Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: 2rūtiya navdewletī sūcdar e

 


Qado Žêrîn  
 
Pižtî kêr giha hestî, zikêžên demuqratî û mafê mirovan serî hildan.
Hemû welatên li der û dora Sûriyê, ne tenê Israîl, dixwazin Sûriyê lawaz be, eger ne wiha ba, wê xwedî li êž û azarên gelê Sûrî derketina.
Sê sal in, welatên der û dor, Europa û Emerîka jî li bende bûn ku hemû terrorist, ji hemû welatan li Sûrî kom bibin. Daxwaza Tirkiye jî ew bû ku gerîlayên pkk ji bakur û Qendîlê dakevin û biçin li Rojavayê Kurdistanê(R.K) bi cih bibin, belkû wê wextê êrîž bê kirin. Me berê wiha gotibû, û waye wiha li ser xakê diqewime.


Žermek mezin e Daiž du welatan dagîr bike, žerme ewqase sivîlan bikuje, û di dûv re Emerîka û Europa li dij derkevin.(pižtî tirrê, kezî kurê), (pižtî baranê, ser ga cil kir).
Pižtî çar salan ji kužtina rojane bi bermîlên rêjîmê yên teqîner, žek têde nîne ku Emerîka û Europa naxwazin rêjîma Bežar birûxînin.
Ta rêjîma Bežar neyê rûxandin, wê terror neyê tune kirin. Du sedemên tije dadmend hene ku rêjîm bê rûxandin, alîkariya rêjîmê bi Daiž re, û kužtina sivîlan bi bermîlên mirinê û çekên kîmawî.
Hin caran žek bi mirov re peyda dibe ku Emerîka û Europa ne li dijî terorê ne, ew žek ne ji xwe ve hatiye. Eger mirov li serkeftinên Daižê temaže bike, û çilo rojane li pêž çavên Emerîka û Europa bi pêž ve diçe. Nimûne; ketin û pêžveçûna Daiž di ser Kobanî de, žeka mirov mezintir dike.
Mafê mirovan û demuqratî jî bihane ne ji bo rûspîkirin û bêtir parastina berjewendiyên welatan.  Daiž li dijî demuqratî û mafê mirovan e, çimkî kî ne pêre be serî tê jêkirin, û mafên mirovan bi hovane tê binpê kirin.
Eger Emerîka û Europa rast dixwazin rêjîma Bežar birûxînin, ewê di 24 katjimêran de dawiyê lê bînin, lê hîn Israîl lempeya kest vênexistiye.
Wiha diyar e ku wê aramî qet neyê Rojhilata Navîn, jixwe ne di berjewendiya welatên mezin deye, taku hemû pirsgirêkên herêmê yên dîrokî neyên çareser kirin, wek mînak pirsgirêka gelê kurd û hemû pêkhatiyên din.
Li gor berjewendiyên dagîrkeran û peymanên dîrokî herêm perçe-werçe bûye, û taku her kes negihê mafê xwe wê herêm tije žer û kužtin be. Wiha diyar e ku rêjîmên herêmê jî sûdê ji rewža heyî digrin, û kilîta çareseriyan ne di destê wan de ye, bêtir di destê welatên mezin deye, û ew jî sûdê ji wan pirsgirêkan digrin.
Ya ku mirov matmayî dihêle ew e ku, kurd ji nav hemû pêkhatiyên Rojhilata Navîn žerê Daiž dikin, kurd bi tenê li ser xakê žer dikin û Hevpeymaniya Navdewletî li asmanan žer dike. Çimkî kurd bê dewlet in.
Sedbare, taku gelên herêmê bê biryar bin, desthilata xwe azad nebijêrin, wê herêm tije Daiž be.
06/10/2014
http://www.qadoserin.com/

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark