Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Her Sal Helbest Dê Me Pev Bigihîne

 


Komîta Amadekar Ya Mehrecana Helbesta Kurdî , yek ji komît û saziyên hindik e ji nav saziyên kurdî ku kariye xwe dûrî pêla alîgiriyê û nerînên tekrew û teng bihêle, di nava xwe de hemû nerînên cuda vehewandine, nivîskar û helbestvanên tê de bi nerîneke azad karê xwe pêk tînin, ji lewra ew aliyên li ser çanda parçebûn û nerînên teng ava bûne hewil didin ku nexweþiyên xwe yên derûnî têxin nav vê komîtê de li gor armancin xwe yên taybet.

Mehrecana helbesta kurdî ne ya komîta amadekar e, ji ber ku ti pîvan û mercên tevlîbûnê ji komîta amadekar re tune ne, wek ji hemû kesên ku mehrecana helbesta kurdî ji sala 1993an ve diþopînin diyar e, ji bilî amadebûna wî kesî ji kar e di ber amadekariyên ku hersal tên krin de , ji lewra her kesê dixwaze rexnan bike em rexnên wî li ser serê xwe datînin, lê bela ji bîr neke ku kêmasî ne ya komîtê tenê ye, kêmasiya her kesê ku xwe dibîne nivîskar û di ber çanda kurdî de kar dike ye, kêmasî ya wî ye jî ji ber di dumahiya her mehrecanê de vebûna deriyê tevlîbûna komîta amadekar tê ragihandin, û kêmasiyên îsal beþek mezin ji wan yên her sal in kêmasiya rewþa me ya giþtî ye. komîta amadekar di salên reþ û dijwar de karîye vê helkeftê biparêze û hin endamên wê tûþî peyketin û zindanan bûn , ji lewra dema mirov rexneyan bike divê destê xwe deyne li ser nihadê xwe û ne tenê beþê vala ji piyalê bibîne , ji ber ew beþê vala ji peyalê wê hinekî din hatiba dagirtin eger ew rexnevanê birêz ew rexnên xwe bi þêweyekî piratîk û bê ku hestê kesî birîn bike bikar anîbana Asata helbestên mehrecanê asta helbesta kurdî ye ne ya komîtê ye, ev asta helbestên ziman û miletekî bindest û çewisandî ye, helbestvanên me ji ekadîmiyên kurdî der neçûne, vexwendin giþtî ye ji berê de û niha jî, tenê mercê komîtê ew e ku helbest bi zimanê kurdî be û asta wê pejirandî be, gelo çend helbestên astbilind hatine û komîta amadekar derfet ji wan re di beþdariyê de nedaye. Ezmûna me heye ku di hin salan de komîtek nirxandinê dihat destnîþankirin ji kesên xwedî ked û kar û pispor di warê helbestê de û pirên wan ji dervî komîteya amadekar bûn, û xelatên mehrecanê ji sê pileyên pêþ re dihatin dan ji bilî xelata þahnaziyê ya ku her sal ji torevanekî kurd re tê terxankirin, bi rastî ew ezmûn biserketî bû û asta helbestên dihatin xwendin bilintir bû, lê mixabin ew ezmûn berdewam nekir ji ber astengiyên li pêþ mehrecanê ji aliyê hêzên ewlekariya rijêma diktator ve dihatin danîn , ji ber berdewamiya lidarxistina helkeftê û sîmboliya wê ma kula komîtê ne asta helbestan tenê.
Hêviya me ew e ji her kesê xwe dibîne xwediyê ziman û çanda kurdî ku bi rengekî kartêker xwe tevlî çalakiyan bike û rexne ne tenê li ser rûpelan bên nivîsandin, lê belê hewla sazkirina wan kêmasiyan di piratîkê de bê dan, û careke din ji bo tevlîbûna komîta amadekar derî ji herkesî re vekirî ye, û hersal helbesta kurdî dê me pev bigihîne.

  Komîta Amadekar Ya Mehrecana Helbesta Kurdî  

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark