Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Ziman: «Viyan» Karekî Rêzder e (awarte ye) , Ne Li Gora Rêzika Xwe Bikar Tê ...!

 


Deham Ebdulfettah

Karê ( viyan ) bi raweya ( vên ) û ( vîn ) jî hatiye .
- Gêwê Mukriyanî di ferhenga xwe de , ya bi navê (kurdistan) dibêje ( di Kurmanciya Bakur de ) :
Vên : Wîstin , xoşewîstin , arezû.
Vîn : Daxwazî ( Kurmanciya Bakur ) .
- Hejarê Mukriyanî jî di ferhenga xwe ya bi navê ( Henbane Borîne ) de dibêje :
Vîn : Eşiq , evîndarî , arezû .


Ev her du gotin , bi wan wateyên jorîn , di hindek jêderên dîtir de jî hene :
- Ehmedê Xanî di ( Nûbihara Biçûkan ) de dibêje ([1]) :
( Îşaret wehî û telwîh û îradet vên û qudret şên )
Anku , ( vên : xwestin , daxwazî , arezû ) .
Ev kar bi raweya ( viyan ) , weku jêderên karan , di hemû dem û raweyan de tê veguhestin:(Min viya , ez divêm , ez ê bivêm.... ) .
Rêzderiya ( awarteyiya ) vî karî ji du hêlan ve hatiye :
1 - Ji hêla teşeyê ( formê ) ve , ev rawe ( viyan ) wek karên nederhingêv ( têneper ) saz bûye :
( Keniyan / kenîn / , geriyan / gerîn / , kişiyan / kişîn / , westiyan / westîn / ... ) û li wê şopê jî viyan û / vîn /([2])
2 - Ji hêla têgeh û watedariyê ve , weku karên derhingêv ( têper ) , bi wateya ( xwestin ) , dihingive berkarê xwe yê rasteder ( rastewxo ) :
( Min pirtûkek viya / xwest / , ez pirtûkekê divêm / dixwazim / , ez ê pirtûkekê bivêm / bixwazim / .... ) .
 Em dizanin ku hemû karên nederhingêv ( li gora rêzika xwe ) , di hemû deman de , bi cînavên koma / ez / re tên veguhestin : ( viyan ) jî , li gora forma xwe ya nederhingêv , gerek bi wê pîvanê bihata veguhestin : ( Ez viyam , ez divêm , ez dê bivêm .... ) .
Ev jî ne durist e . Çiku ( viyan ) li vir derhingêv e , gerek di demên borî de bi cînavên koma ( min ) re bê veguhestin , Wek :
          - Min pirtûkek viya ( xwest )
          - Te pirtûkek viyaye ( xwestiye )
          - Wî pirtûkek diviya ( dixwest )
          - Wê pirtûkek viyabû ( xwestibû ).
          - ....
Lê di demên nuha û paşeroj de , ev kar ( derhingêv be yan nederhingêv be ) pêwîst e ku bi cînavên koma / ez / re bê veguhestin :
          - Ez pirtûkekê divêm ( dixwazim )
          - Ez ê pirtûkekê bivêm ( bixwazim )
Di warê kiryariyê ( pratîkê ) de karê ( viyan ) , di nav gel û di nivîsaran de jî , bi du coran tê xebitandin :
1 - Corên Nederhingêv :
Ev corê nederhingêv li gora demê tê guherîn :
Dema Nuha :
Di vê demê de ev kar bi raweya ( divê ) bikar tê .
Wek :
          - Divê ez te bibînim
            ( gerek ez te bibînim )
          - Divê em herin Şamê
            ( pêwîst e em herin şamê )
          - Divê hûn zimanê xwe biparêzin
            ( pêdivî ye hûn zimanê xwe biparêzin )
Em dizanin ku raweya hemû karên nederhingêv ên asayî ( normal ) li gora karayên ( kiryarên ) xwe tên guherîn , anku eger kara yekjimar  be , yan komjimar be , kar jî li wê gorê , raweya xwe digire , wek ( ez diçim , tu diçî , ew diçe , em diçin ... ) .
Lê karê ( divê ) , digel ku nederhingêv e û di dema nuha de ye jî , nehatiye guherîn , gelo çima ?!
Di mînakan de , karê ( çûn ) , li gora guherîna karan ( ez , tu , ew , em ) tê guherîn . Lê karê ( divê ) , ji ber ku karekî rêzder e ( awarte ye ) , karayê wî hevoka li pey wî ye . Ev hevok jî bi karayekî yekjimar tê texmînkirin , anku hevok cihê karayekî yekjimar digire . Loma karê ( divê ) di raweya yekjimarê de ( bê guherîn ) dimîne :
          - Divê em biçin = çûn bo me divê = çûn divê bibe
          - Divê tu pirr bixwînî = xwendina pirr divê = bo te
   xwendin divê .
Di van mînakan de ( çûn , xwendin ) karayên yekjimar in , karê ( lêkera ) wan jî ( divê ) , li wê gorê yekjimar hatiye . Ev jî li gora aheng û kategoriya karên nederhingêv pêk hatiye .
Di hindek hevokên vê raweya ( divê ) de , kara navekî eşkere , li pêş karê xwe ( divê ) bikar tê , anku wek hemû karên nederhingêv :
          - ( Arvan ji malê re /divê/ , şekir û ardû jî /divên/... ) .
Di vî şêwazê hevokan de karê ( divê ) jî , weku karên dema nuha , nîşandekên jimara kara lê xuya dibin :
          - Pênûsek bo min divê ( gerek e )
          - Gelek tişt bo min divên ( gerek in )
2 - Corê Derhingêv :
Li gora ku ( viyan ) bikar tê , ew jî weku hemû karên derhingêvên asayî , li gora rêzik û destûran tê veguhestin :
1 - Di her çar demên borî û daxwaziyên beranberî wan de , bi cînavên koma / min / re tê veguhestin .
Wek :
          - Min sêvek viya ( xwest )
          - Te sêvek viyaye ( xwestiye )
          - Wî sêvek diviya ( dixwest )
          - Wan sêvek viyabû ( xwestibû )
          - ( Xwezî ) min çar sêv biviyana ( bixwestana )
          - ( Bila ) te jî pênc sêv viyabûna ( xwestibûna )
          - HD............................... .
2- Di dema nuha û daxwaziya wê de , ev kar bi cînavên koma / ez / re tê veguhestin .
Wek :
          - Ez sêvekê divêm ( dixwazim )
          - Tu sêvekê divêyî ( dixwazî )
          - Ew sêvekê divê  ( dixwaze )
          - Hûn sêvekê divên ( dixwazin )
          - ( Gerek ) ez sêvekê bivêm  ( bixwazim ) !
          - ( Xwezî ) tu jî sêvekê bivêyî ( bixwazî ) !
          - ( Bila ) ew jî sêvekê bivê  ( bixwaze ) !
          - ( Belkî ) em jî sêvinan bivên ( bixwazin ) !
          - HD................................ .
3 - Ev kar di dema paşeroj û daxwaziya wê de jî bi cînavên koma / ez / re tê veguhestin .
Wek :
          - Ez ê sêvan bivêm ( bixwazim )
          - Hûn ê sêvan bivên ( bixwazin )
          - ( Gerek ) em jî ( sibe ) sêvan bivên ( bixwazin )
          - HD........................ .
Bi vê veguhestina karê ( viyan ) , ku di hemû dem û raweyan de pêk hatiye , em piştrast dibin ku ev kar weku hemû karên derhingêv , bi asayî dikeve ber rêzan û destûrên rêzimanî .
Lê tiştê seyr û balkêş di karê ( viyan ) de ew e , ku di warê kiryarî de berevajî wê veguhestina jorîn bikar tê.
1 - Li gelek herêman û bi berfirehî di nav gel de tê gotin :
          - Min ji te divê ...
          - Min ji te navê ....
          - Te çi ji min divê ?
          - We çi divê .... ?
Ev şêweyê veguhestinê ne bi devikî tenê bikar tê , lê di nivîsînên gelek kesan de jî tê dîtin .
2 - Seyda Sadiq Behadînê Amêdî , derbarî karê ( viyan ) dibêje : ( kirineka / karekî / ne rastrêzan e / rêzder e / ) . Seyda Amêdî veguhestina vî karî bi vî şêweyî pêk tîne :
Borî : Weku karekî derhingêv bi cînavê koma / min / re veguhestiye : ( Min viya , min viyaye , min diviya , min viyabû .... ) .
Nuha : Di vê demê de ( nerastrêzana ) vî karî diyar dike û berevajî destûra veguhestina hemû karên derhingêv û yên nederhingêv jî , karê ( viyan ) bi cînavên koma ( min ) re vediguhêze :
( Min divêt / divê / , te divêt , wî / wê divêt , me divêt , we divêt , wan divêt ) .
Paşeroj : Di vê demê de jî , berevajî karên derhingêv û nedrhingêv , vî karî bi cînavên koma / min / re bikar tîne :
( Min dê vêt , te dê vêt , wî / wê dê vêt , me dê vêt , we dê vêt , wan dê vêt ) .
3 - Di helbestên Kurdî yên kevneşop ( kilasîk ) de jî ev xebitandina ku ne li gora rêzan û destûa rêzimana Kurdî , pêk hatiye :
- Ehmedê Xanî dibêje :
          - Her çî te divê bibî ( ddelalê - ضلالى )
            pabendî dikî bi zulf û xalê ([3])
- Melayê Cizîrî jî dibêje :
          - Me bi dil nêrgizên xasse divên ,
            semen û yasimînê taze divên
          - Bi ziyaret me ji wan bose divên
            turreya şengê dil- aşufte divên ([4])
- Melayê Bateyî jî bi wî şêwazî dibêje :
          - Meclisa bê saz û heyhey
            min nevêt , naçimeyê ([5])
Di van mînakan de xuya ye ku her sê helbestvanan karê ( divê ) , wekî ku ew  karekî derhingêv di dema borî de be xebitandiye û bi cînavên koma / min / re veguhestiye , digel ku ev ( divê ) di dema nuha de ye , ne ya borî  .
Arîşeya vî karî , bi vî şêweyê xebitandinê , ev e :
1 - Raweya ( divê ) forma dema nuha ye , boriya vî karî ev e ( viya , viyaye , diviya , viyabû ) , ne ( divê ) ye .
2 - Forma ( divê ) ya dema nuha , gerek bi cînavên koma / ez / re bihata veguhestin , ne bi cînavên koma / min / re . Anku , li şûna ( min te divê ) û ( wî tiştek ( divê ) , gerek bê gotin : ( Ez te divêm ) û ( ew tiştekî divê ) .
 

Eger têbîniyek derbarî mijarê hebe, bi hêvî me ku berçav bibe.

[1] - Xanî : Nûbihar . Vekolîna Mela Hemdî ( Selefî ) - Bexda ( 1990 ) . Rû . / 44 /.
[2] - Bi dîtina min , ( vîn ) navê jêderî ye , ne jêdere .
[3] - Xanî : Mem û Zîn ( şirovekirina Jan Dost . Beyrût ( 1995 ) - Rû . / 32 / .
[4] - Cizîrî : Dîwan ( şirovekirina Zivingî ) . Heleb ( 1987 ) Bergê duwem - Rû / 821 / .
[5] - Ebdulreqîb Yûsif : Dîwana Kurmancî . Necef . ( 1971 ) - Rû . / 52 / .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.4
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark