Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Roja Rojnamegeriya Kurdî

 


Rojeke cejn û pîroz e ! Bi armanca geşkirina zanîn û bilindkirina asta rewşenbîriyê di civaka Kurdî de, yekemîn car di dîroka gelê Kurd a nûjen de, li roja 22ê Nîsana sala 1898an, ronakbîrê Kurd ê payebilind, Mîr Miqdad Midhet Bedirxan rojnameyeke du heftane bi zimanê Kurdî, navê "Kurdistan" û tîpên erebî li paytexta Misrê (El-Qahîre) çap û belav kiriye, û ew roj li nik Kurdan bûye roja şahiyê, bûye cejna rojnamevaniya Kurdî.

   Lê, wekî her kesê dîrok û jiyana vê rojnameyê xwendiye, dizane ku di bin bandora şêwirmendên xwe yên şoven de, yên mîna Ebu Elhuda, sultan Ebdulhemîd bi tundî şerê derçûna rojnameya Kurdistanê kiriye û biryara qedexekirina wê li ser xaka dewleta Osmanî daye. Rojnameya Kurdistan neçar dimîne, ji Misrê bar dike û li Ewropayê cîwar dibe, li wan welatan jiyana xwe berdewam dike, û tîrêjên zanînê davêje Kurdistanê. Careke din, Sultan hewil dide ku vî dengî nebihîse, şerê derçûna wê li Ewropayê jî dike, lê ew di hewldanên xwe de têk diçe. Bi cefakêşî û vîneke xurt, çar salan rojnameya Kurdistan li ber xwe dide, 31 hejmaran diweşîne û li roja 14.04.1902an, hejmara dawî ji vê rojnameya nirxdar çap dibe,  û ew bêdeng dibe !
   Di rewşeke ewqas têkilhev, dijwar û aloz de ku gelê me yê Kurd û tevgera wî tê de dijî, û ji ber ku rojane ew tûşî êrişên tund ên derûnî, leşkerî û pilanên ji hevxistina civaka Kurdî  ji hêla xêrnexwaz û hêzên terorîst ve, ên deverên me dorpêç kirine dibin, erk û ustûbarê hemû nivîskar, medyakar û alavên ragihandina Kurdî ew e ku li hemberî van pilanan bêdeng nemînin, û bi hemû hêzên xwe aramiya civak û herêmên xwe biparêzin. Di vî warî de, ji bo belavkirina çand û gotara hevrêzî û hezkirinê di civaka Kurdî de xebateke îjdil pêwist e. Neyarên hebûna me, ji bo çavên me kor bikin û em pilanên wan nebînin, wekî her car, ew dixwazin kîn û nakokiyan di navbera Kurdan de gur û geş bikin, da ku em di nav toz û dûmana vî şerî de pêkoliyê bikin û her xwelîser û bindest bimînin!. Di bin çi perde û navnîşanê de dibe bila bibe, ew çand û gotara nakokiyên xwexwetî geş dike û dide pêş, ew berjewendiyên xêrnexwazên gelê me destek dike û civaka me ber bi taromariyê ve dibe, giringe li hemberî wê em rû bi rû derkevin.
   Li dawiyê, bi helkefta vê bîranîna giranbuha, em cejna hemû nivîskar, medyakar û xebatkaran pîroz dikin, hêvî û omîda me ewe ku her ew şiyar û zîrek bin, beşdariyê di weşandina çanda nûjen a mirovahiyê de bikin, û her ji bo xebatên aştî, azadî û wekheviyê, amade û li kar bin!.
-  Rêz û silav ji nemir Miqdad Bedirxan û şehîdê rojnamevanî û peyva azad Mûsa Enter re.
 - Azadî ji hemî rojnamevanên girtî re .
15.04.2015Z-2627K
Komîta Çand û Ragihandinê ya
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark