Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Pirsine Giran

 


Merwan Berekat

Dibe ku, rojekê çemê demê raweste, û deriyên xewna bêgunehan vebin….. Belkî.
Bapîrên me rê û ba bûn.. lê pir pirsên nalînan di nav lêvên vê axê de keriyê hawarên xwe bere deriyên ezmên rêdikin.
Ba bûn… lê pirsên giran tozgirtî man.
Rê bûn… lê þopên sor jî, pir bûn. Ma gelo guhên ezmên jî, dixetimin?
Laboda…?


Ma ne win hevcêwî bûn? Berî ku win ji malçûka wê dilovanê rizgar bibin û deriyek bibin heft, çima te navika wî nebirî?
Belkî pirs giran be, û te nizanîbû ku hilma xwînê nabe xunav. Lê tê gotin ku þaþîtiya mezin ya diya we bû. Belkî?!
Yan jî, tu meraqdar bû, ku çavên (Êklîma) bibin kaniya rondikên saregerm? Ma gelo xwerina gênim bê qurban nedibû?  Ew jî, belkî.

Giyanewer, niþtecihên goristanan û kurmikên ku di bin pêyên hespê pêxemberan de hatibûn pelixandin, û belkî (Amala) ya pêrî jî, tola xwe doz dikin. 
Eger þoreþa tolvedanê çîk bide, ma gelo kî û çi wê li dervî wê qadê bimîne?
Belkî, rojek were û gerîndeya çerxan raweste, lê govdeyê zemîn ji pirsên bê bersiv giran bûye… giran.

Habîl… giliyekî mezin di paþela (Nod) de li pey xwe hîþtibû, lê hîn pênûsa dadweriyê pûç maye.  Ta kîngê deriyê dadê, dê were kutan û xwîna habîlan wê di malçûka axê de were rêtin?
Ma gelo, li ser kursiya pîroz jî, razan heye?
Eger na….. Çima Qayîn pir bûne?

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark