û rexistinan nebe. Berprisiyar û endamên wê hemî Kurd bin, daku bikaribin bi awakî Kurdî karekî bikin. Lewra şêwra bi Tirk û Ereban ra nahêle ku mirov bi eqlekî selîm derbarê pirsa Kurd û Kurdiastanê da biryarekê bide. 
 
Pirs 2: Piştî lêdana leşkerî, ya ku bi ser neketiye, li gor çavdêriya gelek pisporên siyaseta nêvneteweyî, Serokê Türkiyê bizava xwe dike, ku sazmaneke siyasî ya li gor dîtina xwe ya kesanî di welêt de pêda bike. Hûn li ser lêdana vala derketiye, eger û bûyer û encamên wê çi dibêjin? Ev rewş ku ve diçe?
 
Di bawerî ya min da, ev darbe (lêdan) leşkerî plan û programekî bû ji hêla Serok komarê Tirkiye û Partiya wî va hate lidarxistin. Lewra ta niha darbeka wiha bê mêjû li Tirkiyê kesî nedî bû. Tu darbekî panzde roj berê ji hêla hikûmetê va nahatibî sehkirin! Tu darbekî saet di 22:00 dest pê nekiribû. Tu caran gelên Tirkiye wiha li hember darbekî derneketibûn.
Vaya plan û programek bû, ku pê hemî mixalifan bipelçiqînin û bêdeng bikin.
Di baweriya min da, program wek hatiye danîn dimeşe. Serok komar û dewleta kûr bi hev kirine. Ger ji hêla Amerîka û terefdarêm Amerîka darbeka din çênebe (ku nebawer im çêbe) wê Li Tirkiyê cumhuriyeta nû were avakirin. cumhuriyeta yekem ya laikan bû, ya duduyan jî wê ya islamîstên faşîst yên Tirkan be. Çawa di cumhuriyeta yekemîn da tu mafek nedan Kurda, di ya duduyan da jî, ji Kurdan ra tiştek tune be!
 
Pirs 3: Em dibînin, ku Serokê Türkiye, Kurdan jî wekî cemaeta Gulenciyan dide ber topa xwe, tevî ku Kurd di deslata türkî de, wekî hêzeke xuyakirî, tew tune ne. Eve çewa dibe?
 
Hêza Kurda ya desthilatdar di Tirkiyê da teref girt. Ji çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê zêdetir xwe da alî laik û kemalîstan. Ji bona serkeftina kemalîstan li hember Erdoxan û partiya wî şer kir. Ji pirsa Kurdî zêdetir bi îqtidara hikûmeta dewleta Tirk va mijûl bû. Wek em hemî dizanin, ku Serok komarê Tirkiye di destpêkê da pirsa Kurd anî ziman û got ezê vê pirsê çareser bikim. Dersa zimanê Kurdî bi awakî hilbijartî danî dibistana. Di universitan da jî destpêkir. Mixabin Kurda vê firsendê bikar nanî. Li hember Erdoxan û partiya wî serî bilindkirin. Erdoxan jî, wan sozên dabû hemî hîştin, kemalîstan dan dora xwe, wek daxwaza kemalîstan pirsgirêka Kurd ji bîr kir. Lê mixabin terefê Kurda jî tu dem terka kemalistan nedikir, halhale yên herî dijminên Kurda kemalîst bûn, dîsa jî kemalîst in. 80 salî kemalîstan Kurd qir kirin. Kemalîstan ji ber îdeolojiya Erdoxan, xwe nêzîkî Kurda dikirin, Kurd jî hatin xapandin. Dema kemalîst gihîştin armanca xwe pişt dane Kurda. Duh yên wek Yalçın kuçik û Perînçek hevalê Kurda bûn, niha em dinhêrin ku dijminên heri mezin dîsa ew in. Ez bawer im Tirkên îro jî di nava partiya Kurdan da hene, hemî MIT û ajanên dewletê ne.
Mesela Gulen û ya hikûmetê, meseleka wan ya taybetî e, ya iqtidarê ye, ya xwexwetî ye. Di mesela Kurdî da ferqa wan tune. Tirk çıqas di nava xwe da li hev nekin jî, dema mesela Kurd were holê, hemî dibin yek! Lê em Kurd ne wisa ne!
 
Pirs 4: Em dibînin ku xebat û keftelefta pêdakirina hêzeke Kurdî ya aştiyane di parlament û di kolana sîvîl de, ne berê û ne jî îro, li Türkiyê bi sernakeve. Ne bi tiveng û ne jî bê tiveng, Kurd çi gavên hêja pêş ve naçin. Çima li Türkiyê wisa ye?
 
Ez bawer im Kurdên Bakur ji netewa xwe pirr dûr in. Ruhê netewî di Kurdên bakur da pirr hindik e. Di siyaseta xwe da domandin tune, zû diwestin.
Yek jî; Kurdên Bakur rêxistinên îdeolojîk in, rêxistineka Kurdî, ya tenê Kurdî yanî serbixwe tune. Hin rêxistinên biçûk hene ew jî serokên wan tenê xwe difikirin. Nexwe dibên em demokrat in lê 5-6 rêxistin ên demokrat nikarin werin cem hevdu.
Muslimanên Kurd li pey muslimanên Tirka ne, her wiha sosyalîst û demokratên me jî wisa, nikarin terka Tirka bikin, vaya dide zanîn ku Kurdên Bakur Tirkiye ji xwe ra wek dewlet qebûl kirine.
Rêxistina herî mezin îro di dest Tirkan da ye. Ne şerrê Kurda, nejî siyaseta wan serbixwe nîne. Serokê rêxistina siyasî Tirk in, yên tivingê jî Tirk in!
Şerrê tivingê jî bi şayî hate bikar anîn. Şerr tenê di Herêma Kurdistanê da bû, gund û bajarên me xirav bû, bi milyonan Kurd ji welatê xwe derketin çûn nava Tirka, bûn mehkûmê asimîleyê.
Dema baweriya gel pê dihat gelek alîkarî kirin, dema bawerî şikest şoreş rojbiroj şûn va ket.
Dewlet bi xeyalê saz nabin! 30 salî gotin emê çar dewleta parçe bikin, Kurdistaneke serbixwe ava bikin, piştî 30 salî dibên emê herçar dewleta demokratik bikin bi vî awahî sinorê nava Kurda rabe. Herdu fikir jî xeyal bûn, xeyal in! 40 sal e şerr heye, Tirka tu xisarek nedîne. 40 sal e şerr heye Kurd û Tirk nebûne dijmin.
Ger Kurdên Bakur bi gor realîta cîhanê tevger in, ji xwe ra mafê federalî bistendina û şerr jî rawestandina, wê gelek alîkarî ji cîhanê bigirtina!
 
Pirs 5: Bo çi serokê Türkiye tew guh nade rexneya sazî û dewlet û kesaniyên ewrûpî, ku ewana parastina mafên mirov wekî bingehekê bo têkiliyeke baştir bi Türkiyê re dibînin?
 
Wek em dizanin Tirkiye endamê NATOyê ye. Va derdorê 50 salî ye, ku dixwaze bikeve nava Yekîtiya Europe (EU). Di baweriya min da, serî lêdana Yekîtiya Europa jî formalîte ye. Ne Yekîtiye Europa dixwaze Tirkiye bikeve nava wan, ne jî Tirkiye dixwaze. Dawxaza Tirkiye ew e ku di warê aborî da alîkariyê ji Yekîtiya Europa bîstîne.
Him jî berê, tirsa Yekîtiya Sovyetê hebû, Tirkiye dixwest ku ji xwe ra quwetê çêbike. Niha ew tirs rabûye, ew û Rusya bûne dost, zêde hewcetiya Tirka bi Europa nemaye.
Europa jî durûtiyê dike. Ger Europa rast ba, gerek şert danîna pêşiya Tirkiyê û dem bidana wan. Wek mînak bigotina ta filan demî ger tu van şertan bikar neynî emê serlêdana we red bikin. Nabêje, ji ber hewcetiya wan bi Tirkiyê heye, ku tiliya xwe tim bikin nava Rojhilatê.
Tiştekî din jî; va hezar sal e ku Tirk hatine Anatoliyê. Roja hatina wan ta îro di mêjoyê wan da heye, ku Tirkên Anatoliyê û yên Asyayê bikin yek, dewleteka Turaniya mezin ava bikin. Loma jî carnan dibêjin ji derya Adriyatîk ta Çînê warê Tirka ye.
Edî hewcetiya Tirka pirr bi Europa tune wek çend sal berêw, loma jî Serok komarê Tirkiye gefa li Europa dide û ji wan minnetê nake
 
Pirs 6: Ne hikûmta Iraqê û ne jî rêcîma Esed naxwazin leşkerê türkî derbas bibe nav welatên wan, bo çi Erdogan wilo pir dilgerm e li ser tevlêbûna leşkerê xwe; bo vê egerin hindirî hene, an rast Türkiye di bin metirsiyê de ye, ku Têror li ser wê girantir bibe?
 
Di xeyalê Îranê da hîlaleka Şîiyan heye, ew jî di ser Şiiyên Iraqê da li ser Musilê û Rojavayê Kurdistanê xwe bighînin ser behra sipî. Boy vê jî pewîst e, Musil û Raqqa bikevin dest Şiiyan! Dema ev proje bi kar were, eleqa Tirkiyê bi dewletên ereban ra, bi taybetî bi dewletên nexwe sunnî va namîne. Tirk û Îran hezar sal e, ku dijminên hev in, xwirtbûna dewletekî lawazbûna ya din e!
Tirkiye dixwazê pêşî li vê projê bigre, an tirsa terorîsta li ser Tirkiyê tune. Ger tirsa teröristan heba, 3 milyon Erebên Surî nedihatin Tirkiyê! Alem dizane ku hemî alîkariya teröristên DAIŞ û yên din ji Tirkiyê diçû! Personel, Lojistik, sileh tev ser Tirkiyê ra diçûn. Vana hemî bi belge ne. Ew herêmên Bakurê Suri, ku di dest DAIŞ da bûn, duv re ketin destê Tirkiyê, tev bê şer bû. DAIŞê girt teslîmî Tirkiyê kir. Ta niha erîşeka terörîst li ser Tirkiyê çêne bûye. 2-3 êrîşên çêbune jî, her çiqas nav li ser Tirkiye bî jî, armanc kuştina Kurda bûye. Çima DAIŞ li Enqerê êrîşî leşker û polêsên Tirka nake, çima li Entabê êrîşî dawetekî Kurda dike?
Gur ji hewa bi mij hezdikin, Tirkiye dixwaze destê xwe bike nava şerrê Iraq û Surî dakû bikaribe pêşî li Kurda bigre.
 
Pirs 7: Li rojavayê Kurdistanê, hevkariya PYD, YPG û Asayîşa van, êdî bi aşkereyî li gel rêcîma Esed kar dikin. Gelo, Türkiye gava rast dixwaze projeya xwe li bakurê Sûriyê bi cih bîne, dikare bê piştvaniya hêzên Kurdî yê ne li gel PKK ne bi serkeve, an planeke Erdogan heye, ku teviya Kurdan bişkîne?
 
Ji boy Tirkiye ferq nake. Serokwezirê Tirkiyê di axavtineke xwe da got ku, "em nahêlin Kurd bibin cînarê me," piştî gelek kesan rexne kirin, îja got meqseda min PYD bû.
Ger Tirkiye bixwesta Bakurê Suriyê bikeve destê Kurda, destpêka şerr da, du şûna Beşar Esad da wê wan alîkarî bida Kurdên din, wek ENKS. Ger Tirkiye alîkariya ENKS bikira, pirr bi hêsanî Rojava di dest ENKS da bû. Wan deman jî Tirkiyê Mixalifan dicivand û digot ku "Ger mixalif bibin desthilatdar gerek tu mafek nedin Kurda."
Ji vî jî tê zanîn ku PYD mane ye ji boy Tirkiyê. Ger PYD neba ENKS ba jî tewrê Tirkiye li hember Kurda dîsa wê wiha ba. Tirkiye ne li Suriyê, li esmana jî dewleteke Kurdi çêbe wê li hember derkeve. Serok komarê Tirkyê got ku "ew xeta yên me li Bakurê Iraqê kir em li Bakurê Suiyê nakin". Yani bê îrada me li Bakurê Iraqê Kurd bûn xwedî maf, em nikarin pêşî lê bigrin, em wê firsendê nadin Kurdên Rojava.
Bi kurtî tenê meqsedek Tirkiyê heye, ew jî ku Kurd li Rojava nebin xwediyê tu mafekî, bo wan ferq nake PYD an jî ENKS. Her çiqas em siyaseta PYD neecibînin jî, li hember derkevin jî, bo Tirkiyê Kurd Kurd in!
 
Pirs 8: Li jêriya Kurdistanê, destên Iran û Türkiyê ji zû ve di nav siyaseta Kurdan de hene û bizavên serxwebûna başûrê Kurdistanê diwestînin. Gelo, heta çi radeyê Serok Barzanî wê kanibe di vê xebatê de biserkeve? Û bo çi PKK şervanên xwe li ciyê Amedê dişîne nav Kerkûkê?
 
Wek em hemî dizanin, ku destpêkê da ta îro Îran alîkariya PKK dike, ku li hember Tirkiyê şerr bike. Armanc ne hezkirin û alîkariya Kurda ye, lê dixwaze xisar bigîhîne Tirkiye. Şemdîn Sakik digot "Dema di Sibata 1993 an da Apo agirbest ilankir, wê demê Îranê ji me ra du qamyon çek şandibûn. Qamyonek ketibû destê me, yek di rê da bû. Wan ya birêda şûn va birin. Me pirsî gelo we çima sîlehên me nedan? Ji me ra gotin: “Em sileha didin we, da ku hun li hember Tirkiyê şer bikin, dema hun şer nekin emê çima çekan bidin we. wê demê min zanî ku em ji bona xwe şer nakin. İran bi dehan caran ciwanên Kurda bi dar da kirine. Ta îro PKK yek rexnek li Îranê nekir, kiribe jî ez pê nizanim. Çima? Lewra ittifaqek di navbera wan da heye. Çawa Tirkiye li hember serxwebûna Kurdistanê ye, her wiha Îran jî li hember e. İran dixwaze bi destê PKK pêşî li serxwebûnê bigre, Kurdan li hember hevdu bikar bîne. Lê dunya ji Tirkiye û Îranê meztir e. Ger Amerîka û Europa bi me ra qelaşiyê nekin, bawer im wê Kek Mesûd bi ser keve.
Di baweriya min da, ketina PKK nava şerrê Iraqê bi destê Îranê ye, Îran dixwaze Tirkiye PKK bike mane û êrîşê Başur bike. Ew dem ji Îranê ra jî, mane bidest dikeve, ew jî bi alîkariya hin rêxistinên Kurda bikeve Başur, wek sala 1514 an Kurdistanê li hev parve bikin.
Di baweriya min da, PKK destê xwe ji Başur û Rojhilat bi temamî bikşîne, wê ji wan ra jî û ji Kurdan ra jî baştir be.
***********

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark