Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: «Ēiyayź Kurdan» Dergehź Kurdistana Azad e li Ser Derya

 


Salar Salih / Hesekê

Çiyayê kurdan li rojavayê Sûriya yê, giringtirîn devera istratîjiye sebaret Rojavayê Kurdistanê, çiku li ser derya sipî ya naverast dikeve, li parêzgeha Laziqiyê li tenižta rêka serekî ya navbera Helebê û Laziqiyê dûrî žarê Laziqiyê bi 50 ta 55 kîlomitran, û ji rexê dergehê gundê Eko ve serperežtiyê li ser dežta xabê ya zengîn dike, herweha ji layê rojhilat ve gundên Idlibê û çiyayê Zawiyê ye, li wê deverê jî gundên kurdan berdewam in wek zincîrekê ji çiyayê kurdan û ta Kurdaxê (Efrînê), di navbera wan de Ereb û Turkman jî hene, bilindahiya çiyayê kurdan ji 300 mitrî destpêdike û ta 1600 mitrî, jiber vê yekê jî rêjîma Ba`as nikare devera çiyayê kurdan desteser bike û tenê ji dûrve ew bi balafiran û mûžekan topbaran dikir.


Żstratîjiya cihê devera çiyayê kurdan sebaret miletê Kurd ku dê bibe dergehê Rojavayê Kurdistanê li ser derya sipî ya naverast, herwisa di pažerojê de dê bibe dergehê Kurdistana azad li ser derya sipî ya naverast, û ev yek giringtirîn armanc e ji layê istratîjî ve, ku dergehê Kurdistana azad li ser derya vebe.
Çiyayê kurdan ji layê rêveberî ve girêdayî ye parêzgeha Laziqiyê, û di navbera du nahiyan de parve dibe:
1. Nahiya Selma : gelek gund têde ne, wek : selma û dorîn û kom û maroniyat û bisofa.
2. Nahiya Kenseba : û gundên wê jî pirrin, wek : kenseba û žilf û îdo û bille û ara û broma û eko û nehžeba û geliyê žêxan û berze û kebatê.
Piraniya akenciyên çiyayê kurdan kurd in, ji çaxa Selah Eddîn Eyûbî de, li wê deverê nižtecîbûne, hejmara wan zêdetirî 200,000 kes heye, kurdên çiyayê kurdan di navbera çar êlên kurdî ên mezin de parve dibin, êlên Mûžan û Ûcan û Kîxya û Žêxan, piraniya kurdên wê deverê zimanê dayikê yê kurdî jibîrkirine û bi zimanê erebî di-axivin, ew jî bi egera siyaseta erebkirinê ya ku rêjîma Ba`as a žofînî himberî milletê kurd li Sûriya dižopand, lê ji layekî dî ve kurdên devera çiyayê kurdan nasnameya xwe ya netewî kurdî jibîrnekirina, û ta nuha dibêjin em kurd in.
Ji destpêka žoreža Sûriya ve, žoreža azadiyê û rûmetê li dijî rêjîma Ba`as, milletê kurd li devera çiyayê kurdan beždarî žorežê bûn, û dixwestin ku rengê kurdî di žoreža wan de diyar bibe, herwisa welatiyekî kurd ji çiyayê kurdan daxwaz ji partiyên siyasî kurdî kiribû, ku hezar bedle ( cil ) ên pêžmerge ji wan re bihinêrin çiyayê kurdan, daku bi cilên kurdî beždariyê di žorežê de bikin, çiku daxwaza wan ew e ku nasnameya kurdî ya çiyayê kurdan biparêzin.
Bi sedema lawazbûna partiyên siyasî kurdî li devera çiyayê kurdan û qelisbûna çalakiyên wan, û jiber siyaseta erebkirinê ya ku rêjîma Ba`as a žofînî li dijî milletê kurd bikaranî, û qedexekirina ziman û rewženbîrî û nasnameya kurdî, kurdên çiyayê kurdan zimanê dayikê jibîrkirin ji bilî hindek pîremêran ên ku hîn bi zimanê kurdî di-axivin, lê ewan nasnameya xwe ya kurdî jibîrnekirine û ta nuha dibêjin em kurd in, lewra di vê qonaxê de û jiber giringiya devera çiyayê kurdan sebaret Rojavayê Kurdistanê, û herwisa Kurdistana azad di pažerojê de, divêt partiyên siyasî kurdî istratîjiyeke nû derbarî çiyayê kurdan bižopînin, nexasim di warê ziman û rewženbîriya kurdî, û herwisa di warê parastinê de, û avakirina bingehên rêkxistinên siyasî kurdî li wê deverê, daku çiyayê kurdan û milletê kurd li wê deverê vegere himbêza xwe ya surižtî, û bibête pirê dan û standina Kurdistana azad bi Cîhanê tevdî re di pažerojê de.  

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahī Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark