Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Peravên zerîn

 



Nizar Yosif

Tavê ji paþ kopên berfêgirtî re
Tîrêj vejandin
Sîmavê dirûvên te girtin
Dilopên meyxane ya lêvan
Xwe li rûbar ên gerdenê gihandin
Bi çemê ber ên te re herikîn,,,
Sermest kirim
Tîravê ez bi ber jêr ve þêlandim  


Çemên sirt û hêmin
Bi ser kinaran de di pêlin
Te di çarnikarên dilê xwe de civandin
Gerînekên derya kûr
Gemîvanek bêy ezmon
Firtûne û pêlbipêlan gerandin  
Babirk ên gemiyê
û dilê ajovan hejandin

Bandeva sar ez kelandim
Sirtî ya rewtekan!
Kelbûna heskirinê nelivandin
û xwendina firindeyan jê re
ne rawestandin
Hîvî newestiyan
Roniya te kejê li min rijandin
Zerîn li sêhlaka peravê weþandin

Pêjin û hestên min
Di kûrahî ya avjenî yê de
Sorav ji dil pekandin
Þopên dilopên sor
Di gula qurmizî de civiyan
Xwe li kinarê te gihandin.

07.12.14

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark