Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Ziman: Nakokiya Zimanan

 


Merwan Berekat
 
Nakokiya zimanan û nemaze yên ku di navbera zimanên hevsînor de dest pê dibe ne rûdaweke nû ye, ew gelek kevnar e û beşek ji jiyana zimên e. Wekî çawa di navbera hemû zindiyan de, ji bo mayînê nakokî çê dibe û ew tiştekî normal e, her weha eger di navbera zimanan de jî nakokî bi şêwakî rewa û siruştî çêbibe, ew jî tiştekî normal e. Lê eger ew nakokiyan bi pilan û pîlangerî ji aliyê mejiyên regezperest ve werin kirin, bêguman ew karekî ne rewa û ne jî normal e.

   Dema mirov bi rêbazeke zanistî li ser rûdawa nakokiya di navbera zimanan de raweste û wê raçav bike, ewê bibîne ku ji wê nakokiyê re hin rûdaw û sedemên bingehîn hene, û hin ji wan ev in:
1 - Koçberî: Rûdawa koçberiyê û nemaze di serdemên dîrokî yên
kevnar de beşek ji jiyan û dîroka mirov e. Mirov, koçberî û hin buyer û rûdawên din ên ku jiyana mirov di wan re derbas dibe ew hin guhartinan dixin warên jiyanê, ew beşekî mezin ji dîrokê pêk tînin û carna jî şaristaniyê ava dikin.
Bêguman koçberî bandora xwe li jiyana zimên jî dike. Dema miletek ji welatê xwe koçberî welatekî din dibe, pir dirêj nake nakokiya zimanî di navbera zimanên wan herdu miletan de dest pê dibe. Di wê rewşê de kîjan mileta di warê rewşenbîrî, zanistî û şaristaniyê de hêzdar be zimanê wî zora zimanê din dibe û encama serkeftinê werdigre.
Di dîroka jiyana zimanan de gelek rûdawên wisa çêbûn û hîn jî çêdibin, lê carna ew nakokî dirêj dike û nemaze dema ku asta herdu zimanan di warên rewşenbîrî û zanistî de bilind bin, û li dawiyê herdu ziman bandorên xwe yên zimanî li hev dikin, û carna jî di wî welatî de herdu ziman bi kar tên.
2 - Dema dewletek an jî rêjîmek miletekî dagîr dike, û destên
xwe di ser hemû warên jiyana wî re digre, di yekemîn gav de dagîrker hewil dike, ku nasnameya rewşenbîrî ya miletê bindest biguhêre, û nasnameya xwe ya rewşenbîrî di jiyana wî de biçîne, û ji ber ku ev kar di riya zimên re çêdibe, loma jî berî her tiştekî nakokî di navbera zimanê dagîrker û yê miletê bindest de dest pê dike.
Weke em dizanin ziman û nasnameya rewşenbîrî ya her miletekî ew mayîn û hebûna wî diparêze, lê dema miletek dest ji zimanê xwe berde û zimanekî din bi kar wîne nasnameya wî ya rewşenbîrî û netewî zûtir tê guhartin.
Dema mirov li dîroka nakokiya zimanan vegere û wê raçav bike ewê bibîne, ku bi sedan ziman hebûn wan nikanîbûn xwe ji zimanên êrîşdar biparastana, ji ber wê jî ew ziman di hin zimanên din de heliyan.
- Hin qonaxên ku zimanên hevnakok di wan re derbas dibin:
1 - Qonaxa yekem: Zimanê hêzdar her demekê hejmarek ji
bêjeyên xwe derbasî jiyana zimanê din dike, ew bi vê rêbazê zimanê din lawaz dike û hêdî hêdî reseniya wî ya zimanî tîk dike.
2 - Qonaxa duyem: Piştî ku zimanê hêzdar di qonaxa yekem de bi
ser dikeve, hin dengên wî yên zimanî di lêvkirina bêjeyên zimanê din de cihên xwe distînin, û wek nas e, dema dengên zimanî yên biyan derbasî jiyana zimanekî dibin, ew ziman hinekî  ji zelaliya xwe ya zimanî dûr dikeve.
3 - Qonaxa sêyem: Di vê qonaxê de zimanê ku gelek bêje û hin
dengên zimanî ji zimanekî din werdigre pêdariya wî lawaz dibe û hêdî hêdî ew hinekî ji reseniya xwe ya zimanî derdide. Dema zimanek rêzimanê zimanekî din derbasî jiyan xwe ya zimanî bike, ew pirtir lawaz dibe û ji helandinê ve nêzîk dibe.
Di nakokiya zimanan de dema zimanek di van xalên jorîn de bi serdikev, ew dibe zimanê fermî û hemû şaxên zanistê bi wî tên nivîsandin.
Di nîvê yekê yê sedsala bîstan de zimanê Firensî li hin welatên Ereb wek Cezawîrê bi zimanê Erebî re ket nakokiyê, wî di demeke kurt de bandora xwe li zimanê Erebî kir, û ta roja îro gelê Cezawîrê nikane xwe ji bandora zimanê Firensî rizgar bike.
Ji demek dirêj ve zimanê Kurdî digel zimanên dagikerên Kurdistanê di nakokiyeke zimanî pir dijwar de jiyan dike wek zimanê ‘Erebî, Tirkî û Farisî, bêguman wan hin bandor li zimanê Kurdî kirin, lê wan nikanî bû zimanê Kurdî tune bikirana, wî bi pêdariyeke cudawaz li ber xwe da û reseniya xwe ya zimanî parast. Ji aliyekî din ve, zimanê Kurdî bandora xwe ya zimanî kêm zêde li jiyana wan hersê zimanan kiriye. Eger mirov li ferhengên wan sê zimanan vegere û wan baş raçav bike ewê bibîne, ku bi sedan bêjeyên Kurdî derbasî jiyana wan zimanan bûne, û cihên xwe di ferhengên wan de standine, û ta roja îro gelek ji wan bêjeyan di wêjeya wan hersê gelan de bi kar tên.
- Çima zimanê Erebî nikane zora zimanê Kurdî bike?
1 - Zimanê Kurdî û zimanê Erebî ne ji yek malbata zimanî ne, ji 
ber wê jî dengên zimanê Erebî nikanîbûn bi hêsanî derbasî
jiyana zimanê Kurdî bibûna.
2 - Jîngeha xaknîgarî ya Kurdistanê roleke gelek girîng di 
parastina zimanê Kurdî de lîstiye, û gelek herêmên Kurdistanê ji bandora zimanê Erebî dûr bûn. Ji aliyê dîrokî ve, rola zimanê Kurdî di avakirina şaristaniyê de ji zimanê Erebî dewlemendtir e.
3 - Zimanê Erebî di riya ola Îslamî re bandora xwe li zimanê gelek 
miletan kir, lê bandora wî li zimanê Kurdî kêmtir bû, ji ber ku çawa zimanê Erebî zimanê ola Îslamî ye, her weha zimanê Kurdî jî zimanê ola Ezdahî ye, ji ber wê jî zimanê Erebî nikane zimanê Kurdî di xwe de bihelîne û wî tune bike.
Di serdema Osmaniyan de zêdetirî heftê êrîş hatin ser kurdên Ezdahî, ji bo wan tune bikin, û wek em dizanin hemû qewlên ola Ezdahî ji hezar salan ve bi zimanê Kurdî hatine nivîsandin, û wan hin ji reseniya zimanê Kurdî parastine.
Ji aliyekî din ve, wek çawa Qurana pîroz zimanê Erbî parastiye, her weha pirtûka  Avista ya ola Zerdeştî jî di gelek serdemên dîrokî de zimanê Kurdî parastibû.   
- Çima zimanê Tirkî nikanîbû bandorên xwe yên zimanî li
  zimanê Kurdî bikira?
     Li gor zimanzanînê bersivdana vê pirsê weha tê danîn: Eger miletek ne xwedî şaristaniyeke dewlemend be, tucarî zimanê wî nikare bi hêsanî bandorên xwe yên zimanî li zimanê miletên xwedî şaristaniyên dewlemend bike.
Dema mirov li dîroka şaristaniyê vegere û wê raçav bike wê bibîne, ku para gelê Kurd di avakirina şaristaniyê de gelek ji ya gelê Tirk pirtir û firehtir e. Ne tenê wisa; piraniya zimanzan û dîroknasên cîhanî dahênana nivîsandinê li gelê Somerî û li herêma Mezopotamiyayê vedigerînin, û gelek ji wan dîroknasan di lêkolînên xwe de teqez dikin ku Somerî Kurd bûn.
Bêguman dahênana nivîsandinê di avakirina şaristaniya mirovahiyê de roleke bingehîn lîst, û wê hemû warên jiyana mirovahiyê pêşve birin.
Di gelek serdemên dîrokî de zimanê Kurdî ne tenê di xaknîgariya Kurdistanê de bi kar dihat, wî sînorê Kurdistanê derbas kiribû.    Di serdema dewleta Mîdî de sînorê zimanê Kurdî ji zincîra çiyayên Zagrosê ta Deriyaya Sipî bi kar dihat, û wek nas e dewleta Mîdî ji aliyê avakirina şaristaniyê ve dewleteke pir çalak bû. Civaka Mîdî di warê zanistî de û nemaze di warê felsefê de civkek li pêş bû, di wê serdemê de û di civaka Mîdî de pirtûka Avista ya ola Zerdeştî bi zimanê Kurdî hatibû nivîsandin.
Ji aliyekî din ve hin ji gelên sînordarên dewleta Mîdî bi ola Zerdeştî bawer kirin, û di riya pirtûka Avista ya pîroz re zimanê Kurdî derbasî jiyana wan gelan bû. Ji berî wê jî sînorê bi karanîna zimanê Kurdî, û nemaze di serdema Mîdiyan de gelekî fireh bû. Lêkolînvanê Almanî Wêlv dibêje: ‘’Piştî ku me çend salan lêkolîn di Til Etşanê de kir, em gîhan encamê, ku ew cih şûnewarekî Mîtanî ye. Di dema Mîtaniyan de navê wê  Kişwera Alalaxê bû, û ew di sala 2700 î berî zayînê de hatibû avakirin’’. Berdewam dike û dibêje:’’ Belgeyên ku ketibûn ber destên me, piştî me ew ji hev kirin û xwendin, navên ku di wan de hatibûn nivîsandin ji %40 navên Mîtanî bûn, û serbazê leşgerî yê kişwera Alalaxê navê wî Zikreş bû. Di kişwera Alalaxê de zimanê êlên Mîtanî bi kar dihat’’.     
- Çawa zimanên hevsînor bandorên zimanî li jiyana hev
  dikin?
    Dema du milet hevsînor bin ew bi rêbazên curbecur digel hev têkildar dibin, û di riya wan têkildariyan re zimanê herdu miletan bandorê li hev dikin, û her ku tevger û çalakiyên têkildariyê di navbera  wan de pir dibin, ewqas bêje û têrman ji hev werdigrin. Dema di navbera herdu zimanên têkildar de çalakî berdewam dibin, ew di aliyê deng û rêzimên de jî bandorê li hev dikin.
- Rola pêwendiyên bazirganî û rewşenbîrî di nakokiya
  zimanan de: Dema pêwendiyên bazirganî di navbera du gelên - dewletên- zimancuda de çêdibin navên tiştan wek xwarin, cil, tiştên teknolojî… HWD, bi hêsanî derbasî jiyana zimanê gelê, ku wan tiştan werdigre dibin. Hin ji zimanzanan û li ser serê wan Marsil Logan dibêje: ’’Eger bêjeyek an têrmek ji zimanekî derbasî zimanekî din bibe, û piraniya wî miletî wê bêjeyê yan wê têrmê bi kar bînin ew bi demê re dibin bêjeyek ji wî zimanî û xwe di ferhenga wî zimanî de diçespîne’’. Dema mirov jiyana kîjan zimanî ji zimanên cîhanê vekolîne, wê bi sedan nimûneyên wisa bibîne.
Wekî çawa rola liberhevdanên bazirganî nakokiyê di navbera zimanan de çêdike, her weha pêwendiyên rewşenbîrî jî dema ku di navbera du miletan, an jî du dewletên zimancuda de ava dibin, nakokiya zimanî di navbera zimanê wan herdu miletan de dest pê dibe, û nemaze di warê têrmên zanistî de.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark