Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Yekbûn û Serhiþkî!

 


Rojnama Newroz/Desteya sernivîser*

ker û kûr jî zanin, ku rewþ li Rojhilata Navîn bi tevahî û li Sûriyê û Îraqê bi taybetî, li ber guhertinên mezin in. Ji wan guhertinan, belkî ya tewir mezin be jî, di pirsa gelê Kurd de çê dibe. Gelê Kurd, bi saya qurbandayînên giran ku ji du sed sal de dide, îro derdikeve ser rûyê dîrokê.
Ker, kûr, biçûkên di zikên diya xwe de û miriyên di goran de jî zanin, ku li demeke wiha dîrokî, zor pêwîst e, ku li her beþekî Kurdistanê yekîtiyeke siyasî bi lez û bi hêz çê bibe.
Lê belê…!! Berê digotin Kurd serhiþk in, û me jî zanî ku em wilo ne, lê me ew sincî di xizmeta xebat û di parastina heyîna xwe de didît û bikar tanî.


Lê mixabin! Xuya ye Kurd tenê ji hev re serhiþk in û `` gurên canê hev in``. Roja îro gerek e em tenê li ser doz û mafê gelê xwe (serhiþk) bin, ne ji bo wê êdiyolciyê, vê rêbaz, vî partî, wê zarav, vî serokî, û hwd. Dem ne dema wan e. Îro roja milet e, roja welêt e, roja nivîsandina dîrokek nû ye, eger destê hemî nofên gelê me tê de tunebe, ewê beravêtî bibe û neçe serî. Bila em çav, guh, hiþ û dilê xwe ta dawiyê ji hev re vekin, û serhiþkî û êdiylocî û seroktî û berjewendên partîtiyê jî ta dawiyê berdin. Dem ne dema ku em li ser wan li hev nekine. Berjewendiya gelê me di kû de ye, bila em li ser wê pêdar û (serhiþk) bin, bila ji bo wê ``yeka me kêm be``, ji bo wê ji hev re dînin û çavên hevdû jî maç kin.
Ma çê dibe, ku Kurdên Sûryê bi dû nûneran di Cinêv (III) de beþdar bin? !. Kî ji wan kane bêje ku ez nûnerê Kurda me?!. Ev perçebûna li berjewendiya kê ye?. Kî sûdê jê werdigire?. Gelê me?!. Bêguman na?!
Roja îro berjewendiya gelê me di yekbûnê de ye, di jinûveçalakirina ``Lêvegera Siyasî`` de ye, ew ji me re zor pêwîst û giring e. Loma jî kî asteng û keleman dixe pêþiya çalakirina wê, dîrok wê wan rûreþ bike û gelê Kurd jî wê hesabên giran ji wan bixwaze.
* Rojnama Newroz – hejmar /109/ -   Ji weþanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark