Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemên Nû: 4000 PENDÊ KURDÎ

 


 “ 4000 PENDÊ KURDÎ ” navê pertûka min ya yekeme,ku min  di sala 1993an de çapkir û belavkir bi navê : Mehfûzê Mele Silêman, bi alîkariya kovara “ASO”, weynkêþê qapê : hevalê min yê xweþewîst: Dilþd Mele Omer.
 Li jêr pêþgotina wê ye:
 
Di bara pêþgotinê de
    Kurda ji mêj de gotiye:
 “kesê zimanê xwe windake ,windaye”
“Miletê bê ziman,ne tu milete”


Here komele û dezgehên mîrî(fermî) û giþtî yan pispor ji bo zimanê kurdî  di niþtîmana dagîrkirî û parçekirî de tune ne, belam dîsa ji her kurdekê welatparêz paraztina zimên digel hemî þaxê wî û hemî zaravên wî,û pêþxistina wî tê xwestin, li gorî her demê û her peyaseyê  bi awakî qenc ,rast û paqij, ne çewt ,lews û xwehr, Çimkî ziman bigehekî pîroze û serwere di hebûn û serxwebûna milet de,û di vejîna tore û wêjeya wî de.
    Pend û peyvên pêþiyan jî, beþekî gewre ye (mezine)û giran buha ye ji zimanê kurdî û dîroka kurdî,ji ber ku rewþa gelê kurd di her qûnaxî de û di her çaxî de didinne xwiya kirin,û fêrkirina wî ji dem û jiyanê, ji hemi aliyan ve (çandî,civakî, abûrî, konevanî, zanistî, tenduristî, sincî, …h.d.) bêlî dikin.
    Giþ piþtî gelek dîtin û serpêhatinan û dûrikan,yan pêkhatî û çêbûyî dinavkesan de,û di pir ciyan de li kurdistanê hatine danîn,û bûne amoj, þêwe,bend, þîret, û hevkêþ.
    Ev pend û peyv, min ji devê pîrejinan û kalan girtine bi taybetî “Dilbirînê dîn”, û ji çend kovaran birine nemaze “kovara Gelewêj”,û ji bîst û çar rûpelên mamoste “Dilovan” wergirtine, û ji çend pertûkan dane hev,wek:
1-  Meselok û xeberokêd cemaʹeta kurda – ya Hacî Cindî – Êrêvan 1985.
2-  Meselok û xeberokêd cemaʹeta kurda – ya Celîlê Celîl û Ordîxanê Celîl .
3-  Silsilet Kawa lil museqefîn el ekrad – Beyrût .. jimar  (8).
    Û piþtî bijartinê, duristkirinê û rêzkirinê min divê pertûka hande de(bi zaravê kurmancî)  komkirine.
    Min div a her pendekî þirovekim, û wateya wî û babeta wî jî pêre bi nivîsim,lê min ew hiþt jib o du sedeman:
1-  Da dergeh bimîne vekirî di rûwê xwenda, nivîskar û ronakbîran de, ji bo vekolînê, rexnekirinê sirovekirinê.
2- Da bêne çapkirin, belavkirin û bêne parastin ji windakirinê(!?).
    pend û peyvên pêþiyan yê kurdî ne ev çar hezar bi tenêne, lewra min bi navê pertûka yekê-1- çap kirine, bi omîdim ev jimar mezin bibê di pirtûkne dinde.
     Li dawîyê, ez gelekî sipasîya dosta û xwendîya dikim, ji bo arîkariya wan ji min re di derhênana vê pertûkê de, digel ciwantirîn rêz û silavên min.
Hêviya min ewe, ku ev karê hayî sivik bê pijartin(pejirandin) ji bal miletê min ve, û ciyê wî di pertûkxana kurdî de hebe.
Mehfûzê mele silêman
Qamiþlo
25.1.1993

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark