Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Ziman: «ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎEYAN» DE ... xelek (15)

 


Deham Ebdulfettah

Rawegoriya Karan bi Kara û Berkarên wan re
Mebesta me ji gotina (rawegorî) yan jî (kategorî)[1] ew e ku nîşandekên jimara kara û berkaran bi şêweyekî rast û durist , li wan  , yan jî li karên wan xuya bibin . Anku , raweya karan li gora jimara kara û berkaran teşeya (forma) xwe , di hevokê de durist bistîne .

Berî nuha ev mijar di pirtûka me de , ya bi navê "Kar di Zimanê Kurdî de"hatiye belavkirin .


Nuha jî em dixwazin vê mijarê careke dî , di vê pirtûkê de biweşînin , ji ber ku gelek caran mijar di nav gel de bi şaşî tê xebitandin , hin nivîskar jî wê şaşiya gelêrî wekî ku bihîstiye dinîvisin bêyî ku li ser rawegoriya hêmanên hevokên xwe rawestin , wek nimûneya wan şaşiyan :
-Zînê hevalin dît
-Zîn û Fatê hevalek dîtin
-Restem dar (gelek dar) şikand
-Restem û hevalên xwe dar (darek) şikandin
Şêwazê nivîsîna van mînakan ne li gora destûra rêzimana Kurdî pêk hatiye . Çiku , girêdana rawegoriyê di navbera kara û karên wan de bûye û berkar paşguh û bêrol mane . Anku , karayên yekjimar karên wan jî , li wê gorê bi yekjimarî hatine :
-Zînê ( . . . .) dît
-Restem ( . . .) şikand
Karayên komjimar jî , karên wan li gora wan bi komjimarî hatine :
-Zîn û Fatê ( . . . .) dîtin
-Restem û hevalên xwe ( . . . .) şikandin
Lê diyar e ku karên di mînakên me de hatine xebitandin , (dîtin , şikandin) , derhingêv (têper) in û di dema borî de bikar hatine . Li gora bend û destûrên rêzimanî gerek girêdana rawegoriyê bi van karan re di navbera berkar û karan de bibe , ne di navbera kara û karên wan de  .
Anku , gerek jimara kar û berkarê wî li gora hev bin , heger berkar yekjimar be gerek kar jî li wê gorê yekjimar bê , lê ku berkar komjimar be gerek kar jî bi komjimarî bê .
Li vê gorê , gerek ew hevokên mînakan bi vî şêweyî bêne nivîsîn :
-Zînê hevalindîtin
(Wê ew dîtin)
-Zîn û Fatê hevalek dît
(Wan ew dît)
-Restem dar (gelek dar) şikandin
(Wî ew şikandin)
-Restem û hevalên xwe dar (darek) şikand
(Wan ew şikand)
Bo ku em bi hûrbînî têbighêjin , ka çima ev girêdana rawegoriyê rast e û çima ya dîtir şaşiyeke gelêrî ye , gerek em mijarê ji hemû aliyan ve û di hemû raweyan de ronî bikin .
Me berê jî gotiye , nîşandekên jimara wan navên ku di hevokan de dibin kara û berkar bi cor û demên karên wan ve girêdayî ne . Kar jî di zimên de (2) beş in :
-Karên nederhingêv (têneper) .
Karên derhingêv (têper)
1-Karên nederhingêv ew kar in , yên ku nahingivin berkarên rasteder (rastexwo) û hevokên sergihayî bi xwe û karayên xwe ava dikin . Anku , hevoka karê nederhingêv ji (2) hêmanên serekî pêk tê , (kara û karê wî)
Wek :
-Mêvan hatine .
-Baran dibare .
Carinan jî hinek têrkerên hevokan bi kara û karê wî re tên :
          Wek :
-Mêvan ji Amedê hatine  .
-Vê êvarê baran dibare .
2-Karên derhingêv jî ew kar in , yên ku dihingivin berkarên rasteder û hevokên xwe bi wan saz dikin .
Hevokên karên derhingêv ji (3) hêmanên sereke (kara , berkarên rasteder û kar) saz dibin  .
Wek :
-Şagirtekî rojname xwend .
-Zîn nameyê dinivîse  .
Piştî ku me her dû corên karan dane nasîn em ê nuha rola her corekî ji wan , di warê rawegorî û cîgirtina nîşandekên jimara kara û berkaran de ronî bikin  .
a-Rola Karên Nederhingêv (Têneper)
Ji ber ku karê nederhingêv berkarên rasteder naxwazin , hevokên wan , bi wan û karayên wan sergihayî dibin . Di van hevokan de girêdana rawegoriyê di nav kara û karên wan tenê de dibe . Anku , nîşandekên yekjimar û komjimara karayan dighêjin karên wan (û kara wek xwe , bêyî nîşandek dimînin) , eger kara yekjimar bin karên wan jî (di hemû dem û raweyan de) bi yekjimarî tên , lê ku komjimar bin karên wan jî(di hemû dem û raweyan de)  bi komjimarî tên û nîşandeka komjimariyê (in) dighêje wan karan
Wek :
1-    Dema Borî
-Azadhate malê
          -Azad û Restemhatin malê
          -Tudiçûyî dibistanê
          -Hûndiçûn dibistanê .
          2- DemaNuha
          -Zîndihere (dere) gulistanê
          -Hevalên wê jî diherin gulistanê
         3- Dema paşeroj ( Ayende):
- Baran ê bibare
- Berf û Baran ê bibarin
Di van mînakan de girêdana rawegoriya di navbera kara û karên wan de eşkera ye .
Lê gelo ev girêdana pabendî , çi sûdê dide têgeha hevokê ?!
Gelek caran raweya kara di yekjimarî û komjimarî de yek teşe ye . Hingê em bi nîşandeka(in) , ya ku dighêje karê wî karayê kom , dizanin ku ew kara komjimar e , lê ku kar bêyî (in) be tê zanîn ku kara yekjimar e .
          Wek :
- Ew hat (yekjimar)
- Xwendekar raket ( yekjimar)
-Ew hatin (komjimar)
- Xwendekar raketin (komjimar)


b- Rola Karên Derhingêv (Têper) :
Girêdana rawegoriya karên derhingêv bi kara û berkaran re , li gora demên wan karan , bi (2) şêwazên berevajî hev bikar tê  .

Di Dema Nuha û Paşerojê de
Girêdana rawegoriya karên derhingêv di dema nuha û paşerojê (ayinde) de bi karayên wan re dibe û berkarên wan derveyî hevkêşa rawegoriyê dimînin .
Anku , eger berkar yekjimar bin , yan komjimar bin , têkiliya jimara wan bi karan re nîn e  .
Lê ku kara yekjimar bin , yan komjimar bin , nîşandekên jimara wan li karên wan xuya dibin (û ew bêyî nîşandek dimînin) .
Nimûne :
a-Dema Nuha :
-Şagirt pirtûkê dixwîne (yekjimar)
-Şagirt pirtûkê dixwînin (komjimar)
-Ez nameyan dinivîsim (yekjimar)
-Hûn jî nameyan dinivîsin (komjimar)
-Ew pênûsan difroşe (yekjimar)
-Ew pênûsan difroşin (komjimar)
-Ev jin gulan diçine (yekjimar)
-Ev jin gulan diçinin  (komjimar)
b- Dema Paşeroj (Ayinde) :
- Şagirt ê (dê) pirtûkê bixwîne
- Şagirt ê (dê) pirtûkê bixwînin
- Tu yê nameyan binivîsî
-Em ê nameyan binivîsin
- Ew ê pênûsan bifroşe
- Ew ê pênûsan bifroşin
- Ev jin ê gulan biçine
- Ev jin ê gulan biçinin
Diyar e , ku girêdana rawegoriyê di dema nuha û paşerojê de di navbera kara û karên wan de ye û nîşandekên jimara karayan li karên wan diyar dibin :
-Ew ( . . .) dinivîse
-Ew ( . . .) dinivîsin
-Ev ê ( . . .) binivîse
-Ev ê ( . . .) binivîsin
Ji hêleke dî jî , em dibînin ku berkar di wan hevokên jorîn de di bin bandor û destûra verêsê (tewangê) de dimînin  .Anku , nîşandekên jimara wan , di heman dem de nîşandekên tewandina wan in .
Wek :
          -Ez mirovekî dibînim .
          -Tu jî mirovinan dibînî .
          -Azad hevalan perwerde dike .
Lê ku berkarê nerasteder li pey wan berkarên rasteder bên , hingê berkarên rasteder ji bin bandora verêsê tên der .
Wek :        
-Ez mirovekî[2] biyanî dibînim
          -Azad hevalên me perwerde dike

2-Di Dema Borî de :
Ji destpêka mijarê ve me destnîşan kirî , ku rawegoriya karên derhingêv di dema borî de , wekû kêşeyeke aloz di navbera girêdana kara û berkaran de xuya bûye . Ev kêşeya nezelal jî , bûye sedema peydabûna hindek şaşiyên gelêrî .
Berî nuha me dît ku di dema nuha û paşerojê de , çawa girêdana rawegoriyê di navbera kara û karên wan de pêk tê û berkar derî rawegoriyê berverês dimînin . Lê di dema borî de girîdana rawegoriyê (berevajî dema nuha û paşerojê) di navbera berkar û karan de pêk tê . Anku , nîşandekên yekjimar û komjimara berkaran li karan xuya dibin û kara derveyî hevkêşê , di bin bandora verêsê (tewangê) de dimînin .
Wek :        
-Fatê ev dar (darek) çandiye
          -Fatê ev dar (gelek dar) çandine
          -Zarokan hinarek çinî
          -Zarokan hinarinçinîn
          -Vî şagirtî xelat (yek xelat) wergirt
          -Vî şagirtî xelat (gelek xelat) wergirtin
Di van hevokan de eşkera ye , ku kar û berkar bi hev girêdayî ne , dema ku berkar yekjimar be kar jî yekjimar tê , lê ku berkar komjimar be kar jî (li wê gorê) komjimar tê . Lê kara bixwe dûrî vê têkiliyê dimîne .
Di vê rawegoriyê de kara dikeve ber destûra verêsê û yekjimarî û komjimariya wan bi nîşandekên verêsê (tewangê) bixwe têne nasîn :
          -Vê hevalê gelek pirtûk xwendine
          -Van hevalan pirtûpkek tenê xwendiye 
Têbînî :
1-    Hindek xemxurên zimanê Kurdî rawegoriya karên derhingêv (di dema borî de) bi vê nêrîna jêrîn rave dikin : Heger kara nav bin  , kar bi wan ve têna girêdan û li gora jimara wan bikar tên .
Wek :
-Şivanekî berxên xwe firot
-Şivanan gurek kuştin
Lê ku kara cînav bin , jixwe kar bi berkaran ve girêdayî ne :
Wek :
          -(Wî) berxên xwe firotin
          -(Wan) gurekkuşt
Li gora destûrên rawegoriyê û yên verêsê jî , ev nêrîn ne rast e . Ji ber ku cînav li şûna navan bikar tên , destûra ku navan dide ber xwe , cîgirên wan navan jî dide ber xwe :
-Şivanekî berxên xwe firotin
(Wî ewfirotin)
-Şivanan gurekkuşt
(Wan ewkuşt)
2- Rastiya rawegoriya karên derhingêv  , ya ku li gora pîvanokên rêzimanî , bi van her dû şêweyan berçav dibin :
a-Di dema nuha û paşerojê de , kar û kara bi hev ve girêdayî ne , nîşandekên jimara kara li karê wî xuya dibin û berkar berverês dimîne :
          -Ev şagirt sirûdan dixwîne
          -Ev şagirt ê (dê) sirûdan bixwîne
b- Di dema borî de kar û berkar bi hev ve girêdayî ne , nîşandekên jimara berkar jî li karê wî bixwe diyar dibin û kara berverês dimîne :
          -Şagirt sirûdekxwend
          -Şagirt sirûdinxwendin
3- Bo çespandina rastiya rawegoriya karên derhingêvî di dema borî de , em ê hevokên mînakan ji şêwazê pendî (nas) biguhêzin şêwazê nependî (nenas) , hingê nîşandekên jimara berkaran , yên ku li karan xuya dibin , ew ê bighêjin karê alîkar "hatin"
Wek :
-Azad û hevalên xwe sirûd (yek sirûd) xwend (sirûd hat xwendin)
-Azad û hevalên xwe sirûd (gelek sirûd) xwendin  (sirûd hatin xwendin)
Ev şêwaz di çespîne , ku girêdana rawegoriyê di dema borî de , di navbera berkar û karan de ye û ew nîşandekên ku dihêjin karan (di hema dem de) , yên jimara berkaran in jî  .


[1]- "Kategorî", navlêkirina prof Qnatê Kurdo û hindek şarezayên Kurmanciya xwarê (Soranî) ye.

[2]-Ev (î) veqetandeka (zêdera) navê nependî (nenas) e, ne nîşandeka tewandina navê nependî, yê yekjimar e.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark