Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: Werin Kobanê werin

 




 Brahîm Mehmûd

" Bo jiyana Kobana bedew û hew "
=====
Hêêê merivno
Hêêê  siwarno
Peyanno
Hûnê bi kûde herin ?


Werin
Werin
Hûn gihan gihan
Kobanê xêrhatinê di we dide
Ser sera ser çava
Gelo we pirsiye hûn li kû ne hêêê?
Bi çi bazirganiyê hûn dinasin?
Bi çi bazarê we xwe amade kiriye ?
Bi çi mebestê we xwe bi rê kiriyê ?
Bi çi rêberiyê we xwe li virê girtiye hêêê?
De werin werin merivno
Xwe bigrin
Xwedî rîh dirêjno
Qirêjno
Gêjno
Bi kîliyên we yên lewliqî
Di nav rîhnên durrî
Gelek derî li pêşiya we vekirî ne
Lê deriyek tenê teqez asê dimîne:
Buhişta ku hûn pê bi rê ketine
Werin de îca werin
Ez Kûbanê me
Hûn bi ava xwe
Ez bi tîbûna xwe
Hûn bi têrbûna xwe
Ez bi birçîbûna xwe
Hûn bi agirê xwe
Ez bi bahoza xwe
Hûn bi zeqnebûta mirina xwe
Ez bi dîlbera jiyana xwe
Hêêê gelên xwelî serno
Hûn bi guleiyên xwe ez bi gulên xwe
De wan li berhev xin ku hûn bi hejmarê bizanibin
Xwedî ziman kişiyayî
Hûnê bi kû de biçin
Çav girtîno
Werin
Hûn bi diravên xwe:
Yoro
Dolar
Riyal
Dînar
Cinêh
Lîre
 Derhem
Ma çi û ne çi ?
Ev ne bazara diravaye
Ev rêya hatin û ne çûnê ye
Wê hemî tişt weke xwe bimîne
Bilî  yek tiştî
Hûûûn
Çûn !
De xwe bigrin perîşanno
sipîgirtîno
Mejî şûştîno
Hûn bi xwedayê xwe yê bê semyian
Ez bi xwediyên xwe yên têr dîrok
Bi Xwedayê ku  xwe li wan girtî
Bi wan bi nav bûyî
Kîliyên we li deriyê wî nayên
We bi xwe de berdano
Ev ne  rêya çil horiya ye
Ne rêya çemên meya ku hûn pê mest dibin an bûne
Bona buhişta we dem lê çûye
Ne rêya daxaza ganiyên we ye
Hey bê ol û holno
Ev Kobanê ye
Bi zimanê kurdî xwe dihûne
Hûn ketine labîranta wê
Xwedayê we xwe lê nagre
Ma we ji xwe re nego çi ?
Xwedayek tenê li virê heye
Xwedî navek bi serê xwe ye
Kurdîîîîî ye
De ka hûn çi dizanin ji vî xwedayî hêêê
Xwedayek aştî ye
Bi tu zimanê dî nizane
Hûn çûn av û av
Ҫekên we hûn bin bar kirine
Xwedayê we hûn winda kirine
Ava we rewrewke
Agrê we rewrewke
Diravên  we rewrewke
Tenê hûn ber bi çavin
Di nîşana Kobanê de ne
Axa Kobanê dafk in
Rexên wê dafk in
Pêsîrên dayikên wê şervanên wê diparêzin
Ҫavên nazikên wê rêberiya guleyên şervanên wê dikin
Zarokên kobanê gufta li we dixun
Karik û berxikên wê çekdar bûne
Mar û tûpişkên Kobanê benda we ne
De lolo hûn xwe lê berdin !
Mişk û kêzkên wê bumbe kirî ne
bayê Kobanê xwe ji were vala kiriye
Û hûn pifdayî ne
Bi Xwedayekî ji dest ji  xwe çûyî
Bi kîleyên zingar girtî
Bi ayatên li hev geriyayî
Werin de werin werin
Mirovnê  ne ji mirovan
Werin bi ser mirna xwe de
Allah û ekbera we ji xwedayetiyê ketiye
De biqîrin
Bizirin
Biçirin
Bi tang û top û gulbarndinên xwe
Bi silogana xweyî  ji derb ketî
Werin de hîna û hîna werin
Bi cimarên bê cimar
Kobanê xwe ji we re amade kiriyê ey navnetewîno
Xwedî gavên li hev herbilîno
Bimînin di hêviya destavêtina Kobanê de
Dagirkirna navê Kobanê
Dilxweşkirina sergitina Kobanê
Wê sal we bi nav bike
Sal di pey salê de
Dîrok hûn zeft kirine
Ne xweziya min bi dilê we
xwediyên ni ji xwediyan
zemîna rast benda weye
goriyên vekirî bê kêl bi ser we de dikşin
Îca hûnê bi kû de birivin
Werin  werin
Kobanê ava we germ kiriye
Di bixun
Ya ya ni tiştikno ….!
Duhok
19 tîrmeha 2014an

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark