Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: *Pīrozbe …Žengal

 


Idrîs Hiso

Roja ala ya Kurdistanê , cejna kurdên êzidî , destpêka operasyona rêzgarkirna žengal û nûçeya kontrolkirina wî bajarî ji lay pežmerge yên kurdistanê bi amdebûn û serpiržtya yekserî ya serokê herêma Kurdistan Mesûd Barzanî(20-12-2014), bûn navnîžana rojên kurdistanê yên bûrî.
Helbet rêzgarkirina Žengal û qehremaniya hêzên pêžmerge û cengawerên çiyayê žengalê û žervanên kurd ji her alî û bi her hawî nîžana hest û yekîtya gelê kurde, û ev tižtekî pîroze , dilê mirov dike bi žehnazî .


 bi vê mizgîniyê wê morala hêzên parizvanên me hîn berz bibe û her wisa morala gelê me li her çar perçên Kurdistan .
Bi taybet li žarê kobanê ku îro çavên bi melyonan kurd li wê derê ne û bi omîda rêzgarkirina wênejî.
Bi rastî rêka ku pêžmerge didin ser ew rêke dibe rêkek pîroz, û serkeftina pêžmerge li gel serok Barzanî li pîrozbûna Žengal pîrozeke din zêdekir .
Ez dixwazim bêjim ku kar û xebata mezin hîn li pêžya me kurdan maye , û rêzgarkirina xaka pîroz ji pîsiya DAIŽ pêngava yekemîne , lê karê girîng jî ewe ku parastina vê deverê û avakirina wê ye, di zûtrîn dem da ku em miletê xwe ji kampan rêzgarkin û ber bi mal û samanên xwe de vegerin .
Herwisa sizakirina her kesekî an dezgehekê ku li gel DAIŽ alîkarî kirbe, bi rengekî ežkere û di bin siya dadgehên kurdistanê de were kirin .
Rêgrtin li pêžya çi tevliheviyekê anjî çi pilanên ku hebin û bixwazin karîseta žengalê wek bihane bikarbînin.
Tomarkirina cengawerin çiyayê Žengalê wek pêžmerge dinav refên hêza pêžmergeyên kurdistanê bi rengekî fermî .
Darižtina istratîciyekê dinavbera hêzên kurdî li herdû bežên kurdistanê Rojava û Bažûr de, derbarê têkbirina Têrorê û parastina aramiyê li herdu aliyên sînorî.
Her kesekî ji pêvî ala kurdistanê dinav hêzên pêžmerge de hilda bê agahkirin anjî siza kirin çimkî pêžmerge hêza kurdistanê ye û ne hêza tu partiyên siyasî ye (1).
Bi her halî di baweriya min de cenga kurdan li dijî hovên DAIŽ û qurbanyên ku wan danîn diber kurdistan û mirovatiyê de , wê bibin yek ji sedemên guhertina hiž û ramanên kurdan û pêwîstya wan bi hêzek nižtmnaî dûrî pirsgirêkên siyasî , her wisa ew qurbanyên ku kurdan pêžkêžî welatê xwe û cîhanê bitevayî kirin, beramberî wê kêmtir ji mafê dewleta serbixwe êdî gerek neyê qebûlkirin .
Hewlêr 20-12-2014z roja rêzgarkirna žengal
1-tê zanîn ku biryar divê derbarê de hatbû stendin, lê roja rêzgarkirnê û li pêžya kamîra rûdaw  hin pêžmerge ala partî hildabûn!!


*ev gotar di rojnama EVRO roja 24-12-2014z hate wežandin
 

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark