Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvīn: Fuad Alīko: Esed Ū Rźjīma Xwe Ya Beesī Ji Kokde Bi Hebūna Gelź Kurd Ū Kźžeya Wī Li Sūriyź Mukur Nehatine

 


Derbarê rêkeftina Miyûnixê û bûyerên nû yên têkildar bi gera duyemîn ji guftugoyên Cinêv 3, bežê kurdî di nivîsgeha ragihandina Hevbendiya Nižtimanî ya Hêzên žorež û Rikberiya Sûrî, ev dîdar bi endamê desteya danûstandinan Fuad Alîko re pêk anî.

Nivîsgeha rojnamevaniyê ya desteya bilind ya danûstandinan diyar kir ku ew herdû dîtinên di navbera žandeya desteyê û nûnerên  Erebistana Si`ûdî û Amerîka li Miyûnixê serkeftî bûn, gelo ev tê wateya ku çûna Cinêvê tekez bûye?
Derbarê çûna Cinêvê niha desteya bilind ya danûstandinan berê wê li Erebistana Si`ûdî ye da li Riyadê bicivin, wê ev mijar li wir bên gengežekirin, û wê li wir biryara çûn yan ne çûna Cinêvê bê dan, ji ber ku ew di serê lîsteya karê me yê li Riyadê de ye

, lê ez niha nikarim bersiva dawî bidim te berî ku mijar bê guftugokirin di civîna Riyadê de, lê ta niha piraniya dengan dijî çûnê ne li gor pêvajoya bûyeran, ji ber ku ew dibînin ku tu sûde ji çûnê nîne di dema ku rêjîm xwe îro bihêz dibîne, û Rûsya hêjî bi tundî li deverên Artêža Azad dide, lewra ta niha kaxezên danûstandinê yên xurt di destê rêjîma Esed de ne, ji ber vê yekê eger Rikberî here danûstandinan jî wê helwesta wê lawaz be li Cinêvê.

Li gor cigirê wezîrê derve yê Rûsî Gînadî Vatîlof , girûpa pižtgiriya Sûriyê gihižtiye rêkeftinan derbarê çareseriya kirîza Sûriyê li Miyûnixê, gelo çawa gihan çareseriya kirîzê û xwediyên kirîzê bi xwe ne amade bûn di lîsteya karê Miyonixê de?
Ji žopîneran nayê vežartin ku wan aliyan hejmarek ji civînan lidar xistin ji bo gotûbêjkirina kêžeya Sûriyê ji bo dîtina çareseriyê jêre, lê ta niha ew ne gihane sîsika çareseriyê ku ew avakirina Desteyeke Desthilat a veguhêz e, û cihê Esed di qûnaxa bê ji temenê Sûriyê tunebe , ji ber ku Rûsiya hêjî rijde li ser mana Esed di serokatiyê de, û bizavê dike ji bo dabînkirina Hikûmeteke Yekîtiya Nižtimanî li gor nerîna wan û li gor pîvanên Rûsî yên guncayî ne bi rewža Esed re, û eve têgeha çareseriya kirîza Sûriyê li rex wan, û bê guman ev tižt ji aliyê žanda Rikberiyê ji kok de nayê pejirandin, lewra ez dibînim ku gotina cîgirê wezîrê derve ne di cihê xwe de ye, ji ber ku hûrgiliyên giring hene Rûsan behsa wan nekirine, û ev mijar hîna yekalî ne bûye ne li Viyênayê nejî li Cinêvê û ne li Netewên Yekbûyî, tevlî ku ew sedema bingehîn ya dirêjkirina kirîzê ye.

Karsiparteya Yekîtiya owropayê ya karûbarên siyaseta derve û Ewlekariyê Fîdrîka Moxîrînî got ku divê Turkiyê rêkeftina Miyûnixê bicî bike ji bo kêmkirina aloziyan li Sûriyê, gelo ev gotina wê bersiv bû ji bombebarana Turkiyê ji xaka Sûriyê re? an jî ji bo destê Turkiya ji têwerdana di rewža Sûriyê bi gižtî bikžîne?

Bê guman ew nameyek pir wate ye ji Turkiyê re ji karsiparteya Yekîtiya Oropî, û têde nîžanê dide ku Turkiya ne bi tižtê ku li Cinêvê dibe re ye , der barê dîtina çareyekê ji kirîza Sûriyê re, tevlî ku Turkiya hêjî xwe dibîne elaqedar bi tižtê ku li Cinêvê dibe, û ew nîžaneke ji Yekîtiya Oropî da Turkiyê rawestîne ji tižtê ku bizavê ji bo wê dike, di riya bombebaranê re, û hewldana xwe bide xuyakirin ku ew ê destêwerdana bejayî di Sûriyê de bike.

Wezîrê karê derve yê Birîtanî Filîp Hamond amaje kir ku çûna Esed yan mana wî di Desthilatê de, bi amadebûna Rûsiya ji bikaranîna karînên xwe re ji bo hilanîna wî girêdayî ye, gelo Rikberiya Sûrî nikare Esed ji Desthilatê hilîne di riya lihevkirina bi Rûsan re?
Sebaret Rûsan me wek Hevbendî û Rikberiyê hejmarek ji hevdîtinan bi wan re kirin û di wan hevdîtina de me bizava dîtina xalên sereke yên lihevkirinê kir, ji bo em rûsan bighînin wê baweriyê ku bercewendiyên wan bi gelê Sûriyê re ne û ne bi serê rêjîmê tenê re ne, û me ji wan re got ku bercewendiyên we di Sûriyê de hene, û ev ne cihê nakokiyê ye, lê bi mercê hûn dest ji pižtgiriya Bežar berdin, lê mixabin Rûs ta niha belkî baweriya wan bi Rikberiyê nayê ji aliyê parastina bercewendiyên xwe yên abûrî di Sûriya pažerojê de, û ežkere ye ku hatina Rûsan bo Sûriyê ne ji bo režiya çavên Bežar û rêjîma wî ye, lê ji bo parastina bercewendiyên xwe yên abûrî li Sûriyê û zêdekirina wan bercewendiyan ne.

Pižtî gengežeyên di kolana kurdî de derbarê ku kî mafdar e nûnertiya kurdan di ser asta Navdewletî bike, gelo doseya emzeyên ku ji kolana kurdî hatin civandin bi armanca derbaskirina wan di danûstandinên Cinêv3 de gihižte kû derê?
Bê guman her aliyek dibe ku xwe bibîne nûnerê gelê kurd li ser asta Navdewletî, û bi rastî Encûmena Nižtimanî ya Kurd di riya kaxez û belgeyên xwe re diyar dike û radighîne ku ew xwediyê pirojeyê kurdî ye û xwediyê pirojeyê Nižtimanî ye di heman demê de, û tižtê ku em ji Sûriya pažerojê re dixwazin di eržîf û belgeyên me de hene, û em tižtekî îro venažêrin da em sibe wî ežkere bikin, lê Partiya Yekîtiya Dîmoqrat pirojeyê wê ne zelal e û navê wê bi xwe jî berfireh e, û ne kurdî ye, û nejî Sûrîbûna xwe diyar dike, û navê wî ne girêdayî ye bi ti cuxrafîya destnîžankirî ve, ew dikare li her deverê dunyayê be, ji ber ku tu nîžanên netewî û nejî nižtimanî di navê wê de tune ye, û sebaret bi emzeyan me ew gihandine Emîndarê Gižtî Yê Netewê Yekbûyî, û ew tenê nimûneyek bû li ser karîna Encûmena Nižtimanî ya Kurd ji nûnertiya kolana kurdî re, û çawa ku tevlî seqaya dijwar û biser de astengiyên alîgirên PYD, û dûrbûna hin herêman û nekarîna gihežtina wan ji ber rewža cengê, wek Bab û Minbic û Cerablisê, her wiha Heleb û Žam û Hema û Laziqiyê, ku tevlî hemî  rewžên zehmet Encûmenê karîbû 625 hezar dengî di dema hefteyekê de kom bike, û ew nîžana lihevkirina kolana kurdî û guncayîbûna wê bi gotara Encûmena Nižtimanî ya Kurd re, û ez dikarim tekez bikim ku piraniya kolana kurdî bi Encûmenê re ye lê PYD xwe bi hêzê ferz dike ji ber ku ew xwedîçek e.

Gelo nûnertiya kurdî wê wek gera yekem ji gotûbêjên Cinêv3 be, anjî wê guhertinin di žanda kurdî de di gera duwem ji gotûbêjan de hebin?
Ta niha žandeya kurdî wê wek xwe bimîne, lê eger gotûbêj pêžde çûn û me daxwaza komîteyeke rawêjkariyê di goftûgoyan de kir, wê demê serokê Encûmena Nižtimanî Ya Kurd Birahîm Biro û her wiha sê kesên din ji endamên ENKSê yên li derve wê tevlî me bibin, di vê derbarê de Hikûmeta Almanî nivîsgehek daye Encûmena Nižtimanî ya Kurd da ku karê xwe lê birêve bibe, lê sebaret bi žandeya danûstandinan wê hejmar wek xwe bimîne, lê wê zêdekirin û guhertin di komîteya rawêjkariyê de be, her wiha wê nûnertiya jinan jî hebe û Encûmen hin navên jinan amade kirine û wê endamên ragihandinê jî ji aliyê Encûmenê hebin.

Gelo wê Partiya Yekîtiya Dîmoqrat dûr bimîne ji gotûbêjên di gerên bê de di nav Rikberiyê û rêjîmê de? Anjî derfet heye ku tevlî gotûbêjan bibe pižtî guhertinên serbazî yên li ser erdê?
Wê Partiya Yekîtiya Dîmoqrat ji žandeya danûstandinan dûr bimîne ji ber ku ew ne aliyeke ji herdû žandeyên ku wê danûstandinan bikin, ji ber ku ew xwe dibîne aliyek sêyem, ewê bi žandeya Rikberiyê re neçe, ji ber ku di vê dema dawî de  asta hevkariya wî bi rêjîmê re ežkere bû, û bi žandeya rêjîmê re jî naçe ji ber ku ew xwe dibîne rikberê rêjîmê, û ew li gor baweriya xwe hêleke sêyem e, û hêla sêyem tu sûde ji hebûna wê niha tune ye, ji ber ku danûstandin di nav du aliyan de ye û aliyê sêyem tune ye.

Serê rêjîmê ragihand ku mijara rêjîma dewleta Sûriyê çi rêjîmek navendî be anjî fedralî be wê di destûra ku gelê Sûrî dengê xwe bidê bê destnîžankirin, gelo Esed cidî ye di van gotinan de, anjî ev ragihandina wî tenê gotin in, û ew xwe li gor daxuyaniyên Rûsî yên di vê derbarê de saz dike?
Ez dibînim ku Bežar Esed tenê bi gotinan lîstiye û di vê bersiva xwe ya seyr de ji pirsan reviya ye, ji ber ku ev zilam û rêjîma wî ya Be`isî ji binî bi hebûna kêže û gelê Kurd li Sûriyê mukur nehatine, û di 2012an de Esed destûra xwe danî û di tevaya destûrê de tu nîžana mafê kurd ne ji dûr û ne ji nêzîk tune ye, û hevpeymanê wî yê ku ew yeke ji endamên žandeya wî ya danûstandinan yê bi navê Umer Osê, navê partiya xwe kiribû Tevgera Destpêžxeriya Kurdî, û dana ruxsetê jêre hat redkirin ji aliyê yasayî ve ji ber ku navê kurd têde heye, tevlî ku naveroka pirogramê wî yê siyasî heman naveroka pirogramê partiya Be`is e, eger gotina kurd dihêle rêjîm û desthilata wî bitengije, gelo wê çawa xwediyê vî mejî biryarê bi mafên rewa yên gelê kurd bide, lê ev guhertin tenê ji bo balkižandina dezgehên ragihandinê ye, tenê  xwe pê bi žêweyekî žaristanî bide xuyakirin, di riya pînekirina žandeya xwe bi kesatî û pêkhateyên corbecor, ji bo ji xelkê re bide diyarkirin ku ew dîmoqratî ye û hemî pêkhateyên welat li xwe digre, tevlî ku kurd di žandeya wî de tenê kerekoz in, û Bežar ji kok de bi mafê kurdan mukur nayê, û eger cedî ba di gotinên xwe de wê danpêdan bi Rêveberiya Xweser ya Partiya Yekîtiya Demoqrat kiriba, ji ber ku ew li ser wî û rêjîma wî ji otomî û fidraliyê siviktir e.

Tê zanîn ku hêzên Sûriya Dîmoqrat tevlî Artêža Žorežgeran, 11 gurûpên Ereb ji gundewarên Heleb û Idlibê û ji Cezîrê jî hêzên Senadîd yên Žemerî û yên Rûpêçayî û Sotoro yên Xiristiyan di nav wan de hene, û pirs ewe? Çima Rikberî tenê li ser bežê kurdî diaxive û hêzên din yên heman Hevpeymaniyê nabînin?
Belê bi rastî jî ew hejmarek ji gurûpan e, û Ereb û Xiristiyan û Tukman jî têde hene, lê hêjî bežê mezin ji wan ji Yekîneyên Parastina Gel  yên bi ser Partiya Demoqrat ve ne, ji lewra navê mîlîžiyên kurd bi wan ve bûye, û tê jibîrkirin ku milîžiyên Ereb û Tirkuman û Xiristyan jî di nav wan de hene, û ez dibêjim wê ev nav bi wan ve bimîne eger hevsengiyek bi rastî nekeve hejmara wan aliyên ku Hêzên Sûriya Demoqrat ji wan pêk tê, û tižtê ku hižt ev nav bimîne, ew e ku van yekîneyan demek dirêj žerê DAIŽê kirin û dezgehên ragihandinê hižtin ku ew nav di hižê xelkê de bimîne. 

Jêder: Hevbendî   

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 1
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark