Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kurdino, Bibin Yek

 


Desteya Sernivîser

   Nezanîn, ezezî û lihevnekirin nexweþiyên civakê yên herî mezin in, lewre tu kes nikare civakeke azad, nûjen û pêþketî ava bike eger mirovên wê civakê ji wan nexweþiyan rizgar nebin.
Îro civaka kurdî di qonaxeke pir hestewar re derbas dibe, û derfetên zêrîn li pêþ me hene ku em ji bindestiyê rizgar bibin û ala xwe bilind rakin, lê sed mixabin, dîsa gotina Ehmedê Xanî  bi cih tê: “Herkes dijminê kurdan e, kurd dijminê hev in”. 
Belê, ezezî û partîtiya teng þerxine mezin di govdeyê civaka kurdî de peyda dikin, her aliyek yê din tewanbar û gunehkar dike, û bi tundî þerê hev dikin..


Bêguman jiyan û berjewendiyên me hemiyan, berî her tiþtî, di yekrêziyê de ne,  di vê qonaxê de  pir tiþt ji me têne xwastin, ya sereke ew e ku em ji bo yekîtiya gotar û helwesta kurdî, li dijî xêrnexwezên gelê kurd bixebitin, bi hiþmendî û bîrûbawerî di hemû warên civakê de tevbigerin,  ji þerê birakujiyê dûrkevin, miletê xwe biparêzin û xwedî li xaka xwe derkevin. Divê em zimanê hezkirin, lihevkirin û yekrêziyê bikar bînin  û sûdê ji hev werbigirin.
 Cegerxwîn dibêje: “Kurdino, eger hûn nebin yek, hûnê herin yek bi yek”.
Gotara seretayî ya hejmara 18 ji rojnama REWÞEN. 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark