Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Nama hunermendê mezin Şivan Perwer, di koçkirina hunermendê nemir Bavê Selah de:

 


Lewend Daînî
Lişbona, Portûgal
 
Kekê Saif tu çawa ye:

Dîsa ji ezmanê hunera me stêrek hate xwar
Kekê Abdurrahman Omar, Bavê Selah

Çalakdar û nıştevanê netewî, klasik û xwoşewistî,
Kurê Efrina rengîn,
Dengê çıyayê Kurd.


Bi xemla welat sitra bû, stranên Lorik, lawje, payîzok û metelok
Deng, awaz û saz lı gel hev
Govend dıgırtın û bêhna gul û rihanên welat jê dihatin…..
Mixabin ev Dengbêj, ev Hunermendê hêja bi temenê ciwan ji me xatir xwest û çû ser dılovanıya xwe, lê ji me re hunerek giranbuha hişt.
Mala Bavê Salah ava be ku huner da dilê evindaran, hêz da welatperweran û ji bo ziman û çand û ramanên Kurdî u Kurdperwerî xizmetek mezin kır.
Jı ber sıtûra lı ser Kurdistan û rewşa bındesdtîya gelê Kurd, lı Bavê Salah jî nehate xwedî derketın.
Disa mala wî ava be ku ew bı xwe û bı hemû derfet û kela dılê xwe, huner xemiland.
Serê mal, malbat, zarok, dost, heval û gelê me sax be
Emê bı deng û awaza wî bıjîn û jıyandın bıdın.
 
Slavên germin,
 
Şıvan Perwer
15 Tîrmihê 2016

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark