Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemên Nû: Lorandina Yasîn Husên di Lorîkê de

 


Mihemed Hemo

Di vê dema gola helbestê meyî de, ez pê hestbûm ku helbestvan Yasîn Husên bi lorandina xwe di dîwana Lorîk de, deng ji wê golê vedayî û pêlên wê govendkî gerandine, diyarkirî ku helbestvan zindîne .
Lorîkê bi bîst û neh helbestên bedew govend xwe girêdayî û hestên merovan hiþyarkirine taku hêvî venemirin.
Bi vê helbestê dest bi Lorîkê kirî:


Diçûm seyrana þevê
Ji tariyê vedixwarim
Qulmiþk dibin lingên Hedban de dikolin
Ji warê qijalk û berçemokan
Konekî bi temenê dîrokê ava dikirin
Lorî..... Lorî......
Da nemirim
Lorî..... Lorî.....
Em di dergûþê de dîn bûn
..........
.............
Her þev xwe dikojim
Da bê mirin nejîm ....
Ji ber liva wan awirên te
Min ji jîyanê surgun dikirin
Dîlokin....Dîlok...DilorînimHer xew ji min re Xêr e
Lê dilê min bê xew
Ji nalînan xwe gez dikir…
……………….
………………
Helbestvan Yasîn bi helbestên Lorîkê di nav asoyê helbesta kurdî de bûye stêrkek geþ û ronak dayî 
 Pêþgotina Lorîkê  bi pênûsê mamosteyekî hestyar,  hevalekî dilzozê helbestê hatiye nivsandin ew jî hêja Abdulkadir Musa ye, wî em bi pirsekê hilpesartin e: Kîjan lorîk?A te, a min, a wan, yan jî a me?
Ez jî dibêjim herkesê Lorîkê bixwîne wê pê hest bibe ku ew lorîk ya we û me ye. Eger tu wek min çav tengbe jî ya min û te ye ji ber ku Yasîn bi hestên xwe di Lorîkê de lorandî, ne bi dengê xwe. Loma her merovekî hestyar be, bi lorandina Lorîkê re hevpare.
Çunkê ji berê de gotine:( Tiþtê ji dilan dekeve wê derbazî dilan bibe)
Lorîk ji aliyê helbestvan ve, hana hatiye diyarîkirin: (Ji diya min Amûdê re) Erê ji Amûde re, ne tenê ji ber ku Helbestvan Amûdiye, na! Amûde, Þermola ye, Girê mozan e, paytexta horkeþa ye, gorepana ronakbîrên Kurd e Wek: Cegerxwîn, Mele Hesen huþiyar, Ehmed Namî,ûûû
Lorîk bi berg û motîvên hunermendekî hestiyar hatiye xemilandin ew jî hunermend Luqman Ehmed e.
Lorîk bûye para weþanên sentera Margirêt li ser erkê D. Taha Resûl li paytexta ronakbîriya kurdî bajarê Silêmanî yê, hatiye çapkirin.Sed rûpeliye.
   

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark