Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Kazîno.. kurte çîrok

 


Wehîd Keleş

poste di wê cada giştî de diçû , û dengê mûzîka stiraneka erebî bilind dibû , Şahîno di kêleka Civo de rûniştî bû , çavên xwe li nava çavên siwarên wê postê digerandin , bi dengekî melûl ji hevalê xwe re di got : Civo bi xwedê ez fedîdikim , ez nikarim vî karî bikim , li ser min gelekî girane
Civo lê vegerand : tu çi dibêjî yaho ? çima
ma tu ji pera hesnakî ?


Şahîno lê vegerand : belê ma kes heye ji perea hesnake? lê ez nikarim vî karî bikim
Civo jê re got : birayê min kar kare , tu di demekî de yî , tu kes li karê te napirse , û ger bipirse jî ne girînge , jiberku her kes li pereyên te di pirse û rêzgirtinê jî ji pereyên te re digire , em li paytextêne , em ne li gundê xwe ne , mejiyê gund bavêje gund , tu li warekî dinî , her tişt hatiye guhertin , ev bajarekî li hevketiye ,  kes kesî nasnake , û bi sedan nasdikim , karên gemar dikin , û tu kes bi wan na bihîze , ma hema bextê min û te reşe , û bizane ku ne bi van karan be sed sal din jî em nabin xwedî pere û em nabin mirov
Şahîno dîsa gotina xwe bi sûnd dubarekir : bi xwedê ez nikarim , tê bîrate roja ez hatîm kar , cara yekemîn bû ez dibînim keçikek hew qasî bedo û laşê wê hew qasî rût û sipî dîlanê dike û xwe di nava maseyan re dihejîne û gilîza devê wan mirovan li ser mêzan diherikî , û wan ew pere bi ser re belavdikirin û ez li ber lingê wê pera kombikim , bi xwedê min bîr bi mirina xwe dibir lê min bîr bi wesa kar nedibir , û gunehiya wê bedewê çi jinbû yaho , ma ne şerme ji bo pera ewqasî xwe bihejîne û xwe  rûtbike ?
Civo jê re got : bira gotinên rewşenbîran ji me re ne bêje , ev deriya bê biniye , ger tu ne semasîbî her kes dê te bixwe ,
ezê şîretekê li te bikim , ger te dît pere hatin belavkirin , di cîde pera kombike , û ji nişkêve û bi dizîve di berîkên xwe de û di paşila xwe de veşêre , û here destavê û pera veşêre , ne kesî tu dîtî , û ne kesî tu bînayî , vê şîretê bi cî bîne , tu dê bibînî çend meh derbasbin te hew xwe dît va tu bûyî xwediyê pera , hingî tu dê bibî xwediyê bêna  xweş , hingî çavên te dê geştirbin û dilê te dê xweştirbe , hingî tu dê xwe nasbikî

Şahîno jê re got : ez ne yê vî karîme û ew rojên ez hatîm kar jî , min perê wan navin , ez dê herim gundê xwe , ez naxwazim kes tiliya xwe bînê ber çavê min û ber çavên her du kalan û ji wan re bêjin : pariya nanê hûn dixwin gunehe , kurê we ji du hejandina pêsîran peran tîne
ew roj bû roja dawî , piştî wê rojê  hew Şahîno çû wî karî , Şahîno ji postê daket xatirê xwe ji Civo xwest , destê xwe jê re hilda û bi rê ket , bi gavên lez ket di kolanê de û di wê tariyê de windabû
bajarokên vê paytextê , mîna bajarekî li hevketiye , gelek hev nasnakin û ji hev jî fedînakin
demjimêr gihişt dozdeyê şevê , li ser cada giştî  posta sor rawestiyaye li benda siwarên xwe karkerên kazînoyê , yên mîna çilên şevêne ji wan xaniyên yên li ser wî çiyayî belav dadikevin , tev xortên hîn zîxelanin destpêka temenê wanne , nû simbêlên wan dane der, û porên reş di zeytê de teqinîne  , û bêna lewento diçe û hey diçe
û gustîlk û ristikên zêr û zîv , û corên mobaylên nûjen ,  ken û tinaz deng bilind dibe û fedîbûn bardike kurdo ?
tev siwarbûn , poste bi rê dikeve , û rê xwe diqelêşe di nava wan çiyan re , ji paytextê dûrdibe , poste diçe di wan deverên bê nav re diçe , li du wan ronahiyên sor û zer û şîn û hemî rengên ronahiyê diçe , ew devere ciyê xweşiyê û serxweşbûnê ye  , her şev poste li wir diraweste , û xortên bajarokên paytextê    ewin karkerên her şev , meyê dadigirin û jimarên mobaylan li maseyan digerînin , ken û çav û lêvên sor û şevên sor , li vir tiştek qaçax tuneye , li vir  her şev şev hezar carî tê aviskirin , û her şev şev hezar carî dizê , ta banga sibê  şevbuhêrik belavdibe , her kes ditewtihê , nema kes navê xwe nasdike , her kes xwe ji ronahiyê diveşêre , û gemara xwe di veşêrin û di nava mirovande hêdî hêdî belavdibin , wekî mirovan dikenin , wekî mirovan dirazin , lê xwe nasdikin ne mîna mirovane , noşîcanbe noşîcanbe  noşîcan be paytextê ma karekî pîs ma û te bi me nekir ?

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark