Merwan Berekat
Li vê sibehê her tiþtek ne wek xwe bû, bêzriyê her tiþtek dorpêç
kiribû, zinarên çiyayê kurmênc bedena xwe bi rondikan diþoþtin, çemê Efrînê bê
sîmfoniya xwe ya dêrîn diherikî û darên zêtûnê pêþwaziya xunavê nekiribûn….
Belê her tiþtek ne wek xwe bû,
li gelî û newalan bilbil bêdeng bûn, qebqeba kewan tunebû, kaniya Basûtê û ya Batmanê
melûl diherikîn, ezmanê çiyayê Kurmênc di nav pêlên rewrewkan de ragerîbû û
sibeha bajarê aþtiyê bi fedokî û þermokî xwe diyar dikir û tîrêjên rojê mîna
bejneke liberxweketî bere zemîn vedizelîn.
Belê… Îro bêzariyeke mezin di ser gelê Kurd, nemaze Kurdên çiyayê Kurmênc de barî, keç û xortan ken û nameyên evîndariyê rawestandin, tenê wêneyên dengbêjê mezin Bavê Selah bi sîngê xwe xistin.
Bi xem mebe Efrîna rengîn, Bavê Selah wê di giyanê her jin, mêr, xort, pîrejin, kalemêr û zarokekî de rojane were vejandin. Rojane dengê çiyayî, nazik û zîz wê di guhên dîroka dengbêjiya Kurdî de biherike.
Îro giyanê Mem û Zînê jî veciniqîn…. Îro çiqas delal hebûn bi koçkirina xwediyê strana Delêl re bangkirin loooooo Delal.