Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Lêkolîn: Jinên Kurd...... Xanimên Rojê......

 


Mizgîn Hesko

Li gor Wîkîpediyayê ...(Jin berevajiya Mêr e...ango ji mirova mê re tê gotin Jin.Jin ....ew mirova ku 
bi zeyîndê xwe mê ye).
Di Avesta pîroz de jî ew gotin (Jin ) bi heman wateyê derbas dibe û bi heman rola xwe ya zayîndê dileyize.
Eger em bala xwe bidinê, van salên dawî , hin ji civata mêran xwestin ku ji jinê re pergaleke pîroz ava bikin , ji lewra ev gotin ( Jin ) bi jiyanê ve girêdan, lê bi min ev ne pir rast e...jiyan jiyan e û jin jin e.


Belê jina bimêr , yan ya ku têkilî mêrekî bibe dikare avis bibe( ducanî ) û piştî neh mehan zarokekî bedew bînê jiyanê, di jiyanê de ew zaroka nûzayî dibe jiyaneke nuh , dêmek her jiyaneke nuh dagirtî tevger, têkilî û xwedan rol e. Rol dikare erênî û posîtîv be, eger ew li gor mercên pak û durist hate perwerdekirin....weha gotina Jiyan têgeheke xwe heye, û gotina Jinê têgeheke din e.

Gotina jinê li ba me kurdan pir kevnar e.Hin ji jina bimêr re ya (şûkirî ) re dibêjin Pîrek. Gotina Pîrek, Pîrekê..Li vir dikar e  du têgihan nîşan bide, bi du wateyên ku ew mîna dûrbûna asîmên ji zemînê dûrî hev in

* Bê guman hin dibînin ku gotina pîrekê ji pîr ya êzdiyan hatiye, li ba ola êzdîyan, ku oleke sedî sed kurdî ye, çimkî oldarên êzdî kurdî zimanhalê êzda..êzdan.. (Xwedan ) dibînin, û herdu pirtûkên wan yên pîroz Mishefa Reş û Celwa bi kurdî hatin nivîsîn..li ba wan qata Pîran piştî qata mîr û şêx tê . Pîrên êzdî zarokan bi ava kehniya spî dişûn ta ku pak û pîroz bibin, û di dema merasîmên zewacê de, gezek nan dixin du parçe û didin pûk û zavê ku êdî ew ê bi hev re jiyanê bi xweşî û nexweşiyên wê parve bikin. Belê eger gotina pîrekê ji pîr hatibe , bi wateya kesê ciyê pîroz û hêja , kesê  aqilmend û xwedan bandor  ku civak bi rêz û bawerî li pend û şîretên wî guhdarî dike.

* ji layekî din ve , di kurdî de  pîrepîrê jî heye, ew cure  kêz yan jî lawir ku ji pirsgirên sereke yê zanistê ye..ka ew kêzik e yan lawir e...?
* Pîrepîr..carna jî bi jehr in , û ji bo nêçîran bigirin, tevnikan ava dikin .
* Herweha Pîrhevok heye ku ew bêtir ji nîgaşa mirov bixwe ye, herî zêde di çîrok û çîvanokan de derbas dibe, keseke ku saw û tirsê dixê dilê guhdaran û kesayetiyên wê çîrokê. Belê û mixabin hin kes hene ku weha bi mebest ji jinê re pîrek dibêjin, ango wê wiha kêm dikin, bi jehr û tevink dikin, bi tirs û sawê ve wê radipêçin, bi wateya ku ew ne ciyê rêz û baweriyê ye, bi dek û dolab e, bi fen û fût e, mebest kêmkirina wê ye.

Bi herhalî civaka şaristanî ya îroyîn ji jinê re jî( xatûn , yan jî xanim ) dibêjin.Ev nîşana rêzgirtina jinê ye, lê divê em bizanibin ku gotina xatûn jî pir kevn e, berî niha ew di dastana Zembîlfiroş de jî derbas dibe , lê bi min , berî niha ew bêhtir ji keçên taxên jorîn re, ji keçên serayan re dihate bikaranîn , mebesta min keçmêr, dotmîr û jinên bazirganan û dewlemendan .
Jinên qatên jêrîn, jinên belengaz û hejaran nikarîbûn bibin xatûn. Xatûn karên destî, yên malan , yên zeviyan, û bi pez û dewaran re mijûl nedibûn.

Ji jinê re jî tê gotin afret , afret bi zaravayê soranî , bi wateya ku ew jiyanên nuh, nifşan di`afirîne= afret..afrandin(.  (الخلق و الابداع
Eger em li afrandinê vegerin, di destpêkê de jin yan mêr.....mê yan nêr ...? wî çaxî em dergehekî bê bersiv li ber xwe vedikin, li vir mîna ku em neçar bipirsin . Aya di destpêkê de hêk yan çîçik...dîk yan mirîşk...?
Navdêr ( Xan, Xanim ) hu bi mebest bi navan re tê pikaranîn mîna ku em bibêjin ( Sînem xan, Xanim Sînem ) nîşana rêzê dide diyarkirin, ew bi piranî ji kesên ku ne pir nêzîk in tête xepitandin , bi wateya ku ne xweşike ku ez ji xwîşka xwe re weha bibêjim  yan wê weha banbikim, lê mirov wê dikare ji mamosteya zarokên xwe re bibêje, yan ji karmenda dewletê re , ew kesa ku hîn wê ji nêzîk ve nasnakim. Gava em weha jinekê binav dikin , ango em hin sînoran di nav bera xwe û wê de çêdikn, ev yek li ba Uropiyan heye, ku bi nijada xwe Arîne...û em kurd jî Arîn e...çawa ma be bandora vê yekê heye.
Li vir min divê ku ez bibêjim , navdêr Xan ku kurd wê li paş navan bikartînin, gereke ew bêhtir ji mêran re bête bikaranîn, çimkî Xan cudaye ji Xanim.
Xan= qiral, mîr, paşa , serok û key ye...eger jinek mîr be dibe ew xan be jî, lê ji bilî wilo bikaranîna wî navdêrî şaş e.
Xanim= navdêrekî mêye....bi wateya rêzdar, hurmet, medam , miss , û mam e. Di Elmanî de li hember Frau tê gotin ( gnädige Frau ) jina birêz û xewdan keramet û pîroz.Bi erebî  السيدة.
 
*Rola jina kurd di xweşkirina rewşa Aborî ya malê.

Bê guman û eger em li dîroka xwe vegerin, em ê bibînin ku ji mêj ve jina kurd bi roleke sereke û balkêş leyistiye , ew jî beşdarbûna wê di xweşkirina rewşa aborî ya malbatê de.
Di demsalên çinînê de, ew ê nîsik û nok diçandin û diçinîn, pûş ji firazeyan dida hev, ka jê çêdikir, tirî dida hev û jê dims û mewîj, basîq û benî  çêdikir, qûtê zivistanê peyda dikir ji av bacanan, ji mirebeyên kundir, tirî ,  hejîr û hemû cureyên mêywêyên ku bi dest dixistin, şînahî hişk dikir, bacan , îsot , dolme û pir cureyên didan ber rokê û ew hişk û zuha dikirin din, ew ê û bi zanebûn îsot û tirozî dikesidandin û şor dikirin.

Herwiha ew ê carna şivantiya pezî dikir û piraniya caran bêrîvan bû, pez didoht, penîr ji şîr çêdikir û ew ji bo parastinê şor dikir, meşk li ser destên xwe avadikir û mast li meşkê dikir û ew dikeyand, nîvişk, rûnê malê û dewê bi tam ji nav derdixist. Jina kurd tenûr bi destên xwe ji axa sor avadikir, nan pêve dikir, ardiwê tenûrê û malê bi giştî peyda dikir.
Belê min bixwe û bi çavên xwe dîtibû, ka çawa wan jinan kelpîç ji bo avakirina xaniyan dibirîn, çawa wan xanî bi heriyê diseyandin, çawa danûk dikelandin, li ser banan radixistin û paşê ew dibirin aş da ku jê simid û hûrik û savaran derêxin yan jî ew bi dastarî hûr dikirin.
Hîna berî bîst û pênc salan bû, dema ku ez li welat bûm, min bi çavê xwe dîtibûn ka çawa piraniya keçên belengaz û hejaran , serê sibêdeyan diçûn aşêfan...çawa ew li ber bayê serê sibê yê qeşa girtî, di kelkela germa havînê de kar û xebateke bê rawestan dikirin , pere tanîn malê û wiha alîkar bûn di xweşkirina rewşa aborî ya malbatên xwe de.

* Ciyê jina kurd di civaka kurdî de.

Belê divê ku em bizanibin ku dayîkên me , xwedan cî, rêz û bawerî bûn, piraniya caran eger karê malê nebane , ew bi serfirazî di civata mêran de dirûniştin, bi serbestî pir çîrok û çîvanokên girîng digotin, pir ji mijarên jiyanê yên balkêş bi mêran re gotebêj dikirin.
Ez vê yekê dibêjim, tevî ku ez dizanim ku ew jinên  han jî di hin komelgehan de, li ba hin êl û eşîran, di hin malbatan de jî li rasta astengiyan dihatin.

Hêjayî gotinê ye ku heman jin di dema şerê hebûnê de jî bi rexet û tifing beşdar bûn, eger ew jin ne şervan bûn, wê demê dermanzan bûn, birînên birîndaran derman dikirin , guh didan wan, ew bi cil û berg dikirin, ew pak û baqij dihiştin. Heman jin û piraniya caran di dema ku mêr li cengan bûn, di xendeqan de , di çeperan de bûn, bi tena serê xwe diman û zarok xwedî dikirin, hestê welatperwerî, neştimanperwerî di dilê nifşan de diçandin.  Ew jin di piraniya şoreşan de beşdar bûn ,ev eger em mukir werin û vê rastiyê bipejirînin.

Niha jî di serdema îroyîn de,  li pir deverên kurdistanê ew jin bi heman rola xwe ya dîrokî dirabin,hîn jî ew jin dixebitin, û hevbeşin di aboriya malê de, niha û piştî ku derfetên xwendinê bi dest wan ketin, ew mamoste ne, bijîjik in, dermanzan in, endeziyar in, karmendên dewletê ne, namzet û kandîdatê securedeman in , di fabrîkeyan de cî digrin û kedkar in, di pir ciyên ciwankariyê de bi awayekî ciwan dixebitin, cil û bergan didrûn û difroşin.

* Rola jinê di şerê azadiyê de û ciyê biryardanê de.

Eger lêkolînên dîrokî hîn jî tekez bikin ku Nefertîtî ...hevjîna Axnaton bixwe Taduhepa ye keça qeralê Mîtanan Tušrettta be, wê çaxê diyar dibe ,,, ka çendîn jinên kurd û ji demên herî kevin de , jêhatî , bihêz û xwedan rol bûn.
Tê gotin ku Taduhepa piştî ku bandor li hevjînê xwe Aminhotib kir û baweriya Farewnan bi giştî , bi wêrekî guhert , êdî ew ê hişt ku Aminhotib baweriya xwe bi Aton bînê= hêza rojê .
Ta radeya ku wî navê xwe guhert û xist Axnaton, û wê navê xwe xist Nefertîtî = xweşikbûna tîrêj û hêza rojê.
Belê wê demê Mîtanan baweriyên xwe hebûn ku bi giştî baweriya wan bi rojê hebû. Ev yek dide diyarkirin ku Nefertîtî nikarî bû dest ji baweriya xwe berde , û berevajî wilo ew bawerî li Misrê , li ba Ferewnan da pejirandin.

Mixabin, ta vê gavê ti agahiyên hêja di derbarê jina kurd de nînin, mebesta min , serdema imperatoriyên kurdan û desthilatdariya wan .
Piraniya agahiyên imperatoriya Medan ne xuya ne, dibe ku dijminê kurd ew bi mebest dabin şewtiandin, û tunekirin .

Medan ...berî zayinê di çerxa şeşê de, imperatoriyeke fereh û asê damezirandibûn, Akpatana dan avakirin, li derdora wê sûr û kelehên asê danîbûn, artêşeke leşkerî çi peya û çi siwar , bi şûr, rim û mertal avakiribûn, fabrîkeyên çêkirina çekî vekiribûn, imbarên genim, nîsk û xwarinê ji bo rojên reş bilindkiribûn û pir tiştên din ku pêdiviya imperatoryeke weha pê hebê bi cî anîbûn.
Gelo evên zîrek , çawa pirtûkxane nebûn , çawa ew tije pirtûk nekiribûn...?
Gelo ka erşîfa wan, ka belgeyên wan...?
 Ma wê serdemê jinên Medan çi rol û bandor hebû.....?

Li vir , ez dipirsim û mixabin ku bê bersiv dimînim, eger me ew belge û erşîf hebûya ne, dêmek me dê pir agahî di derbarê jina kurd e jî bizanîbana.
Arînîs keça padîşahê Lîdiyan bû, û jina Imperator Astiya bû, dayika Mendana bû , gelo wê çi rol hebû , ez vê dipirsim ji ber ku di dema Astiya de, her tişt têk çû , Imperatorî ...hino hino berbi dawiyê ve dihat, gelo ev zewac , zewaçeke siyasî bû...?
Mendana keça imperatorê Medan Astiyagês bû , dayika Koreş bû, aya wê rol tunebû di serkeftinên Koreş de...?
Ev pirsên min û pir xalên din hene ku pêdiviya me bi lêkolînên zanistî û jêderên rastteqîn heye.Erê...ez dipirsim û bi mebest ta ku hin ji nav me rabin û lêkolînê bikin,,,,bila hema ev pirs di bîreweriya nifşên me yên nûhatî de jîndar bin. Bê guman baweriya min bi hêza ciwanan heye ku xwendinên dîrokî û zanistî li şûnwaran bikin û van pirsan bibersivînin...!

Jinên kurd di dema ragihandina komara Mihabadê de , beşdar bûn, dibistan avakiribûn, xwe didan perwerde kirin, û di 14 ê adara 1946- de wan xanimên jêhatî yekîtiya jinên kurd damezirandibûn , û bi awayekî çalak tifing û rext li milan kiribûn , ji wê gavê û ta niha li kurdistana rojhilat ew di nav refên pêşmerge de ne.
Rola jina kurd di serhildana Adarê de sala 1991- de heye, piştî ku kurdên Kurdistana başûr Federalîzim ragihandin, pêre jî û hino hino rê li ber jinê jî vebûn.
Rêjeya jinê di kabîna securedeman de sala 1992 ...%5,7 bû.
Di kabîna sala 1995 .....%27 bû .Ev rêje sal bi sal bilindtir dibe û ev ciyê şanaziyê ye.

Jina kurd herweha di serhildana adarê de sala 2004 an de beşdar bû , ew serhildana ku çirawîskên wê li Qamişlo vêketin û di katekî pir kêm de rojava bi temamî da ber xwe.hîn di destpêkê de ew dakete kolanê û di xwepêşandanan de amade bû, wê bi hêz zilm û zoriya li dijiî kurdan li kurdistana rojava şermezar kir û hate kuştin, û bû şehîd û pakrewan .

Erê ev keçên ciwan , şox û şeng ku niha li seranserî Kurdistanê , di çeperan de, li serê çiyayên bilin, di şikeft û newalan de şer dikin, mil bi mil li rex xortan çi pêşmerge û çi şervanên YPJ neviyên heman destanê ne.
Şêr şêr e, çi jin çi mêr e.
Dêmek her tişt ne ji b xwe ve hatiye...!
Li Uropayê , li Emerîkayê û piraniya welatên cîhanê cil û bergên pêşmergeyên jin , bûn modêl û li piraniya bazar û firoşgehên navdar  , hatin firotin, êdî me keçên Uropiyan bi cilên Leyla Qasim yan yê Arîn Mîrkan didîtin.
Hêza Agirî niha jî li Kurdistanê hatiye avakirin , jinên kurd bi taybet jin û keçên xwebexş in, herweha û hêjayî gotinê ye ku pir ji şervanên jin li rojavayî kurdistanê amadene ku bervaniyî bikin û li ser zemînê dikin,,,,ew jî bi heman şêweyê pirojeya serxebûnê ne, lê mixabin ji ber nakokiyên partiyên siyasî , me kurdan hîn hêzeke leşkerî yek girtî tune ye, li Kobanî wan li rex hev şer kirin, lê mixabin bi cil û bergên cuda û di bin sîya alayên cuda de.

Belê pêdiviya jinê bi hinek dem  heye,da ku ew bi jîr û zanebûna xwe tevlî wan ciyên bilind û hêja bibe.....Çima hinek dem...?
Ji ber ku pêvajoya serxwebûna jinê girêdayî pêvajoya serxwebûna dewleta kurdî ye...pirsgirêka jinê girêdayî pirsgirêka civakê bi xwe ye.
Civaka me hîn baweriyê bi sawîr û xewnan tîne, hîn di bin bandora zagonên olî û zayîndê de ye,ew civak dê zû bi zû pencereyan veneke , belê di heman civaka bindest de , dê kesayetiya jinê ronahiyê nebîne.!

* Jina kurd û huner.

Hîna ji mêj ve, piraniya jinên kurd û bi awayekî hunerî ciwan tayişik û kulav çêdkirin. Hirî bi teşiyê ve dikirin û rîs dirêsandin, ji wî rîsî gore, kenze û kumên zarokan saz dikirin. Tentene , rûyên livînan  û neqşên ciwan li ser dineqişandin mîna kulîlkan, belgên daran, û hin motîvên xuro kurdî mîna Şahmaran û Gulfiroş.
Ji tevnê cilkên nimêjê û merşik çêdikirin. Ewan xaniman morîkên rengorengo bi çarikan ve dikirin, cil û bergên bûkan ku piraniya wan ji karê destî bû amade dikirin.Berîk saz dikirin û ew bi dîwaran ve dikirin û di wan berîkan de, derman, ta û derzî û hûremûrên malê diparastin.
Hin jin jî hebûn ku  bi hunermendiyeke pir bilind  ji  çiuqliyên daran hêlanên bedew û dergûş û landikên zarokan di`afirandin, herweha wan jinên şox û şeng zembîl û selik dixemilandin.
Hêjayî gotinê ye ku heman jinên kurd di dema mijûlbûna xwe bi hunerê ve, bi karên destan ve , helbest, dîlok, heyranok û lawik diristin.

* Jina kurd û hunera stranê.

Bê guman em nifşê nûhatî bi şîrê berê wan dayikan firşik bûne, ew dayik û jinên ku di dema pêkanîna hemû karên xwe yê malê distrandin, bê westan di ber xwe de bi zimanekî kurdî sade û şêrîn dinehwirandin, bi peyv û beytên resen her gav em di himbêzên xwe de dilorandin.
Belê dûbare dibêjim: tiştek ji ber xwe ve nehatiye...!?
Belê rast e ku ew heyranok, lawik, dastanên evînê bi dengê mêran hatiye bihîstin, lê ez bi xwe wê yekê na pejirînim ku ew rist ne ristên jinan bin.
Eger bi kûrbînê em bala xwe bidinê em ê li rasta wê rastiyê bên, civaka kurdî dagirtî evîn bû, di dîlan û zemawendan de, keç û xortan, jin û mêran bi destê hev digirtin û govend û dîlan dihejandin, ango civaka kurdî qet ne mîna civakên liderdora miletê kurd bûn , ji ereban, ji farisan û ji tirkan ku bi xwe ew dagîrkerên kurdan bûn.
Di demsalên çinînê de, jin û mêran peyîzok û sirûdên tov bi hev re digotin , yan jî li hev vedgerandin, keç û kurên kurd û li piraniya gundan bi hev re dilîstin, diçûn û dihatin.
Bi wateyeke din civaka kurdî civakeke têkildar û vekirî bû, jinan helbest diristin û mêran ew rist bi awaz dikirin û stran digotin, dibe ji ber sedemên şermkirinê ku jina kurd hinekî şermok e, ew ê ji ber wan stran û dîlokên hişkere , sade û bedew fedî dikir.
Li ba kurdan û di stranan de pir bejna jinê, bedewiya can û cesedê wê tê vegotin, sîngên mîna pirteqalên yafayê , sîng û berên mîna mircan û sedefan, bejna rîhanê û sêvên meletiyayî û hwd.
Jina kurd sipehîtî û bedewiya laşê xwe bi hemû cureyên mêweyan lihevtanî û badida. Li vir em carcarna li rasta evîneke qedexe û pîroz tên , li rasta fantaziyê û xeyalan jî dibin, ev fantazî carna jî dîmenke ne erêniye, dê pir xweştirbana ku wê pesnê jîrbûn û aqilmendiya xwe bidana, dema ku em keçên ciwan û nûhatî bûn , me car carna ji wan ristan şerm dikir, çimkî ew pir vekirî û bê sansor bûn , pêde diçû ta radeya ku carna jî nerîneke nîgatîv nîgar dikir.
Xirabo, Xelîlê Xazî, Besna Xelîl, Zembîl Firoş, Lawikê Madenî, Bavê Seyro...xweş mînak in.

Pir balkêş e, eger em bala xwe bidinê , em ê bibînin ku di piraniya wan stran û lawik û heyranokan de, xaleke hev beş heye, ew jî ku piraniya jinên kurd û eger miradê wan bi ebvîndarê dilan nebû, êdî mirinê dipejirînin , yan jî ewên mêran li xwe heram bikin...!
Pir seyr û balkêş e, di hemû dastanên evînîniyê de,  mîna Memê Alan, Mem û Zînê, Ferhad û şêrîn û hwd. evîneke bi şewat, diltezîn hebû .

Erê bala xwe bidinê û ez vê yekê tekez dikin, pêdivî bi lêkolînê nîne, strana şînê ku dayikên me  bi barîna hêsran re digotin, ji incam û afrandina jinê ye.
Her kes dizane ku ji sincên mêrên kurd e, ku nabe ew bigrî û di şînan de binehwirîne û bavêje ser kesê wexerkirî , ta ku ew kes kezeba wî be.Li vir em neçar dibin ku mukir bên û vê rastiyê bipejirînin, jinên kurd bi hostayetî kezeba xwe di şînan de hînik dikirin û ne ku çi dihat ber devên wan digotin, belê bi zanebûn , ji kedera dilî re diristin, bi kêş û rêzbend hevokên xwe dihûnandin. 
Hin jin hebûn ku bi dengê xwe yê nerm û zelal naskirî bûn û hin bi lihevanîna ristên xwe ya hunerî navdar bûn.

Jinên kurd û hin riweşt û adet.

Piraniya kurdan îro bawermendên ola Islamê ne, lê piraniya dayikên me bi kurdî nimêj dikirin û rojî digirtin, wan jinan pir rêz didan çarşemba reş , di wê rojê de cil ne dişoştin, ne jî serê zarokên xwe, tu karên giran nedikirin.çarşem li ba wan pir bi saw bû , lê wan dîroka wê rojê nedizanîbûn ku ew bi xwe girêdayî ola êzîdiyan bû , dibêjin di wê çarşemê de . Xwedan yan jî Êzdan  avakirina kewnê bi dawî anîbû , piştî ku Adem û Hewwa dan afirandin, ji lewra  li ba êzdiyên kurd çarşemba pêşî ji meha nîsanê ( Avrêl ) roja cejna sersalê ye, nabe mirov tê de karan bike.

Dayikên me û nemaze yên rojavayî kurdistanê herêma cezîrê , gelek car bi Qur` anê , bi Incîlê , bi Tewratê û bi Tawis melek sûnd dixwarin,,, ev sûnd di heman demê de , yan jî bi Muhemed , bi Issa û Mûsa ,,,min ev yek li ba dayîka xwe jî dîtibû.

Jinen kurd ji çavan ditirsan ku bi zarokên wan ve bidin, yan ji hasûdiyê ku mala wan berbi xwe ve bibe, ji lewra wan nifişt li ba şêx û mellan didan çêkirin da ku zarok û malên wan biparêzin.
Çavşînik û şînok bi landik û malan ve eikirin.

Herweha wan baweriya xwe bi cinan tanîn , li falbazan û remilzanan guhdarî dikirin, dixwestin ku paşerojê binasin , aya dê çi bibe.

Li ba me û ez vê yekê tekez dikim, guneh bû ku jin cilên reş li bejna xwe kin, çimkî ew nîşana ne xêrê bû , ji lewra piraniya dayikên me kiras û xiftanên rengîn li xwe dikirin û piraniya caran wan dayîkan ....xwe bi cilên xwe yên buha paye dikirin.
Berî bîst salan , kiras û xiftanên dayikên me dagirtî kulîlkên rengo rengo bûn, herweha livînên malê jî , evê yekê geşbînî û dilxweşî li derdorê çêdikir.

Di sala 2010 - an de , yekem car bû ku min serdana welatê xwe kir, êdî cilên wan dayikan bêhtir reş bûn, wan digotin ku reş hem kubar e , hem jî sezayî temenê wnî mezin e.
Mixabin rêjeya keçên kurd , yên ku Hicab li xwe kiribûn jî pir bilind bû, wan keçan mixabin lasyî keçên ereb dikirin. Bi dîtina min cil û bergên me kurdan ne pir vekirî ne, eger kurd bixwazin xwe ji ber sedemên olî biparêzin , bila ew cilên dayikên xwe li bejna xwe kin, ev bi rûmetir e.

Her kes dizane ku ji moralê jina kurd bû, her çendîn zîrek bana jî , ku gotina malê ya dawî ya mêr bû, jina kurd hevjînê xwe kêm nedikir, rê didayê ku biryara dawî , axaftina dawî a wî be.

Jinê her timî xwe bi bavê xwe yê navdar, yan bi birayê xwe yê dilpak û zana , bi kurê xwe yê xwendevan didît, xwe bi wan paye dikir. Lew em dizanin ku ne rast e jî ,lê wê xwe amade didît ku serê kurê xwe li ber xalê wî deyne.

Ango...jina kurd û bi mebest li hember mêr tevdigeriya mîna ku ew mîrê mîran be,, min ev yek di malbata xwe de dîtibû û di piraniya malbatên herêma Cezîrê de. Lê wekî ku min li jor anîye ziman , ev ê tevgerê ciyê jinê kêm nedikir, belê ew di çavê civaka li derdorê bêhtir mezin û birûmet dibû.

Jina kurd li hemberî civakê dengê xwe bilind nedikir, eger keniya bane , bi hêdî û hêminî dikenî...gelek caran dayikan di civakê de , pêsîrê xwe derdixistin û zarokên xwe şîr didan, lê van salê dawî , êdî ev adet kêm bû, û bi min weha baştir bû.

Dayikên me ji paqijiya malê hez dikirin û jina paqij û mala wê pak , ciyê dilxweşiyê bû....her roj wan xaniman ...mala xwe didan hev, karê îro nedispartin roja din. Piraniya rojan , yan jî her roj diviya bû ku firavîneke gerim bê çêkirin, û wan kotilk, pel ûaprax, şamborek, şorba nîsik , savar, goştê berxan , yê elokan û dîkan amade dikirin û ji sincên xanimên kurd ku pir dilovan bûn û xwarin didan belengazên nêzîkî xwe.

Herweha ji xwarinên ku wan amade dikirin ...simid, petatê qelandî yan kelandî, şorba şîr, hemû cureyên tirşikê ji ya petata, fasoliya, bamiya û hwd.

* Di derbarê Jina kurd e, hin nerîn.

Kiristîna Allîson ( kurdelog)

Ew li ser rewşa jinê di`axife û dibêje:
 Ji ber ku piraniya caran mêr di zîndanê de ye, yan jî pêşmergeye, yan jî şehîd û pakrewan e, jina kurd xwedan roleke balkêş e, di gel ragihandina teybetmendiya nerîna xwe ji xelkê re û herweha di gel vejandina hestê netewî li ba nifşên nûhatî.
Xanim Allîson weha jî dibêje:
Li ba kurdan, helbesta gelêrî ji afrandina mêr û jinê ye, mirov dikare hin jinan bibîne ku ew afrêner in, romannivîs in, û dastanbêjin mîna Kelha Dimdimê, Mem û Zîn û Zembîl Firoş. Belê di hin civakan de cudahî heye di navbera deqê mêr û jinê, lê ev yek di çanda kurdî de nîne.

Baskîl Niktin.

 Di pirtûka xwe ya bi navê Tîpînî li ser kurdan de dibêje:
Mêrê kurd meyldarê anîna jineke bi tenê ye, jina wî û di hundirê malê de xwedan hêz û rol e. Dema ku mêr ne limal be, jin bi xêrhatina mîvanan dike, û bi azadî bi wan re dide û distîne.
Ew ne mîna mislmanên din in, bê hicab in, zewac piştî evînê tê û piştî ku herdu alî hev baş nasbikin.

Micer Son  :

Rêzdar Son tîne ziman ku gelek caran jina kurd bi xêr hatina wî kiriye, ew bi nan û xwarin kiriye, bi min re di`axifî , tevî ku mêr ne li mal bû.

Fladimîr Mînoriskî...mamosteyê zangoya Lendenê:
Jinên kurd bê hicab in, di civatê de cî digrin, ji xwe bawer û bê şerm guftugoyê bi mêran re dikin.

Bi herhalî , me hinekî xwest em nerîna biyaniyan di debarê jinê de binasin, tekez pir agahiyên din hene, lê me divê ku ji her hêlekê ve, hinekî wê bişopînin.
Em dikarin bibêjin ku nerîna biyaniyan di derbarê jina kurd e, nerînek posîtîv û erêniye, ev ciyê dilxeweşî û hêviyê ye. Ez vê yekê dibêjim ne ku jineke kurd im ,,,na  , lê ev nîşaneke pîroz e, dide diyarkirin ku jin dikare xwe bide pêş û eger derfet di destê wê de hebin û dergeh bên vekirin ew amadeye ku birêvebirya siyasî bike....Ma çima na .....?
Jina ku bikaribe  çek û rextan hilgire û di  ciyayên bilind e , şerê neyaran bike , heman jin dikare bibe serok û birêvebir, dikare di ciyê birayrar danê de , xwedan rol û birayar be. Divê jin rê nede mêran ku wê mîna perwazeke pûç û vala bixebitînin û bi hebûna wê li hin cihan , rûyê mêr û partiyên siyasî bixemilîne.

*ji jinên kurd yên navdar.

Adila Xanim Helebçayî.
Adila ... jina paşayê êla Caf e, di sala 1909- an de ew bû seroka êlê, du malên mezin li Helebçayê mîna yê aristuqratên Parîsê dan avakirin, herweha ew ê bexçe çandin û xemilandin, bazar da çêkirin, Jihû anîn da ku mufayê bidin wan û Helebçayê geş û xweş bikin.Adila Xanim ji tirkan hez nedikir,  ji lewra ew ê zimanê tirkî qedexekir û li şûn rê da farisî. 
Belê hêjaye gotinê ku Xanim Adile û ji ber birêvebiriya xwe ya zîrek ji Ingilîzan mîdalî wergirt.

Xensa Ibrahîm Paşa Millî.

Xwîşka serokê êla Xelcana ye, yê bi nasnavê birayê Zerka tête nasîn. Ew ê piştî mirina hevjînê xwe sala 1908 serokatiya êla mezin ya Mellan kiriye û ji sultan Ebdul Hamîd tîtila paşatiyê wergirt .


Hikmet Xan Zada Sultan.

Li Herîr û Soranê , 10000 pêşmergeyên wê yên peya û bi tifing hebûn û herweha 10000 din yên siwar bi tîr û kevan hebûn.
Hikmet Xan di dema şer de cilên reş yên mêran li xwe dikirin û şerê Îranê dikir . Hikmet xan pir keleh dan avakirin û ta îro kelha Xanzada Soran naskiriye.


Mayan xatûn.

Dema ku hevjînê wê mir, kurê wê 13 salî bû, ji lewra ew bû serok, da ku êzdiyan biparêze peyman bi Osmaniyan û paşê bi Ingilîzan re dan imzekirin.


Hefsa xan Neqîb.

Yekemîn jina kurd e ku têkilî bi hin komelyên cîhanê re çêkirin û sala 1930 , yadeştnameyek ji komîta miletên yekbûyî re rêkir û tê de doza mafên kurdan kir.
Ew jina şêx Abdul Qadir e, birayê şêx Mehmûdê Hefîd, mala xwe li Suleymaniyê xiste dibistan da ku jinên kurd tê de perwerde bibin.


Mestûre Erdelanê yan jî Mah Şeref xan kurdistanî.

Jina mîr Xisro xan bû , ku zû çû ber dilovaniya xwedan, ev yek dilê Mestûre pir hejand , rabû helbest li ser hezkiriyê xwe yê bê mirad Xisro xan nivîsîn.
Tê gotin ku 3000 malikên wê bi kurdî, goranî hene û 20 000 malik bi farisî jî hene.
Ew yekemîn jin bû ku di rojhilata navîn de dîrok nivîsandiye.....Dîroka Erdelanê.


*Ji astengên ku jina kurd li rastî wan dibe.

1. Nebûna derfetên xwendinê , nemaze yên xwendina zanîngehan ku rê bêtir li ber mêrên kurd vekiriye,ji sedemên vê yekê alûziya rewşa aborî yan malabatan, herwiha hişê paşketî ku keç kêmî kur tê dîtin.
2. Zewaca bi darê zorê ku hîn li hin deverên kurdistanê keçên kurd li rastî tên.
3. Adetên hin malbat û êlan ji heyrandinê û berdêlî ku jin bê vîn û daxwaza xwe dibe qurbana wan 
    adetên tund dibe.
4 . Zewaca zû , ku piraniya caran keç kêmî 18 dibe gepa devê mêrê nezan û temen mezin.
5. Sunetkirina keçan ku û mixabin hîn li ba hin êlan bi dilsarî li dijî jinan tê kirin.
6. Destdirêjî ku bi dawî nabe û hin keç bi temenê herî piçûk li rasta wê tên.
7. Karê zarokan, ku ji ber rewşa malbatê zarokên ciwan tên xebitandin , îro li mitrepolên hin welatên rojhilat , keçên kurd jî ji bo debara nan û dermanê bav yan dê dikin.
8. Bikaranîna madeyên hişbir ku bi mebest hêdî, hêdî dijmin wan derbasî nav keç û kurên kurd dike.
9. Xwekuştin...ku mixabin her sal li seranserî her çar parçeyên kurdistanê dibe, keçên kurd ji ber evînê yan ji ber hin astengiyan jiyana xwe bi destê xwe dibin...carna jî xwe disohtînin.

10. Kuştina binavê namûsê ku qaşo li ba me kurdan .....jin namûsa mêr e, çi ew mêr bav be, yan bira be , yan pismam be yan hevjîn be. Eger jin ne namûsa xwe be û xwe naparêz e, dêmek wê gavê ew namûsa kesekî nîn e..!
11. Zewaca bêhtirî ji jinekê, li hin deveran mêr çar jinan tînin, li vir mufayê ji zagonên olî dikin,da ku ew diyarde rawest e, pêdivî bi yasa û zagonên şaristanî û bilindkirina hişê civakê heye.

Mixabin li vir ez ê vê lêkolînê bi dawî bikim, dilê min bi lêkolîneke zanistî berfereh û kûr hebû, lê mixabin nebûna jêderan ez bê basik kirim.
Nebûna dewletê, nebûna jêderan e.

Têbînî:
* Ji jinên navdar min hema çend nav anîn, eger em li dîrokê vegerin em ê bibînin ku pir jinên din yên navadar hene.

*Mixabin ez bi tenê 18 salan li welat jiya me, lê bi herhalî min dikarîbû li bîreweriya xwe vegerim û jê hin agahiyan werbigrim û li vir binvîsim.

Jêder:
* Wikipedya û hin jêderên taybet.
* Tîbînî li ser kurdan ....Baskîl Niktin.
* Imperatoriya Med.....Eyhanê Bêrtî.
* الاكراد ملاحظات و انطباعات.   فلادمير مينورسكي.    
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark