Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Ziman: Pažgira (Andin) Di Zimanź Kurdī De

 


Deham Ebdulfettah

Pažgira ( andin )  di herdu žêwezarên Kurdî ( Kurmancî – Soranî ) de bikar tê . Ev pažgir digihêje çend corên bêjeyan û wan bi xwe re dike karinî derhingêv . Anku , erkê vê pažgirê yê sereke sazkirina karên derhingêv e , wekî ku di van xalên jêrîn de berçav dibe :
1 - Digihêje binyata ( regê ) dema nuha ya hin karên nederhingêv û wan bi xwe re dike karinî derhingêv .


Nimûne : Karên Nederhingêv  Karên Derhingêv
- Razan                      razandin
- Xuriyan                   xurandin
- Perritîn                    perritandin
- Kelîn ([1])          kelandin
- Barîn            barandin
- Revîn             revandin
- Kenîn                     kenandin
- Xebitîn         xebitandin
- Žewitîn                  žewitandin
- Geriyan                   gerandin
- HD ............................
Ev karên nederhingêv li gora vê rêzika jêrîn bûne derhingêv : ( Binyata dema nuha ya karê nederhingêv + andin = karê derhingêv ) .
Binyata dema nuha jî , bi vî žêweyî pêk tê :
 - Kar di dema nuha de : ( kenîn ---- ez dikenim )
 - Avêtina pêžgira dema nuha ( di ) û pažkokên kesîn ( im , î , e , in ) ji karê dema nuha : ( di - ken - im ------ ...ken... )
Dêmek binyata dema nuha ji jêdera karê ( kenîn ) bêjeya ( ken ) e . Binyata dema nuha ji karên dîtir jî li vê mînakê tê pîvan û bi vî žêweyî pêk tê :
Kar              Dema Nuha         Binyat        Derhingêv
- Žewitîn     ( ez ) dižewitim     ..žewit..        žewitandin
- Xebitîn     ( tu ) dixebitî        ..xebit...       xebitandin
- Mirin        ( ew ) dimire         ....mir.....     mirandin
- Hejîn         ( hûn ) dihejin       ....hej.....      hejandin
- Bezîn        ( ez ) dibezim        ....bez...       bezandin
- Revîn        ( tu ) direvî                     ...rev...        revandin
- Zîvirîn      ( ew ) dizîvire       ....zîvir...     zîvirandin
- Geriyan    ( ew ) digerin        ...ger.....      gerandin
              -HD...................
2 - Li hin herêman pažgira ( andin ) digihêje hindek navan jî û karên derhingêv ji wan saz dike .
Wek : ( žop , tep , xew , toz , pel ...... )
 - Žop + andin = žopandin
 - Tep + andin = tepandin
 - Toz + andin = tozandin
 - Xew + andin = xewandin
 - Pel + andin = pelandin
 - HD...............   .
Li gora erk û cihê pažgira ( andin ) gerek ev nav ( žop , tep , toz , xew , pel ) binyatên karinî nederhingêv bin . Anku , ji van jêderan ( žopîn , tepîn , tozîn , xewtin , pelîn ) , weku binyat û navên jêderî hatine darižtin :
   Žop - žopîn / žopiyan : Ew žopî / žopiya
   Tep - tepîn / tepiyan : Ew tepî / tepiya
   Toz - tozîn / toziyan : Ew tozî / toziya
   Xew - xewtin .          : Ew xewt .
Lê di warê kiryarî ( piratîkê ) de , ji bilî karê ( xewtin - xewandin ) ku di žêwezarê Kurmanciya Jêrîn ( Soranî ) de bikar tê , ew karên dîtir nayên xebitandin . Dibe ku jêderên van navan di zimanê Kurdî yê dêrîn ( kevin ) de , yan jî di žêwezarekî wî de hebûn , lê bi dirêjahiya demê re pažguh bûne û hatine jibîrkirin , wekî ku gelek jêderên bêjeyan di zimanê me de bi demê re winda bûne ([2]).
3 - Pažgira ( andin ) digihêje hindek navên dengan jî û wan bi taybetmendiya xwe dike karinî derhingêv , bêyî ku karên nederhingêv ji wan hebin , wekî van dengên dûbarekirî ( lîlan , lorîn ) :
   - Lîlan ( lîlî - lîlî ) : lîl + andin = lîlandin
   - Lorîn ( lorî - lorî : lor + andin = lorandin([3])
   - HD..............................
Taybetiya van karan û yên di rêza wan de , weku (fîkandin , tewwandin ... ) ew e ku bi van formên xwe ( lîl + andin , lor + andin , fîk + andin , tew + andin ) weku binesaziya karên derhingêv pêk hatine , lê bi wate û hevoksaziya xwe weku karên nederhingêv tên xebitandin .
Wek : - Zînê di daweta birayê xwe de lîland
            - HD......................
Di vê mînakê de karê ( lîland ) , li ber çavan , karekî nederhingêv e , hevoka wî ya mînakê bêyî berkarê rasteder watedar û sergihayî ( temam ) e . Lê ku em bibêjin : - Zînê di daweta birayê xwe de ( dengek ) lîland , hingê gotina ( dengek ) dibe berkarê rasteder û karê ( lîland ) dibe karekî derhingêv . Anku , karê ( lîland ) di reseniya raweya xwe de derhingêv e , lê nederhingêv bikar tê , yan jî berkarê wî hatiye avêtin .
Karê ( lorandin ) jî weku ( lîlandin ) , ku em bibêjin :
  - Zîn ji birayê xwe re dilorîne .
Li vir karê ( dilorîne ) nederhingêv e û hevok , bêyî berkarê rasteder jî watedar û sergihayî ye . Lê ku me got :
 - Zîn ( birayê ) xwe dilorîne .
Hingê gotina ( birayê ) dibe berkarê rasteder û ( dilorîne ) dibe karekî derhingêv , wateya hejandin û teppandinê jî bi xwe ve digire .
Arîžeya van karan ( lîlandin , lorandin , fîkandin , tewandin ..... ) ew e ku ev kar di raweya xwe de derhingêv in , lê di warê xebitandinê de nederhingêv bikar tên . Em dizanin ku karên derhingêv ew kar in , ên ku dihingivin berkarên rasteder , wek ( dan , badan , xistin , raxistin , çandin , hilçandin , kužtin , guran , kirin , kolan ..... ).
Karên derhingêv di dema borî de bi cînavên kesîn , ên koma ( min )re û navdêrên di rêz û raweya wan de tên veguhestin .
Wek : - Min pirtûk xwend
          - Te name nivîsî
          - Wî heval dîtin
          - Zînê gul avdan
          - Žagirtan sêv çinîn
           - HD ............
Lê di dema nuha û pažerojê ( ayinde ) de hemû karên derhingêv bi cînavên kesîn ên koma (ez) re tên veguhestin .
Wek : - Ez pirtûkê dixwînim
          - Ez ê pirtûkê bixwînim
          - Tu nameyê dinivîsî
          - Tu yê ( tê ) nameyê binivîsî
          - Ew hevalan dibîne
          - Zîn gulan avdide
          - Žagirt dê sêvan bixun
           - HD .....................
Karên nederhingêv jî , di hemû dem û raweyan de bi cînavên koma ( ez ) re tên veguhestin .
Wek : - Ez çûm , ez diçim , ez ê biçim............
          - Tu ketî , tu dikevî , tu yê bikevî..........
          - Ew hatin , ew tên ( dihên ) , ew ê bên ( bihên )....
          - HD .........................
Li gora vê pîvanê , ew karên ku ji navên dengan û pažgira ( andin) saz bûne , ew jî di dema borî de bi cînavên koma ( min ) re tên xebitandin :
Wek : - Min di Nûrozê de lîland
    - Te ji birayê xwe re lorand
    - Wî ji hevalê xwe re fîkand
    - Me ji dengbêjê xwe re tewand([4])
Anku , ev kar jî , dikevin rêza karên derhingêv , bêyî ku berkarên rasteder di hevokên wan de xuya bibin .
Em dizanin ku çi karê derhingêv ê heye dihingive berkarekî rasteder . Berkarên van karên  derhingêv jî hatine avêtin . Reseniya hevoksaziya van karan , gerek bi vî žêweyî be :
  - Min di Nûrozê de ( awazek ) lîland
  - Te ( birayê ) xwe lorand
  - Wî ji hevalê xwe re ( dengek ) fîkand
  - Me ji dengbêjê xwe re ( dengek ) tewand.
Bi vê yekê ew navên di nav kevanan de dibin berkarên rasteder . Wilo jî karên ( teppandin , reqqandin , reppandin .... ) .
4 - Pažgira ( andin ) digihêje hin karên biyanî ( Erebî ) û wan bi xwe re dike derhingêv .
Wek : - Cerrib + andin = cerribandin
           - Ricif  + andin = ricifandin
           - Xecil  + andin = xecilandin
           - Rež  + andin = režandin
           - Bexir + andin = bexirandin
           - Qesim + andin = qesimandin
           - HD ...........................
Berî nuha me gotibû ku erkê pažgira ( andin )ê sereke ew e ku digihêje hin karên nederhingêv û wan dike derhingêv .
Wek : - Zarok razan ( ew bi xwe razan )
    - Zînê zarok razandin ( ew hatin razandin )
Li hin herêmên Kurdistanê pažgira ( andin ) digihêje çend karên derhingêv , wek ( nivîsîn , hêran , dêran , pêçan , guran , kolan ..... ) . Ev karên xwerû bi van formên resen derhingêv in .
Wek : - Nivîsîn : Min name nivîsî
          - Hêran : Zînê danê xwe hêra
          - Dêran : Cotyar genim didêrin
          - Pêçan : Fatê cil pêçan
          - Guran : Temo berxek gura
        - Kolan : Gundiyan çalek kola
Vêca ku pažgira ( andin ) digihêje van karan , dîsan ev kar derhingêv dimînin :
Wek : - Nivîs + andin = nivîsandin
           ( Min name nivîsand )
           - Hêr + andin = hêrandin
           ( Zînê danê xwe hêrand )
           - Dêr + andin = dêrandin
           ( Cotyar genim didêrînin )
           - Pêç + andin = pêçandin
           ( Fatê cil pêçandin )
           - Gur + andin = gurandin
           ( Temo berxek gurand )
           - Kol + andin = kolandin
           ( Gundiyan çalek koland )
           - HD....................
Pirsa ku derbarî van karan , raberî me radiweste ev e : Eger ev kar bêyî pažgira ( andin ) jî derhingêv bin , ka rol û kartêkirina vê pažgirê li wan çi ye û ka bo çi gihižtiye wan ?!
Dr . Nesrîn Fexrî dibêje ([5]) : Wateya karê ( nivîsîn ) û (nivîsandin ) ne wekî hev in . Pažgira ( andin ) wateya (pêdakirin ) , ( pê da nivîsîn )dide . Li gora Dr . Nesrîn Fexrî , wateya her du raweyan ( nivîsîn ) û ( nivîsandin ) ji hev cuda ne .
Wek : - Zînê name nivîsiye
           ( Wê bixwe nivîsiye )
          - Zînê name nivîsandiye
           ( Hinekan pê daye nivîsîn )
Ez bixwe ne bi vê dîtina Dr . Nisrîn re me . Ez dibînim ku çi têvelî di navbera wateya ( nivîsîn ) û (nivîsandinê ) de nîn e . Dema ku em dibêjin :
 - ( Min pirtûkek nivîsî ) û ( Min pirtûkek nivîsand ) ,wateya van her du hevokan yek e . Ew jî ew e , ku pirtûkek ji hêla min ve hatiye nivîsîn . Ew karên dîtir jî wek ( hêrandin , dêrandin ..... û stirandin ) li karê ( nivîsîn ) û ( nivîsandin ) tên pêvan .
Bi gumana min , pažgira ( andin ) bi žêweyekî gelêrî gihižtiye van karên derhingêv , bêyî ku çi bandorê li wan bike , yan çi sûdê bide wan .
Têbînî :
Eger nêrînin cuda derbarî naveroka mijarê hebin hêvîdarim ku berçav bibin !

[1] - Hinek kar bi du žêweyan bilêv dibin , wek( kelîn - keliyan , gerîn – geriyan , kenîn - keniyan , bezîn – beziyan , barîn – bariyan , revîn – reviyan.... ) .

[2] - Em ê vê mijarê di bin navê ( jêderên winda ) de di vê pirtûkê de vekolin .

[3] - Lorîn ( lore - lor ) : Dengê zûrîna guran e . ( Dr . Nesrîn Fexrî – Govarî korî zanyarî Kurd – Bergê sêyem , bežî yekem . Bexda ( 1975 ) – Rû ( 230 – 231 ) . Lê di Kurmanciya Jorîn de ( Lorandin ) bo razandina zarokan bikar tê . Li vê gorê dayik zarokên xwe bi dengê guran ditirsînin û wan radzînin .
[4] - Dema ku dengbêj destire guhdarê wî jê re ditewîne , anku pêre dibêje ( tew...tew...tew.... ) .
[5] - Dr . Nesrîn Fexrî : Govarî zanyarî Kurd - Bergî sêyem - Bežî yekem . Bexda ( 1975 ) – Rû ( 228 ) .

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 3.4
Bi Tevahī Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark