Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: XWETIRXWESTINEKE SOTANDÎ

 


Merwan Berekat

Bi dengekî seyrkeyandî
Bi axîneke kelogirî
Bi rondikine şaşherikandî
Li rojeke kelrijandî
Û bi bayê hêrsekê re
Te nameya xewna me
Xiste gewriya babelîska kovanan
Û xatirxwestineke
                Sotandî rêkir…


Di landika şevan de
Mîna zarokekî jibîrkirî
Perpekîkeke baskşewtî
Û sozekî rêşaşkirî
Bi nêrînine bîrveçûyî
           Pêjna te dipelînim
Li pêsîrên wê rojê
Wekî meynoşekî hestxwekirî
Di bagera…
Xatrxwestina te de
                    veweşwişîm
Çi…..
Çi hîşt
Ku şahiya sêperî
Bibe vedenga
       Lorandineke nehêsayî
Di paşela roj û şevan de
Bibim…
Mîna rengekî ji xwe revyayî
               Û baraneke nîvbarandî?
Hîn…          
Xaçkirinên wan dêman
Bi ramûsanên li sibehan
Mîna zaroktiya elendê
                      Şewqfiroş in
Hîn giyan..
Hest…
       Dil û hêvî soznoş in
Ne dîn…
Ne jî serxweşê
      Meya tiryê xoriz im
Mîna perperîka şevê
          Bi tîna awirên te dişewitim
Çar rojên liberxweketî
Çar sibehên kulekrêketî
Mîna marekî nîvkuştî
Di riyeke kumişî de
Xwe li xwe dalandin
Ez jî…
Wekî bilbilekî baskşikestî
Di nav agirê dûrbûnê de
Tenê…          
      Awazên hawaran difirînim
Mîna…
Kulîkeke li dawiya Payîzê
            Kenqurmicî li ba dibim
Mîna…
Peyveke qetqetî
Ya li ser zimanê sêwiyekî birçî
           Di êşên xwe de diherikim
Mîna…
Zengilekî bê navik
Di newalên demê de
        Bêdeng û vedeng dileqim
Li  xwe digerim
Mizgîn ji te re
dîsa
Di çavên te de
     Ezê xwe
          Libîr xwe wînim
Belê… Canistanê
Jînvejandim…
        Peyala gul li ber
Dilmest gerandim
Pîrozbahiya…
     Li Cotmeha têrkeser.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark