Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Di roja Cīhanī a Zimanź Dayikź de, Hebūna Me Kurdźn Rojava Di Hebūna Zimanź Me De Ye

 


Konê Rež
 

Divêt bête zanîn ko ziman ji hîmê heyîna me ye û bê zimanê xwe em nikarin bijîn û di nav koma miletan de wek miletekî serxwe bimînin û paydar bibin. Nemaze ji bona me û ji bona wan miletên ko ketine rikanê miletekî hevol. Ji ber ko miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tižtan, bi du qeweta, du çekan diparêzin: Ol yek, Ziman dudo. Lê heke ola miletê serdest û bindest yek bibe, hingî çek yek bitenê ye, û bend tenê ziman e.
Mîr Celadet BEDIRXAN, Hawar, hejmar, 20/1033, Žam



   Wek ku diyar e her miletek di cîhanê de, pênasîn û hebûna xwe bi zimanê xwe dide naskirin; li Erebistabê zimanê Erebî nîžana hebûna miletê Ereb e, li Tirkistanê zimanê Tirkî nižana hebûna miletê Tirk e, wiha jî li Kurdistanê zimanê Kurdî nîžana hebûna miletê kurd e. Di nav gelên cîhanê de, zimanê Kurdî pênasiya gelê Kurd e. Di civata Netewên Yekbûyî de jî, her netewek bi ala xwe a rengîn tê naskirin, wiha jî netewê kurd bi zimanê xwe yê Kurdî û ala xwe a rengîn di nav koma netewan de tê naskirin, anku zimanê Kurdî nesnameya netewê Kurd e û hebûna gelê Kurd di hebûna zimanê Kurdî de ye.

   Sebaretî me Kurdên rojava, eger xebat û bizava rêxistinên me yên Rojava di ber mafê rewa yê gelê Kurd de be, bêguman ji sedî sed zimanê Kurdî di pileya pêžî de ye. Lê sed mixabin guhdana Partiyên me ta roja îro bi zimanê kurdî qels û lawaz e.. Cihê daxê ye ku di warê pratîk de, zimanê kurdî li cem wan di pileya dawî de ye! Pirraniya nivîsên Partiyên me bi zimanê erebî ne, pirrê axaftina wan bi zimanê erebî hatiye xemilandin. Ez ne bawerim ku du berpirsyarên rêxistinên me, baž bi zimanê kurdî zanin bixwînin û binvîsînin?! Mixabin ku Kurdewariya rêxistinên me Kurdên Rojava bi zimanê erebî ye..!

   Ez jî wek nivîskar û hezkerekî zimanê kurdî, ku piraniya nivîsandinên min bi zimanê kurdî ne û ez pak serwextî çîroka gežbûna hin zimanên rojhilata navîn im, bêgûman ziman kurdî jî zimaneke ji zimanên rojhilata navîn e, belê, min di dîroka miletan de, di dîroka žerê zimanan de, wek ku žerê zimanê kurdî bi tundî hatiye kirin, žerê ti zimanî ne dîtiye û nehatiye kirin..! Bi taybetî di Kurdistana bakur de.
Ji ber ku kesayetiya me di zimanê me de ye û em bi zimanê xwe kurd mane, neyarên me jî, ji mêj ve ev yek naskirine û bi rêk û pêk žerê zimanê me kirine û dikin.. Roja îro çendî em li zimanê xwe xwedî derkevin, biparêzin û pêžve bibin, wiha em hebûna xwe a kurdî diparêzin.
   Ji sala 1923 an ve, dagirkeran bi sedema ku zimanê kurdî nemîne, bi pilan žerê zimanê me kirine. Zimanê me wek sembola pažverûtî û nezaniyê destnîžan kirine û dikin. Û ne tenê planên bižaftina çand û ziman li ser me kurdan mežandine, lê belê wan xwestiye ku kurdan di her warî de pažketî û asîmîle bikin.
 
   Mêzekin, bê çendî zimanê van netewan li cem wan biha ye; hikumeta Fransî her sal ji bo gežbûna zimanê xwe konferansan li dor Frankfoniyê li dar dixîne.. Ji çend salan ve Tehran gotinên biyanî ji zimanê Farisî dineqîne.. Dewletên erebî navên alavên ragihandinê û navê alavên pêdiviya rojane yên ku nû derdikevin û di cihanê tevî de bi yek navî naskirî ne wek Radyo, TV.. navên erebî li wan dikin.. Amerîka latînî devij zimanê Espanî bernade û bi zimanê ingilîzî jiyana xwe derbas nake û wek ku em tev dizanin roja îro zimanê Žikispîr di dinyayê de zimanê yekemîn e ku zimanê bazirganiyê, torê û denûstandinê ye.. Eger em bi zimanê dagirkeran siyaseta xwe, rewženbîriya xwe û danûstandina xwe a rojane pêk bînin, dêmek kêžeya gelê kurd nîne û tev serhildan, raperîn û bizavên gelê Kurd di ber azadî û serxwebûnê de žažî û nezanî bûn..!!
 
Erê, eger ziman ne di pileya pêžîn de be, bela her perçeyekî Kurdistanê bi zimanê dagirkeran biaxife û wiha kêžeya gelê Kurd çareser dibe û namîne..! Hingî ti pêdiviya me bi Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Nalî, Bedirxaniyan, Hacî Qadirê Koyî, Cegerxwîn û Goran.. namîne û di encam de taybetiya me wek gelê Kurd namîne. Ma em bi destê xwe Mem û Zîn, Ferhad û Žêrîn, Siyamend û Xecê bingor bikin, zargotina xwe a ku temenê wê bi hezarê sala ye bižewitînin..?!!

Raste roja îro du žêwezarên Kurdî yên sereke di seranserî Kurdistanê de bikar tên (Kurmancî û Soranî), her wiha du alfabe jî berdestin (Erebî û Latînî), Kurmanîaxêf bi tîpên latînî û Soranîaxêf bi tîpên erebî dinivîsin. Her du žêwezar jî ji zimanê Kurdî re bûne standard.. Ez gežbîn im ku di pêžerojê de wê zimanê Kurdî bi alfabeya latînî li seranserî Kurdistanê belav bibe, ji ber ku gava pêžîn ji standdardkirina zimanê Kurdî re yekîtiya tîpan e. Di sala 1932 an de, dema ku mîr Celadet Bedirxan kovara xwe Hawar li Žamê, bi tîpên latînî wežand û naveroka wê bi berhemên nivîskarên kurmancan û soranan xemiland, hingê wî bîra vê yekê birbû û ne divîbû ku di pêžerojan de du alfabeyên standard ji zimanê Kurdî re bêne bikaranîn. Dema dibêje:
 (Yekîtiya miletê kurd bi yekîtiya zimanê kurdî tête pê. Di yekîtiya zimên de gava pêžîn jî yekîtiya herfan e. Yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî divêt zana û xwendewarên wî miletî, bi tevayî ji bona zimanê xwe elfabêyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene, zar hemî bi wê elfabayê bêne nivîsandin
Hawar, hejmara 10 an sala 1932 an.
   Wek ku li jor min da xuya kirin, her netewek bi zimanê xwe tê naskirin. Belê roja îro li gor guhertinên ku di Sûriyê de dibin û wê bibin û eger rast em netewê duwemîn bin di Sûriyê de û hejmara me dor 3 melyon kes be, gerek daxwaza me a pêžî û sereke zimanê Kurdî be, ji ber ku em Kurd bin, zimanê me Kurdî ye û hebûna me Kurdên Sûriyê di hebûna zimanê me de ye.
   Bi vê helwestê ez jî bi gerimbûn dengê xwe tevî dengê Mîr Celadet Bedirxan dikim.. Û li vir dipirsim; Gelo, ta kengî wê siyaset û rewženbîriya wan bi zimanê Erebî be?!!
 
Konê Rež

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark