Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Kaviro Çîrokek gelêrî

 


Luqman Silûman

 Dibêjin carekî  zilamekî girê binlind bû ev zenid û bendê wî bûn lê bê xwedî bû û ji xwe re li cîkî digera da ku hin wî xwedî bikin? Dibêjin rojekî ew zilamê weka dêwekî çû gundekî berê xwe da çû koçika axê derbasî koçikê bû silav li yê rûniþtî kir û ji xwe re li nav zilama rûniþt. Zilamê rûniþtî silav li vî mêvanê ne wek tu mêvana kirin? Zilam jî bersiva wan bi wî dengê xwe yê  qebe yê ku tirsê bi xwe re di weþînê û ew awirê tûj da?


Dema ku axê û zilamê li koçikê rûniþtî çav li vî zilamê girî bilind û nenas kirin li hev nêrîn wek ku ji hev bi pirsin ev kiye? Lê ew pirs bê bersivbû li cem wan ji ber ku kesî ew nasnedikir. Kesî deynekir piþtî demek ne dirêj axê berê xwe da wî mêvanê ku kes nizanê ji ku ve tê yan wê bi ku ve herê û got ser çava hatî mvanê xwedê lê wele me tu nasnekirî? Tu ji ku ve tê tê bi ku ve herê em çi dikarin alî te bikin?
Mêvanê nûhatî zanî ku ew axê vê odêye him ji ciyê ku ew lê rûniþtî û him ji þêweyê axavtin û pirsa ku ji wî kirî.
Zilamê ku rengê dêwa lê xwe di xwê jî berê  xwe bi guhdarî dayê û jêre got wele axa ez zilamekî bê kes û kusim ji xwe re li vê diniya yê li çara serê xwe di gerim?
Axê di dilê xwe de û li gor wî gewdê li pêþiya xwe ji xwe re got xwedê ev ji mere þandiye ku rojekî bi kêrî me werê ji lewma jêre got: ser çava hatî lê nav te çiye?
Mêvanê ne wek mêvana go axêmin navê min kaviro ye ji min re dibêjin kaviro?
Ev gotin bi xwe li cem axê û zilamê rûniþtî bû ciyê seknê ji ber ku zilamek bi vî gewdî û ev navê wî bêgoman wê ev zilam ne kêmî melkemot bê û di rojê girande wê kes xwe li ber wî negrê?
Axê ji zilamê rûniþtîre got ji îro pêde kaviro yek ji gundiya ye û wê rojekî kaviro bi kêrî me werê we hajê hebê.
Kaviro ma li gund û gundî guhdanê lê dikin xwarina xweþ û qedir lê dikin ji ber ku wê demê dema êlîtiyê bû û êla bi ser hevde digirtin û terþ û talanê hev dibirin. Ji ber vê yekê axê temênî li gundiya kirin ku hamî guhdanê li kaviro bikin dibê ku rojekî ew bi kêrî wan werê di dema ku hin bi ser wan de bigrin û li talanê wan bixin. Kaviro wek berxikê ji gund kirî lê hatiye xwarinek xweþ li kî malê hebê kaviro li sere ji bilî tiþtê ku li mala axê di xwe û guhdana ku li wir lê dibê.
Rojekî hina bi ser gunde girtin û þer derst pêkir pîreka da ber tilîliya û zarok li ber dîwara digirîn gundiya çavê xwe li kaviro mêrê roja giran gerandin pêjna wî li nav þer nayê çûn li kaviro geran ew ji xanîkî derxistin û jêre gotin ev serê demakiye em te xwedî dikin ji rojeka wek vê rojê re wa xelkê bi serme de girtiye wê talanê me bibin ka were bê ka tu wan ji ser me venagerê nê?
Kaviro da dora wa çûn dema ku kaviro çav li þer kir wa zilam ketine bedena hev û pelqe pelqa wa ye li hev dixin? Kaviro ji gundiya re got birano bawer bikin ev þer þerê berana ye û ez bi xwe kavirim û ez bi kêrî vî þerî nayêm?
Ji lewma ez dibêjim ji pêncî û þeþ salan de me wek miletê kurd guhdan li tevgera xwe dikir û me ew xwedî dikir û girêfatên herî xweþik û qenc di xistin di qirkên wa de û xwarina herî xweþ me dida wan û me piþta xwe bi tevgera xwe gerim dikir û me tim berevaniya wê dikir û me ji xwe re di got tevgera me xwe baþ dûzankiriye û li benda rojekiye û fersendekiye da ku ma û  mafê me bi parêzê û wê li vî miletê ku ji pêncî salî ve wek pîrekek jinbî ku çavê wê li kurê wê yê bi tenê bê ka wê kengî mezin bibê û li diya xwe xwedî derkevê. Wisa milet li tevgera xwe guhdar bû û ne dizanî ka wê kengî fersendek ji tevgerê re werê da ku milet bi parêzê û lê xwedî derkevê.
Lê mixabin piþtî ku ew fersenda ev serê pêncî saliye çavê me li rêya wê bû û her dem tevgera me gef di xwarin û di got ma wê kengî ew roj werê da ku em ji miletê xwe re bidin xuyakirin ku em ji roja giran re çêbûne? Lê dema ku ew roj hat û milet bakire tevgerê û jêre got va ew roja ku em tev li benda wê hat de ka werin bi rola xwe rabin û ji mere bibin pêþkêþ û xwedî li me der kevin? Ber siva tevgerê wek bersiva kaviro bû ji miletê jare got bawer bikin em kavirin û ev roj roja berana ye û em nikarin bi barê berana rabin? Ji lewma gerek milet ji xwe re li çara serê xwe bi gerê lê ger ku ezbim gerek vê carê milet ji xwe re li beranekî bi gerin ji ber ku  kaviro bi kêr nehat..?
28.6.2013
Luqman_sileman@live.se
Ev çîrok di kovara Dîwar de hetiye belav kirin  di hijmara 6 an de

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark