Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Çarîne

 


Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)
               1395
 
Çarîn yan çarîne, ew curek helbest e ku ji çar risteyan (misrai) pêk tê. Ev çar riste bi alîkariya hevdu wate ango mebest û raman, hest û sozana helbestvên radigehînin. Di risteyên yek, du û çar de anîna peyva beşavendê (qafiye) ferz e; lê di risteya sisêyan de anîna wê ferz nîne. Bi gotineka din anîna peyva beşavendê di risteya sisêyan de çewt nîne; lê neanîna wê baştir e.
Mijara helbestên çarîne bi gelemperî evîndarî û civakî ne, lê mijarên abûrî, felsefeyî, ramyarî û hwd. jî di wan de tên bikaranîn.


Kêşa (vezn) çarîneyan bi giştî movikî (hêcayî) ne. Xasme heyşt movikî. Di kêşa heyşt movikî de, her risteyek ji du gavên (4+4 movik) pêk tên. Eger helbestek heft movikî be, ew li ser du gavên (4+3 movik) tên dabeşkirin.
Kêşa movikî, kêşa netewî û xwemaliya zimanê kurdî ye.
Mînak:
Navê te dibêjin Xanî,                     
Tu wek zanyar pir dizanî;
Bi behaneya Mem û Zîn,
Te evîneka nû anî.
 
Şahê dengbêjan Evdal e,
Wêjeyê jê girt pergal e;
Dû wî ra Mîrê Dengbêjan,
Bûye Resoyê Gopal e.
 
Sê pirs henin bi tevayî,
Mirin, evîn bi xelayî;
Ji duda ra heye çare,
Evîn serê her belayî.
 
Bo periya Birca Belek,
Mem hebûna xwe kire terk;
Ewan Beko fesadî kir,
Nehîşt ew her du bibin yek.
 
Cejna netewî Newroz e,
Demsala war û warkoz e;
Bîst û yekê meha Adar,
Cem kurdan gelek pîroz e.
 
Hesen Evdal guregur e,
Geliyê Zîlan dizvire;
Ew xatirxwastina Nazê,
Kezeba Heso dibire.
 
Zagros bi mij û dûman e,
Gelek bi mêrg û çîman e;
Ew angorî temenê xwe,
Me ra bûye mazûvan e.
 
Serê Sîpan wê bi mij e,
Di binî da av dirije;
Kê dîtiye, kê bînaye,
Nêçîr, nêçîrvan bikuje!
 
Vê Înê heta wê Înê,
Lawik nexwaşê nivînê;
Sîng û berê xwe rebenê,
Dikim melhema birînê.
 
Navê dotmamê Evîn e,
Lêvtenik û xûyşirîn e;
Dilnexwazê evîna me,
Xêrê nefsa xwe nebîne.
 
Kela rengîn a Dimdim e,
Kaniya wê wek Zimzim e;
Mîrê wê tacê mîran bû,
Ez goriyê mîrê xwe me.
 
Li me derket hîva sava,
Ew ingirye, naçe ava;
Çavnebarê min rebenê,
Nehîşt delal bibe zava.
 
Ne hatinê, ne çûyînê,
Ware kêleka min rûnê;
Roja îro te dil kirye,
Gola Wanê, tijî xwînê.
 
Colemêrg warekî xweş e,
Zê li ber da guşeguş e;
Binefş tu ber xwe nekeve,
Cembelî istêrka geş e.
 
Hêştir hatin li nav kaşa,
Dane rêzê ber bi aşa;
Keziyên yarê şirîtên,
Li ser konê Temir Paşa.
 
Çemê Şêxanî bi dar e,
Xûy da Gênc Xelîl a sar e;
Bû nexwaşê nav nivînê,
Edûl ser da ustîxar e.
 
Êvar me hat, roj qet nema,
Siyê da ser lêva çema;
Ji ber agirê evînê,
Ketim nav qetrana xema.
 
Ameda me bi mişmiş e,
Dicle nav da xweşexweş e;
Dewsa te, li ser sîngê min,
Kundê mêran fişefiş e.
 
Navê bajêr xweş Cizîr e,
Hoza Botî tîne bîr e;
Ez heyrana mîrên wê me,
Xasme Celadetê jîr e.
 
Te çav reşê, bejn ziravê,
Dadigrî ava çiravê;
Heta bavê te got erê,
Ji derdê te, min da navê.
 
Çemê Mûrad lemelem e,
Dilê rezîl tijî xem e;
Seidûn divê min dûr herî,
Ez ne sêva devê te me.
 
Dilêm îro kalekal e,
Cab hat ku lawik bedhal e;
Ez ê herim, jê ra bikim,
Sîngê xwe balgî, berpal e.
 
Tu bêj lawik, bêjim hayê,
Berî bihokên Urfayê;
Min dikujin awirên te,
Bes e, min ra ware rayê.
 
Ez Wardeka çargurçik im,
Dayîka Ker û Kulik im;
Kesî pehlewan nabînim,
Tenê ji Silêman şik im.
 
Riya gunde me asê ye,
Heyam, heyamê dasê ye;
Lawik ceh, genim top dik,
Bona qelenê Asê ye.
 
Ferxî bi rûdena sipî,
Gihîşte ser tirba Sitî;
Tirb vebû, hev hemêz kirin,
Dîsa her du bûne mirî.
 
Bejna te wek şengebiyê,                               
Min çandiye dor kaniyê;                                
Xelk dildarê cîhana pîr,                                 
Ez bengiyê te zeriyê.                                     
 
Dilê min bostanê bejî,                                   
Kundir bi zebeş ra dijî;                                 
Kul têkeve mala qomsî,                                
Av berda nav dilê me jî.                              
 
Ez ne kin im, ne dirêj im,                                  
Wek rihanê şax davêjim;                               
Dîwana ku Evdal lê be,                                  
Silê nabêje dengbêj im.                                 
 
Navê dotmamê Mizgîn e,                                 
Dilovan û xemrevîn e;                                      
Diçilvile, dibêjî qey,                                          
Istêrka rinda Pervîn e.                                       
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark