Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Berê Civaka Kurdî Li Kû Ye?

 


Vejîna Kurd

Civakbûn mercê hebûna cinsê mirov e, û tiþtên ku civakê pêk tînên û wê dikin civakeke serbixwe ziman, dîrok, çand, ax û berjewendiyên hevpar in. Yanê ji her civakekê re çandeke taybet bi wê heye û ew bi wê çandê dibe civakeke cuda ji civakên din. Di vî warî de rola her mirovekî di civaka xwe de heye, lê ji aliyekî din ve jî, civak nasname û kesayetiya mirov e. Ango her mirovek çanda xwe ji civaka xwe werdigre.

Weke ku hatiye zanîn, civaka kurdî ji hezarsalan ve, li ser xaka Mezopotamiyayê jiyan dike. Li deþt, çiya, gelî û newalên wê þaristaniya xwe ava kiriye û tevlî ku Kurdistan bûye bêdera parvekirinê ji aliyê dagîrkeran ve, lê Kurdan ziman û reseniya civaka xwe bi þêwekî baþ parastine, û li gor xweristiya civakbûna xwe jî, li ber pêlên guhartin û helandinê rawestîne.
Ma gelo çi hîþtiye civaka kurdî li ser lingên xwe bimîne û ji civakên veterestî were jimartin?!!
Di dirêjahiya dîrokê de baþ xuyaye ku civaka kurdî dikare her dem li ber xwe bide û herweha gelê kurd xwîn û giyanê xwe qurbana hebûna xwe bike.
Ya ku civakekê li ser pêyan radiwestîne û wê ji piþaftinê diparêze berî her tiþtekî xak û nirxên netewî ne, kirdeyên wek sinc, zihniyet, hezkirina xakê û hemû cureyên zargotinê ne. di vî warî de, civaka kurdî ta astekê xwe parastiye. Belê..ew civakeke pêþketî û xweragir û dewlemend e.
Tevlî ku para rastiyê di van tevahiyan de heye, lê em ji bîr nekin ku xaknîgariya Kurdistanê ya çiyayî jî roleke girîng di parastina civaka kurdî de lîstiye, û bandora neyînî ya civakên derdora xwe derbasî nav xwe nekiriye.
Rewþa ku niha civaka me ya kurdî tê re derbas dibe, rewþeke sawdar e, îro rêjeya koçberiyê bilindtir dibe û tirsa guhartinên civakî di nexþeya civaka Kurdî de bilind dibe. Pirsgirêka koçberiyê gihaye astekê ku metirsî heye ku civaka kurdî ji hin aliyên reseniya xwe ya civakî were derxistin, ji ber ku koçberî û penabertî jihevkirinê di laþê civakê de peyda dikin. Kurd ji welatê xwe koçber dibin û li aliyê din jî, biyanî derbasî civaka wan dibin û li þûn wan cih digirin.
Dema civakek dest ji xaka xwe berde û endamên xwe radestî civakên biyanî bike, ne hêsan e ku ew mirovê penaber kanibe xwe û zarokên xwe ji çanda nû biparêze. Hatiye dupatkirin ku bi demê re ewê di wê civakê de werin piþafitin, ji ber ku, bingeha avakirina civakê erd e, û koçberî sedema rûxandina wê bingehê ye.
Di va qonaxa hestiyar de pêdiviyeke mezin heye ku ne tenê siyasetmedar û rewþenbîr, lê hemû kurdperwer xwe bavêjin qada civaka xwe û ji êþa gelê xwe dûr neçin. Divê nifþ bi bandorên vê pirsgirêkê agahdar bibe û hezkirina girêdana wî bi xakê ve di dilê wan de were vejenandin, divê ew bi kesayetiya civaka kurdî ve were girêdan. Bêguman, di vî warî de pêwistiya perwerdê pir pêwîst e, û rola ronakbîran jî, zor girîng e.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark