Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Ziman: «ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎEYAN» DE ... xelek (14)

 


Deham Ebdulfettah
 
Pêşgira "bi"di navbera Bêje û Bibêje de ……!
 
  Li gelek herêmên welêt raweya fermanî ji karê "gotin"bi şêweyê "bêje"tê xebitandin , li hin herêman jî bi şêweyê "bibêje"tê xebitandin . Derbarî duristî û neduristiya van her dû şêweyan jî gelek caran gotebêj , di nav rewşenbîran de germ dibe . Di vê pêvajoyê de pirs ev e : Gelo , li gora rêzikên rêzimanî , kîjan şêwe rastir û duristir e ?!


          Em dizanin ku kar , ji hêla bêjesaziya teşeyê (formê) ve , dibin (3) beş :
-Karên xwerû (sade) .
-Karên dariştî (xurdezad) .
-Karên lêkdayî (hevbend) .
Raweya fermanî ji van her sê beşên karan ne wekî hev tê sazkirin  .
- Karên xwerû :
Karên xwerû ew kar in , ên ku teşeya (forma) wan ji bêjeyeke rût (bê zêdebûn) û watedar pêk tê ,wek (çûn , dan , ketin , xwestin…) .
Raweya fermanî ji karên xwerû li gora vê rêzika jêrîn pêk tê:
[Pêşgira (bi) + binyata dema nuha + paşkoka kesîn (e , in)]
Binyata karên dema nuha jî , bi van pêngavan saz dibe :
1-Kar di dema nuha de :
-Çûn : Ez diçim
-Dan : Tu didî
-Ketin : Ew dikeve
-Xwestin : Em dixwazin
2- Avêtina pêşgira dema nuha (di) û paşkoka kesîn (im ,î ,e , in) :
- Ez di- ç – im = … ç … (binyat)
- Tu di – d – î = … . d… . = :
- Ew di – kev – e = … kev … =
- Em di – xwaz – in = … xwaz … =
Vêca raweya fermanî ya wan karên mînakan , li gora rêzika  jorîn ev e :
-Bi + ç + (e , in) = biçe , biçin
-Bi + d + (e , in) = bide , bidin
-Bi + kev + (e , in) = bikeve , bikevin
-Bi + xwaz + (e , in) = bixwaze , bixwazin
Karê (gotin) jî karekî xwerû ye , lê karekî dûreh e . Anku dema borî ji jêdera xwe "gotin"bikar tê :
          - Min got , te got……
Lê dema nûha û paşeroj , ji reha (koka) jêdereke winda , bi wateya "gotin", wek (bêjtin , bêjan…) bikar tê :
          - Ez dibêjim , ez ê bibêjim … .
Li vê gorê , raweya fermanî ji karê "gotin"dê bi vî şêweyî pêk bê :
          - Gotin : Ez di – bêj – im = … bêj

Raweya fermanî :
          (Bi + bêj + e /in = bibêje , bibêjin )
Bi vê yekê em dikarin tekez bikin , ku raweya fermanî ya rast û rewa , ji karê (gotin) (bibêje) ye û raweya (bêje) bi şêweyekî gelêrî jê sivik bûye  .
Hinek birader dibêjin , ji ber ku dengê tîpa (b) di  pêşgira (bi) û (b) ya karê (bêje) de , dûbare dibe (bi + bêje ) bo sivikbûnê (bi) tê avêtin û raweya fermanî dibe ( . .bêje . .) , li şûna (bibêje) . Bi dîtina min , ev nêrîn ne cîgirtî ye . Ji ber ku karê "birrîn"û "barîn"jî bi tîpa (b) destpê dibin , lê fermaniya wan , li gora rêzikê , bi şêweyê "bibirre , bibare"hatiye û nebûye "birre , bare", anku pêşgira (bi) nehatiye avêtin… .!
2- Karên Dariştî :
Karên dariştî ew kar in , ên ku ji pêşgir û karekî xwerû pêk tên , wek (daketin  , rabûn , vekirin… .) . Raweya fermanî , ya van karên dariştî bêyî pêşgira fermanî (bi) pêk tê . Anku , li gora vê rêzika jêrîn pêk tê :
- [Binyata dema nuha + paşkoka kesîn (e , in)] .
Li vê gorê , (rabûn , vekirin ) :
-Rab + e , in = rabe , rabin
-Vek + e , in = veke , vekin
-… .
3- Karên lêkdayî :
      Karên lêkdayî jî ew kar in , ên ku bêjesaziya forma wan ji bêjeyeke watedar an pirtir , b .jeyek . û karekî xwerû pêk tê , wek (avdan , serjêkirin…)  .
Raweya fermanî ji karên lêkdayî bi dû şêweyan pêk hatiye :
1-    Bêyî pêşgira fermanî (bi) :
-Avdan : Avde , avdin
-Guhdan : Guhde , guhdin
-Serjêkirin : Serjêke , serjêkin  .
Melayê Cizîrî dibêje : [1]
 " Guhde awazê neyê weqtê sema tên muxbeçe
      Fehmê razê ger dikî , çawa dinalin çeng û saz".

          2- Bi alîkariya pêşgira fermanî (bi) :
            - Avdan : Avbide , avbidin
            - Guhdan : Guhbide , guhbidin
            - Serjêkirin : Serjêbike , serjêbikin
            - Derkirin : Derbike , derbikin  .
Li dûmahiya mijarê em careke dî jî tekez dikin ku raweya "bibêje"ew a rast û resen e û ya (bêje"bi şêweyekî gelêrî jê sivik bûye .
Xanî dibêje : [2]
          " Bû keyf neşêm çi ez bibêjim[3]
              dêwane bibim duran birêjim ".



Zêder (Veqetandek) û Nîşandekên Verêsê (tewangê)!

Zêder , navlêkirina Seyda Reşîdê Kurd e . Ev nav lêkdayî ye , ji (zê + der) pêk hatiye 
û bi wateya ku zayenda navan ji hev cuda dike , anku navdêrên nêrza û yên mêza ji hev derdixe . Gotina "Veqetandek"jî navlêkirina Celadet Bedirxan e- Ew jî bi wateya ku navên corecor , ji hêla zayend û jimarê , ji hev vediqetîne-
Çawa nav , ji hêla pendî û nependiyê- dibin dû beş zêder jî  , bi wê gorê dibin dû beş :
1-Zêderên navên pendî (zêderên pendî)
2-Zêderên navên nependî ( zêderên nependî)
a - Zêderên pendî (veqetandekên nas) ew zêder in , ên ku digihêjin navên pendî , zayend û jimara wan destnîşan dikin- Zêderên pendî jî ev in , "ê , a , ên"
Ê : Ev zêder digihêje navên pendî yên yekjimarên nêrza :
          - Hevalê te bira min e -
          - Pismamê  te hevalê min e -
A : Ev zêder jî digihêje navên pendî yên yekjimarê mêza :

          - Keça Zînê xwendekar e
          - Ev dara sêvan hişk bûye
ên : Ev zêder digihêje navên komjimara her dû zayendan (nêr û mê)  , wek :
          -Kulîlkên daran dibişkivin
          -Dostên  me herî hûn in
Berçav e ku ev  zêder , ji bilî ku zayend û jimara navan destnîşan dikin , dibin alavên palvedanê[4] , navên palvedêr û berpal bi hev ve girêdidin :
          -Welatê me ji hemû welatan şîrîntir e-
          -Zeviya Temo avdayî ye:
Nav û hevalnavan (rengdêran) jî bi hev ve girêdidin :
          -Zarokên piçûk perwaneyên zêrîn in -
          -Kulîlkên rengîn xemla buharê ne
Hin caran zêderên pendî di hevokê de dûbare dibin , hingê zêdera pêşî wekî ku ew e (wek xwe) dimîne , ya dûwem , li gora watedariya hevokê , bi dû şêweyan berçav dibe:
1-    Bi teşeya zêdera yekem û wekî wê jî navê Pêşîn , ji nav cor û celebên wî destnîşan dike û rewşekê (çi baş , çi xirab) bi ser wî navî ve berdide , wek :
          -Birayê min ê  piçûk xwendekar e
          -Hevala we ya zîrek nexweş e

Di mînaka yekem de , ji nav birayan birayê piçûk hat veqetandin ku ew xwendekar e- Di mînaka duwem de xuşka min a nexweş zîrek e-
2- Zêdera dûwem bo rewş û pesindanê tenê tê xebitandin ,  , hingê bi şêweyî "î"tê nivîsîn - Ev teşe "î"jî ne durist e ku bibe veqetandek , anku navekî ji celebên wî veqetîne :
          - Ey Xwedayê min î dilovan !
Di vê mînakê de , Xweda her yek e , tu cor , celeb , heval û mînak jêre nînin- Lê ku me bigota : (Ey Xwedayê min ê dilovan ) ,gerek xudayinî dîtir jî hebin- Ev jî ne durist e ku bê gotin-
Wilo jî :
-Ey dayika min î  diltenk !
-Hey bavê min î  têkoşer !
Çiku min bavek û dayek tenê hene - Mebesta min jî , pesindana wan e , ne veqetandin û danasîna wan e .
- Rastnivîsa zêdera dûwem wateya hevokê , ya herî rast û durist berçav dike- Anku , eger zêdera duwem bi navê berî xwe ve bê nivîsîn wateyekê dide hevokê , lê ku cuda bê nivîsîn , hingê wateyeke dîtir dide hevokê ,  wekî ku em bibêjin : Dû mirov bi navê Bedirxan hene , Bedirxanê bapîr (mezin) û Bedirxanê nevî (piçûk) .
Li vê gorê ku em bibêjin : (Kurê Bedirxan ê mezin pendeyar e) , bêyî ku em cihê zêdera "ê"destnîşan bikin , hingê em ê tûşî vê pirsê bibin :
Gelo di wê mînaka çûyî de , yê mezin   kî ye ?!
Bedirxan e  , yan kur e ?!
Destnîşankirina cihê zêdera dûwem , wateya hevokê zelal dike û dide zanîn  , ka yê mezin kî ye!- Anku , eger em zêdera dûwem "ê"bi navê Bedirxan ve binivîsin , hingê , yê mezin wê Bedirxan be :
          - Kurê Bedirxanê mezin----
Lê ku ew zêder serbixwe (cuda) bê nivîsîn , hingê wê zêder li "kur"vegereû rewşa "mezinayê) jî wê pê ve girêdayî be , anku yê mezin wê ew be :
          - Kurê Bedirxan ê mezin----
Cudahiya di navbera her dû wateyan de jî ev e:
-Kurê Bedirxanê mezin (Bedirxan mezin e)
-Kurê mezin , ê Bedirxan (kur mezin e)
Ev jî dide zanîn , çendî rastnivîsa kurdî bandorê li rastiya wateya wê dike -
-Ji hêla rêzimanî ve jî , eger zêdera dûbare serbixwe bê nivîsîn , dibe cînavê pêwendî- Anku cihê navekî dî digire- Navê avêtî jî , ew navê pêşîn bixwe ye , lê ji bo ku dûbare nebe hatiye avêtin :
          -Birayê min ê piçûk xwendekar e
          -Xuşka te ya mezin mamoste ye
          -Hevalên me yên gundî dilsoz in
Di van her sê mînakan de , cînavên pêwend "ê  , a , ên ", cihê van navan (bira , xuşk , heval) girtiye- Çiku , reseniya wan hevokan ev bû :
-Birayê min (birayê) piçûk xwendekar e
-Xuşka te (xuşka) mezin mamoste ye -
-Hevalên me (hevalên) gundî dilsoz in
Bi egera ku ji pêvajoya hevokan wateyên wan tên zanîn , ew her sê nav hatine avêtin û zêderên wan cihên wan girtine û bûne cînav  .
- Nîşandekên verêsê (tewangê) , yên navên pendî jî , herî ev in , (î , ê , an) :
Î : Digihêje navên berverês yên nêrzayên yekjimar
          -Mala mêvanî li Hewlêrê ye
Ê : Digihêje navên berverês ên mêzayên yekjimar :
          -Dibistana Zînê  dûrî mala wêye -
An: Digihêje navên berverês ên komjimara her dû zayendan (nêr û mê):
          -Konê Koçeran ji mûyê bizinan e

b- Zêderên Nependî :
Navên nependî , di rêzimanê de navên nenas in- Nîşandekên navên nependî , (ek , in) in- Ev nîşandek digihêjin navên pendî û wan dikin nependî :
          -Ev mirov hat dibistanê
           (mirovek  hat dibistanê) – nependî
          -Ev mirov hatin dibistanê
          ( Mirovin hatin dibistanê) – nependî
Berçav e ku ev her dû nîşandek (ek , in) bi dû
erkên rêzimanî radibin :
1-    Dibin nîşandekên navên nependî (nenas) , weku wan mînakên derbasbûyî  .
2-    Jimara navên nependî destnîşan dikin :
Ek : Bo navên nependî , yên yekjimar bikar tê :
-Mirovek hat mala me (yek mirov)
-Mêvanek hat mala me (yek mêvan)
In: Bo navên nependî yên komjimar bikar tê :
-Mirovin hatin mala me ( geleg mirov)
-Mêvanin hatin mala me ( gelek mêvan)
Berçav e ku di van her dû mînakan de nîşandekên (ek , in) jimara navên nependî tenê diyar dikin , lê zayenda wan navan bi zêderan (veqetandekan) tên nasîn- Zêderên navên nependî jî , ev in :
Î : Bo navên nependî , yên nêrzayên yekjimar bikar tê :
-Pêjna mêvanekî biyanî tê-
-Hevalekî min koçber bûye-
E : Bo navên nependî , yên mêzayên yekjimar bikar tê :
          - Reşo mehîneke boz kirriye
          - Sîmav keçeke zîrek e
(Î: E) : Bo navên nependî , yên komjimara her dû zayendan (wek navên yek jimar bikar tên) :
"Î": (nêrza) : Min hespinî baş firotin
          - Mirovinî dost hatin cem me -
"E": (mêza) :
- Fatê mirîşkine qelew firotin
          - Min darine sêvan çandin -

Zêderên nependî yên dûbare :
zêderên nependî jî , weku yên pendî , di hevokan de dûbare dibin û rewşa navên zêdera pêşîn destnîşan dikin :
Î : - Mamosta şagirtekî xwe zîrek xelat kir
     - Fatê dîkekî sor î qelew firot
E : - Sosinê hevaleke xwe jêhatî xelat kir
     - şevnemê Keçeke bedew î jîr e
Zêdera nependî li pey navên nependî yên komjimar jî bikar tê :
          Nêrza :
- Hevalinî min î (în) qenc penaber bûn
          -Şivaninî[5] mêrxas î (in) zana hene
          Mêza :
- Keçine xwenda (yîn) jêhatî li vir in
           - Sêvine sor î (în) zer tên firotin[6]
Diyar e ku ev zêdera nependî , ya dûwem erkê alava pêwendî "û"dibîne û bi wê rolê radibe- Anku , rewşekê dispêre rewşekê û her dû rewşan bi navê rewşdar ve girêdide , wek nimûne :
          - Min guleke sorî î bînxweş çinî
          = ( Min guleke sor û bînxweş çinî)
          - Sosin keçeke bejinbilind î bedew e
          = (Sosin keçeke bejinbilind û bedew e )
Lê carinan jî zêdera nependî rewşekê dispêre navê berî xwe , bêyî ku rola (û) ya pêwendî bibîne :
          - Min hevalekî xwe sozdar dît
          - Mehîneke Reşo beza heye

Mîr Celadet Bedirxan derbarî zêdera navên komjimara nependî dibêje :
&& Herçî "e"ya " hespine sor"  , ev "e"di eslê Xwe de "en"bû û "n" jê ketiye û li şûna "hespinen sor"îro  dibêjin "hespine sor"[7]- Anku , reseniya "n"di van gotinan de "Bizinine , hespine , mehînine", "en" bû , lê bi dirêjahiya demê re "n"hatiye avêtin û maye "i", wek nimûne :
Şêweyê Resen                Şêweyê sivikbûyî
- Bizininen Fatê mirin    bizinine ---Fatê mirin
- Hespinen Şêrko hene   hespine---- Şêrko hene
- Mehînen Reşo hebûn   mehînine--- Reşo hebûn

Di raweya verêsê (tewangê) de jî navên nependî , ew jî wek navên pendî , bi heman nîşandekan tên tewandin- Nîşandekên verêsa navên nependî ev in , ( Î , ê , an) :
Î : Digihêje navên nêrzayên yekjimar :
-Dengê mirovekî biyanî tê min
-Ev şopa lawirekî ye -
Ê : Digihêje navên mêzayên yekjimar :
          - Pirtûkekê bide min
-Ez ê pênûsekê bidim te
An :Digihêje navên komjimarên her dû zayendan (nêr û mê) :
-Ez û hevalinan , em ê herin seyrangehê
-Dostinan ez vexwendime ahengê
-Min li mala mirovinan , xwe veşartibû .


[1] - Dîwana Cizîrî (Şirovekirina Zivingî)- Bergê yekem. Rû .(266). Heleb (1987).
[2] - Ehmedê Xanî : Mem û Zîn – |irovekirina Emînê Osman. Çapa yekem- Bexda (1990)- Rû (64) .
[3] - Neşêm : Nikarim .
[4]- Palvedan :    - Palvd.r : (Mudaf)
   - Berpal : (Mudaf
[5]- Li hin her.minan bi ş.wey. (şivanine), bo nêr û mê tê bihîstin wek ( Hespine, bizinine)
[6]- Hin caran zêdera dûbare ya komjimarê (î) bi şêweyê"în" jî bikar tê. Dibe ku "î"  ji (în) sivik bûbe !
[7]- Celadet Bedirxan : Bingehên Gramera Kurdmancî Stokholm- (Nûdem)- 1994- Rû (52).
Navên nependî , di rêzimanê de navên nenas in- Nîşandekên navên nependî , (ek , in) in- Ev nîşandek digihêjin navên pendî û wan dikin nependî :          -Ev mirov hat dibistanê           (mirov  hat dibistanê) – nependî          -Ev mirov hatin dibistanê          ( Mirov hatin dibistanê) – nependîBerçav e ku ev her dû nîşandek (ek , in) bi dû erkên rêzimanî radibin :1-    Dibin nîşandekên navên nependî (nenas) , weku wan mînakên derbasbûyî  .2-    Jimara navên nependî destnîşan dikin :Ek : Bo navên nependî , yên yekjimar bikar tê :-Mirov hat mala me (yek mirov)-Mêvan hat mala me (yek mêvan)In: Bo navên nependî yên komjimar bikar tê :-Mirov hatin mala me ( geleg mirov)-Mêvan hatin mala me ( gelek mêvan)Berçav e ku di van her dû mînakan de nîşandekên (ek , in) jimara navên nependî tenê diyar dikin , lê zayenda wan navan bi zêderan (veqetandekan) tên nasîn- Zêderên navên nependî jî , ev in :Î : Bo navên nependî , yên nêrzayên yekjimar bikar tê :-Pêjna mêvanek biyanî tê--Hevalek min koçber bûye-E : Bo navên nependî , yên mêzayên yekjimar bikar tê :          - Reşo mehînek boz kirriye          - Sîmav keçek zîrek e(Î: E) : Bo navên nependî , yên komjimara her dû zayendan (wek navên yek jimar bikar tên) :"Î": (nêrza) : Min hespin baş firotin           - Mirovin dost hatin cem me -"E": (mêza) : - Fatê mirîşkin qelew firotin           - Min darin sêvan çandin -
Zêder , navlêkirina Seyda Reşîdê Kurd e . Ev nav lêkdayî ye , ji (zê + der) pêk hatiye  û bi wateya ku zayenda navan ji hev cuda dike , anku navdêrên nêrza û yên mêza ji hev derdixe . Gotina "Veqetandek"jî navlêkirina Celadet Bedirxan e- Ew jî bi wateya ku navên corecor , ji hêla zayend û jimarê , ji hev vediqetîne-Çawa nav , ji hêla pendî û nependiyê- dibin dû beş zêder jî  , bi wê gorê dibin dû beş :1-Zêderên navên pendî (zêderên pendî)2-Zêderên navên nependî ( zêderên nependî)a - (veqetandekên nas) ew zêder in , ên ku digihêjin navên pendî , zayend û jimara wan destnîşan dikin- Zêderên pendî jî ev in , "ê , a , ên"Ê : Ev zêder digihêje navên pendî yên yekjimarên nêrza :          - Heval te bira min e -          - Pismam  te heval min e -A : Ev zêder jî digihêje navên pendî yên yekjimarê mêza :

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark