Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

sersaxî: Sersaxiyên H.N.R.K.S bo malbata Mela Mistefayê Mela Îsa

 


Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê bi dilekî xemgîn nûçeya koça dawî ya kesayetiya welatperwer Seydayê Mela Mistefayê Mela Îsa, bihîst. Xweda sebr û aramê bixe ber dilê me û we.
Seydayê Mela Mistefa kesayetiyek niŝtimanperwer û Kurdistanî bû, naskirî bû, ew li gel Barzaniyê nemir bi pêŝmergeyan re jiyaye û li gel wan kar û xebata niŝtimanperwerî kiriye. Her wisa wî li gel Dr. Nafiz Bêk, Nûredîn Zaza, Celadet Bedirxan û Mela Mihemedê Mela Reŝîd û hin din gavên pêŝîn ên ji bo bidestxistina mafên kurdan avêtine.


Li salên destpêka damezirandina yekemîn partî li rojavayê Kurdistanê ew bibû endamê Partiya Demuqrat li Sûriyê, ji ber wê jî gelek caran hatiye girtin û iŝkencekirin. Ji aliyekî din ve navekî wî yê mezin di salên 1970 yî de ji ber çalakiyên wî yên ber bi çav, hebûn.
Seydayê Mela Mistefayê Mela Îsa yê ku di ŝemiya 25.02.2012an de koça dawî  li Qamiŝlo kir, mirovekî hezkirî û têkilxweŝ bû, her wisa ŝahidê dîroka ŝoreŝ û xebata niŝtimanperweriyê bû.
Dubare em bi navê Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê û bi navê hemû endaman sersaxiyên xwe yên germ pêŝkêŝî gelê kurd û malbata nemir dikin, û dibêjin: bila serê we, serê me û serê gelê kurd sax be, û ji xwedayê dilovan rica dikin ku cihê wî bihuŝta rengîn be.
Xweda wî bi dilovaniya xwe ŝa bike.
28/02/2012
Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê
hevbend.nrks@gmail.c​om

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baŝ
Pir baŝ
Baŝ
Ne xirab
Xirab

Vebijark