Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemên Nû: Ji Weþanên Sîtavê Du Berhemên Nû

 


Weþanên Sîtavê vê carê bi du berhêmên perwerdê yên giranbiha derket pêþberî xwendevanên xwe. Berhema yekem a perwerdehiya zinamê kurdî  ye. Berhema bi navê Dergûþa Nasnameyê ji aliyê Heyder Diljen, Azad J. Erdem, Remzî Kerîm û Mahmût Lewendî ve hatiye amadekirin. Berhem li ser pênc beþên bingehîn; wêje, dîrok, ol, penaberî û cografyaya Kurdistanê pêk hatiye. Ev behrem li dewleta Swêdê di dibistanên kurdî yên fermî de ji bo þagirtên lîseyê wekî pirtûka perwerdê tê bikaranîn. Di pirtûkê de weneyeki giþti ye dîrok, edebiyat, cografya, ziman, pedagojî û çanda kurdî heye. Di pirtûkê de rêbaza zanistî li ber çav hatiye girtin û wek metod, di pêvajoya hînbûnê de li ser çalakbûna þagirtan hatiye avakirin. Ev pirtûk ji pirtûkên perwerdehiya kurdî yên heyî gelek cuda ye. Mirov dikare bibêje ku ev pirtûk ansîklopediyeke biçûk a kurdî ye.  


Mijarên naveroka pirtûkê serdanpê bi wêneyan hatine dewlemendkirin. Pirtûka ku bi kaxiza kûþe hatiye amadekirin 125 rûpel e. Ev pirtûk dê valahiyeke mezin a perwerdehiya kurdî dagire.
Pirtûka duyem ya Qahir Bateyî ye. Pirtûka bi navê Kurtçe Konûþma Kilavuzu (Rêbera Axivtina Kurdî) bi kurdî û tirkî hatiye amadekirin. Pirtûk ji bo wan kesan e ku bi kurdî nizanin an jî hindik dizanin. Di pirtûkê de axivtinên rojane, ango diyalogên wekî li bijîk, li dan û standinê, li diransaz, li bazarê, li otêlê, li rêwîtiyê û hwd esas hatine girtin. Kesên ku bixwazin kurdî hîn bibin, an jî kurdiya xwe pêþ bixin dikarin ji vê pirtûkê sûdeke mezin wergirin. Pirtûk bi ebateke biçûk ku mirov dikare bi xwe re bigerîne hatiye amadekirin. Tevî diyalogên rojane, di dawiya pirtûkê de ferhengogeke berfireh hatiye dayîn. Ev jî dewlemendiyeke din dide pirtûkê. Pirtûk ji 304 rûpelan pêk tê.
Weþanên Sîtavê di navbera 8-16’ê meha Kewçêrê li Fûara Pirtûkan a Stenbolê li Salona 2’yem, di standa 605/D yê de li benda pirtûkheza ye. 
            Wesanên Sîtavê

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark