Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: SALVEGERA ROJNAMEGERIYA KURDÎ

 


Desteya Sernivîser

  Weke ku tê zanîn, li 22ê Nîsanê, sala 1898an, li paytexta Misirê, karwanê rojnamegeriya kurdî bi destê nemir Miqdad Midhet Bedirxan bi rêket, û yekemîn rojnameya kurdî bi navê “Kurdistan” hate weþandin. 
“Kurdistan” li miþextiyê û dûrî welêt ji dayîk bû û ji ber astengiyên gelek û bê dawî, ew ji deverekê diçû yeke din. Ew rojnamak du heftane bû, bi zimanê Kurdî û tîpên erebî çap û belav dibû, û bi giþtî 31 hejmarên wê derketin. 


Li nik kurdan, 22ê Nîsanê bû roja zayîna rojnamegeriya kurdî, û her sal, li her çar perçeyên Kurdistanê  þahî, seyran, semînar û lêkolîn di wê rojê de têne kirin.
  Bêguman, di hiþyarbûn û pêþketina miletan de, rojnamegerî roleke pir giring dilîze, ji ber vê rastiyê jî, li welatên  bindest mîna Kurdistanê,  ew tûþî astengiyên gelek dibe, xêrnexwazên gelê Kurd bi hemû þêweyan tarîkirina dîrok, ziman, çand û doza gelê Kurd armanc dikin, ew jî ustubariya rewþenbîr, nivîskar û alavên ragihandinê ye ku li hember pilanên wan bêdeng nemînin, pênûsên xwe têxin xizmeta doza gelê xwe, û herweha çanda yekrêzî û hezkirinê di civakêde belav bikin.
Bi helkefta 118 salvegera rojnamegeriya Kurdî, em hemû nivîskar, rojnamevan, medyakar û xebatkaran pîroz dikin, û pêþketin û serkeftinê ji wan re hêvî dikin. 

Ev e gotara sereta ya rojnama REWÞEN hejmar 16

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark