Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Çare Kurdistana serbixwe ye!

 


Qado Şêrîn
 
Şerê li dijî Daiş, ji bo Başûrê Kurdistanê ezmûneke baş e, eger hat û kurdan Daiş li ser xaka pîroz şikandin, dikarin wê wextê ji cîhanê re bêjin: binerin em wek dewletek serbixwe dikarin xwe biparêzin û terorê têkbibin. Wê wextê derfetên refurendoma serxwebûna dewleta serbixwe ya Kurdistanê dibişkivin, çimkî wê wextê wê kurd bikaribin xwe biparêzin û berdewam bijîn.


Rev ji guhertina neqşa Rojhilata Navîn tune, eger ne îro be wê sibe bê guhertin, ji ber ku herêm tije pirsgirêkên dîrokî ye, wê qet neyên çareserkirin eger neqşa wê neyê guhertin û hemû pêkhatî negihêjin mafên xwe. Ji bo ku para kurdan di guhertinan de hebe, divê kurd bi aqilane tevbigerin û tev li pirosisa guhertinan bibin.
Tecrubeya Başûrê Kurdistanê û aramiya wê, parastina mafê mirovan, pêşveçûna aborî û rewşa civakî bala cîhanê dikşîne, êdî mirov wiha fam dike ku alîkariyên leşkerî boyî Kurdistanê tê wê wateyê ku Kurdistan ber bi dewletbûnê ve diçe.
Ji ber ku pkk dev ji fikra dewleta neteweyî berdaye, wê nehêle hin din wê dozê hilgirin û di ber de bikoşin. Li dijî biçekkirina Kurdistanê derketin mînakek baş e, pkk nikare bêje bila Daiş bikeve Hewlêr û Silêmaniyê, lê wiha ji helwest û gotara pkk tê fam kirin, ew yk tê wê wateyê ku Kurdistana bêçek û lawaz dê nikaribe berevaniyê di ber xak û xelkên Kurdistanê de bike û di encamê de wê Daiş Kurdistanê dagîr bike. Her wiha li Koban û Efrîn û Qamişlo, eger kurd bêçek bin, wê nikaribin xelk û xaka xwe ji êrîşên Daiş biparêzin.
Tenê dewleta serbixwe ya Kurdistanê dikare me û Ezîdiyan ji 74 fermanên din biparêze, yan jî wê biryara me, û çarenûsa me, kesayetiya me û siberoja me di destê dijminên me debe. Bê dewleta serbixwe emê ne tiştek bin, tim sehê li ber deriyê xelkê bin, bê biryar û kesayetî bin, emê nikaribin xwe, û çanda xwe, ola xwe, xak û pêkhatiyên xwe biparêzin, wê biryar û çarenûsa me di destê xelkê de be, eger ne di destê dijminên me debe.
Êrîşa Daiş a li ser Kurdistanê ku me di nivîsa xwe ya borî de wek pilan bi nav kiribû, herêm germ kir, belkû ser û binî hev kir, hevkêş hate guhert, belkû berovajî bû, helwest û gotara welatan hate guhertin, Europa û Emerîka alîkariyên leşkerî pêşkêşî Kurdistanê kirin, di wexta ku ji sê salan ve herêm di bin agir de bû, û wan welatan tiştek berbiçav nedikirin. Eger rêjîma Beşar birûxandina, wê ewqase pirsgirêk ji herêmê re derneketina, û wê Daiş ewqasî mezin nebûba.
Li Kobaniyê, wê kurd nikaribin bi kêr û kevçiyan şerê Daiş bikin, û wê nikaribin xwe biparêzin. Bi texmîna min, çilo dunya xwedî li Pêşmerge û başûrê Kurdistanê derket, wê wilo jî li rojavayê Kurdistanê derketa, eger helwest û gotara siyasî ya partiyan li Rojavayê Kurdistanê yek ba, eger yekdest bana, yek hêz û yek rêz bana. Lê ku kurd xwedî biryara serbixwe bana, wê fermî çek ji duyayê bixwestina û xwe biparastine.
Heçê li dijî dewleta Kurdistanê derdikeve, dixwaze kole bijî.
Tenê dewleta Kurdistanê ya serbixwe dikare me biparêze.
18/09/2014
http://www.qadoserin.com/
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark