Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mīr Miqdad Medhet Bedirxan ū Rojnameya Kurdistan

 


  Konê Rež

Dost û hevalên hêja! 116 saliya roja rojnamegeriya Kurdî li we pîroz be.. Di çend rojên derbasbûyî de min hin kovar û rojnameyên bi zimanê Kurdî ku di nav kurdên Rojava de, pižtî wežanên Bedirxaniyan, hatine wežandin, ji we re raxistin ber çavan û di pey re min hin wežanên Bedirxaniyan jî žanî we dan, da hûn serwextî ked û westandina wan lehengan bin.. Bawer bikin, dema ku rojnameya KURDISTAN bi zimanê kurdî li Qahîre dihat wežandin, çarox bi dest bav û kalên gelekan ji me nediket.. Mêzekin, bê çendî wan lehengan berxwedan û kêferat kiriye.. Sed mixabin, pižtî 116 salan hêj pirraniy çapemeniya me bi zimanê dagîrkera ye..!


Ez jî, bi vê helkeftinê, vê rojê li tev rojnamevan, nivîskar û rewženbîrên kurd yên ku bi rast û durist xebat di ber gelê me de kirine, pîroz dikim.. Û gurzek kulîlk ji Nergiziyên dora bajarê Cizîra Botan li ser gora wan Bedirxaniyên ku xebat û bizav di ber ziman û ferhenga me de kirine datînim..
Bijî zimanê Kurdî, bijî 22ê nîsanê û bijî Kurd û Kurdistan.
Her sal em hev û din bi xêr û xwežî bibînin.

Rojnameya Kurdistan
Belê, pižtî sirgûnî û koçkirina mîr Bedirxan di sala 1868an de li Žamê, kurê wî mîr Miqdad Medhet Bedirxan, li ser rêk û žopa bavê xwe kir qêrîn û gazî.. Qêrîn û gaziya wî ji ya bavê wî bû.
Wî di roja 22ê nîsana 1898an de, yekemîn Rojnameya kurdî, bi navê KURDISTAN li Qahîre wežand û di nav rûpelên wê de gazî û qêrînî kurdan kir û got:
(Gelî mîr û axano, kurmancino! qenc bizanin, xwendin, ilm û marifet li dinya û axretê rûyê mirov sipî dike. Niho zaroyên xwe bi elîmînin ilm û marifeta. Hûn bi xulaqeta xwe žûcah û cesûrin. Hekê hûn bibin xweyî ilm, hûnê ji dinê hemiya xurttir, dewlimendtir bin.)
Mîr Miqdad Medhet Bedirxan, " Kurdistan" jimar 4" / 1898.
Rojnameya Kurdistan, rojnameyeke 15 rojî bû, cihê wežandina wê ji hejmara 1-5an li Qahîra bû, xwediyê wê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan bû, hejmarên mayî ji 6-31ê xwediyê wan birayê wî Mîr Ebdirehman Bedirxan bû, cihê wežandina wan ji hejmara 6-19an li Cinêvê çap bûne; ji hejmara 23-20an jî careke din li Qahîra çap bûne; hejmara 24an li Londonê çap bûye; hejmarên 29-25 li Folkostonê û herdu hejmarên dawî li Cinêvê çap bûne; hejmara 1ê di 22ê nîsana 1898an de derçûye û hejmara dawîn (3) di 14 ê nîsana 1902an de.
Ji sala 1968an ve 22ê nîsanê, anku roja derçûna hejmara yekê ji vê rojnameyê, ev roj bûye rojnamegeriya Kurdî di seranserî Kurdistanê de.
Konê Rež, Qamižlo, 22.04.2014

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark